Modela çareseriyê: Xweseriya Demokratîk
Xweseriya Demokratîk Çiye? Çima Xweseriya Demokratîk?
SERTAÇ KAYAR Xweseriya Demokratîk di sala 2006'an de bi Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), di sala 2007'an de pêvajoya înşayê dest pê kir û di sala 2011'an de hate îlankirin. Xweseriya Demokratîk di pêvajoya makezagona nû de careke din di rojevê de ye. Tevgera siyasî ya kurd ji bo statuya makezagonê têkoşînê dide. KCD'ê jî bi komxebatekê bersiva pirsên "Çima Xweseriya Demokratîk û Xweseriya Demokratîk çî ye?" da.
Bi salane çareseriya pirsgirêka kurd tê taloqkirin. Kurd ji bo çareseriya pirsgirêka kurd modela Xweseriya Demokratîk pêşkêş kirin. Ji bo model bikev jiyanê li ser aliyên civakî, siyasî, aborî, ekolojîk, çandî, jin û dîplomatîk hewildan berdewam dikin. Xweseriya Demokratîk di sala 2006'an de ji aliyê KCD'ê ve hate rojevê, di sala 2007'an xebatên înşayê hatin destpêkirin û di sala 2011'an de hate îlankirin. Her çiqas hikûmetê Xweseriya Demokratîk weke "projeya cudakiriyê" bi nav kir jî siyaseta kurd di her platformê de model weke "projeya bi hev re jiyanê" nîşan da. Kurdan di hilbijartinên 2009'an de, di Newrozên 2010-2011'an de û di hilbijartinên 2011'an de model ji referandumê re derbas kir û ji aliyê gel ve hate erêkirin. Ligel vê yêkê lêkolîna meha borî ya ji aliyê Navenda Lêkolînên Siyasî û Civakî (SAMER) a ku li 11 bajaran pêk anî ji sedî 81,5'an daxwazan statuya siyasî ya kurdan anî ziman û ji van ji sedî 46'an daxwaza statuya Xweseriya Demokratîk anî ziman. Wê demê çima Xweseriya Demokratî û Xweseriya Demokratîk çî ye? Di 2'yemîn Komxebata Xweseriya Demokratîk a KCD'ê de bersiva van pirsan hate dayîn.
'Li hemberî talukeya qirkirinê ne'
Di komxebeta KCD'ê de pêvajoya modelê ya dîrokî hate vegotin û tesbîta "Ji gelên Mezopotamyayê yê herî kevran Kurd îro ji ber polîtîkayên înkar û îmhayê li hemberî talukeya qirkirinê ne" KCD'ê di komxebatê de ev tesbît kirin: "Ramanên netewe dewletê Kurdistan ji bo belavbûna netewen xwe weke qada dîtin û ji bo vê yekê jî serî li zext, îstîsmar û asîmîlasyonê dan. Li hemberî vê yekê gelê kurd bi berxwedaneke bi rûmet rawestiyan. Heke kurd li hemberî vê yekê ranewestiya ban dê winda biban. Yekemîn şaristanî û împaratorî li jêrîna Mezopotamyayê derketin holê û berê xwe dan Kurdistanê. Ji ber vê yekê gelê kurd di dîrokê de ji gelên têkoşîna azadiyê didin ên sereke ne. Împaratoriyên dixwastin li ser vê erdnîgariyê desthilatdariya xwe ava bikin gelê kurd ji bo hembûna xwe li hemberî vê yekê têkoşîn dan meşandin."
'Berî netew dewletê, serdema xweseriya xwezayî'
Hate gotin ku kurd li şuna li destan di bin kontrola dewletê de weke kole bijîn li çiyayan weke eşîr jiyana xwe berdewam kirin û wiha hate gotin: "Zextên dewlet û împartoriyan ên li ser Kurdistanê li aliyekî ji bo parastina xwe konfederasyona eşîran avakirin û li aliyê din jî bi gelên cîranên xwe re bi hev re jîn. Kurdan di nav dewletan de asta xwe ya xweseriyê her tim parastin û hemûna xwe berdewam kirin. Berî li Rojhilata Navîn ramana netew dewletê pêk bê li herêmê xweseriya xwezayî hebû." KCD'ê, got, "Piştî jehre netewperesiya bîrdoziya raman modernîteya kapîtalîst a netew dewletê ket Rojhilata Navîn li ser kurdan zext û zordarî zêdebûn. Li Rojhilata Navîn piştî vê yekê têkilî têkçûn. Li her derê cîhanê jehra netewperesiyê gel li hemberî hev anîne û kirine dijminên hev. Netew dewlet j bo gelên din winda bikin înkar, îmha û asîmîlasyonê pêk tînin."
'Di serdsala 20'emîn de polîtîkayên qirkirinê yên fizîkî û çandî pêk hatin'
Di komxebatê de hate diyarkirin ku di sedsala 20'emîn de li hemberî kurdan polîtîkayên qirkirinê yên fîzîkî û çandî pêk hatin û wiha hate destnîşankirin: "Ji ber vê yekê kurd; rastî zextên dewletên tirk, erep û farisan hatin. Di dawiya sedsala 20'emîn de hatin asta netewbûna xwe winda bikin. Îro hêj li Tirkiyeyê ji bo vê yekê polîtîka tên meşandin. Lê têkiliya kurd û tirkan di dîrokê de dest pê kir. Dema ku tirk berê xwe dan Anatoluiya di bin desthilatdariya Împaratoriya Bîzansan de kurd jî xwe re dos girtin. Tirkan şerê Milazgirê yê di bin fermandariya Sultan Alpaslan de qezenc kirin bi piştgiriya kurdan qezenc kirin. Ji bo hêj pêş bikevin tifaqa kurdan kirin. Dema ku tirk ber bi rojavayê ve diçûn kurd li cem xwe dîtin û ji ber vê yekê jî di şerê Ebexa 1514'an de kurdan piştgirî dan tirkan û ber bi rojhilatê ve çûn. Osmaniyan bi sedan salan bi kurdan re têkiliyên baş pêk anîn. Piştî împaratorî dest bi hilweşiyanê kir di sedasala 19'emîn de li hemberî kurdan polîtîkayên nebaş pêk anîn û ji ber vê yekê kurdan serî li serhiladanan dan. Têkiliyên xerabûn di sedsala 20'emîn de vegeriyan trajediyekê."
'Polîtîkayên netew dewletê gelek êşên mezin bi gelan dan jiyîn'
Di sedsala 20'emîn de Îttîhat û Terakkiyê li ser axa mayî ya Împaratoriya Osmaniyê bi bingeha gelên din ji holê rake netew dewleta tirk dest bi avakirinê kir û ji ber vê yekê gelên din gelek êşên mejin jîn û wiha hate gotin: "Di têkiliya kurd û tirkan de jî pêvajoya kurdan ber bi windabûnê ve bibin dest pê kir. Piştî şerê cîhanê yê yekêmîn îparatoriya Osmaniyan hilweşiya Mustafa Kemel ji bo hebûna netewa tirk bi parêze bi kurdan re tifaq çêkir. Tirkan li ser vê yekê şerê xilasbûnê qezenc kirin. Komara Tirkiyeyê bi saya vê têkiliyê hate avakirin. Mustafa Kemel di wê demê de ji bo kurdan xwesîr difirkirî. Di meclîsa yekemî a 1922'yan de biryarek wisa jî girt. Gelê kurd li gel ji hemû dewletên derodorê zext dîtin jî disa cuhahî na bi hev re jiyan esesa girtin."
Polîtîkayên netew dewloetê yên Îttîhat Terakkiyê û endamên wê
Di komxebatê de hate gotin, "Di avakirina Tirkiyeyê de û meclîsa yekemîn de felsefeya înkara kurdan tunebûn û Tirkiyeke bi kurdan re hate avakirin hebû. Avakirina Tirkiyeyê bi raman kurd bi nasname û hebûna xwe cih bigirin hebû. Lê piştî peymana Lozanê ya Tirkiye li navneteweyî hate nasîn, îttîhat terakkî ji bo di nav sînorên Tirkiyeyê de netew dewletekê ava bike dest bi tevgerê kir. Tirkiyeyê di peyman Lozanê de piştgiriya kurdan girt û pişt re jî ji bo kurdan di nav netew dewletê de bihelîne dest bi hewildanan kir. Polîtîkayên îttîhat terakkiyê bûn sedema Serhildana Şêx Saît. Pişt re ev serhildan kirin hincet û li ser kurdan polîtîkayên gelek bêsînor hatin meşandin. Dibe weke Qirkirina Ermeniyan trajediyeke pêk nehat lê her roj bi komkujiyên fizîkî kurd ber bi windabûnê ve birin."
'Plana Islahatê ya Rojhilatê belgeya sûcê mirovahiyê ye'
"Plana Islahatê ya Rojhilatê, plana înkar, îmha û qirkirinê bû. Qirkirinên di dîrokê de ya herî bi zanebûn û plansazî bû. Ev yekê di aliyê mirovahiyê de belgeya sûc e. Di sedsala 20'emîn de li dijî kurdan hemû cureyên komkujî, zext û qirkirinê pêk hatin. Kurd ji bo ku bikin tirk û Kurdistanê jî bikin qada netewa tirkbûnê hate dîtin. Kurd şandin bajarên rojavahiyê yên Tirkiyeyê û tirk jî li Kurdistanê hatin bicihkirin. Ji bo kurd ziman û çanda xwe ji bîr bikin polîtîka hatin meşandin. Ev polîtîka li hemû gund û navçe û bajarên kurdan dest pê kirin. Civaka kurd di aliyê siyasî, aborî û çandî de rastî qirkirinekê hat. Li Kurdistanê her saet zext û zordarî berdewam kir. Di encama van polîtîkayan de gelek serhildanên weke Agirî û Dêrsîmê pêk hatin. Ji kurdan re ji bilî berxwedan û serhildanê tu rê nemabûn."
'Tifaqên ji bo hebûna kurdan ji holê rabikin hatin kirin'
Têkildarî aliyê pirsgirêkê yê navneteweyî de jî wiha hate gotin: " Dewleta Tirk polîtîkayên înkar û îmhayê heta îro jî berdewam kirin û ji bo vê yekê bi gelek dewletên netewperest re tifaq çêkirin û piştgiriya wan girt. Tirkiyeyê ji bo hebûna kurdan ji holê rabiken bi dewletên din re tifaq çêkirin. Ji bilî kurdan li ser Ermenî, rum, suryanî û gelek gelên din re jî heman polîtîka pêk anîn. Dewleta Tirk di salên 1970'an de êdî fikra kurd ranabin ser piyan fikirî."
Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) di 2'emîn Komxebata Xweseriya Demokratîk de diyar kir ku "Înkara kurd a klasîk îflas kiriye û dewleta tirk nikare polîtîkayên berê li ser kurdan bimeşîne." KCD'ê da zanîn ku êdî gelê kurd naxwaze bê statu bijî û xwedî maf be û modela çareseriyê modela Xweseriya Demokratîk e.
Kongreya Civaka Domokratîk ku li ser Xweseriya Demokratîk 3 roj berê li Amedê komxebata çaseriya pirsgirêka kurd pêk ani, diyar kir ku modela çareseriya pirsgirêka kurd Xweseriya Demokratîk e û divê ev model li Tirkiye, Iraq, Îran û Sûriyeyê bê lidarxistin. Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) di 2'emîn Komxebata Xweseriya Demokratîk de diyar kir ku "Înkara kurd a klasîk îflas kiriye û dewleta tirk nikare polîtîkayên berê li ser kurdan bimeşîne." KCD'ê da zanîn ku êdî gelê kurd naxwaze bê statu bijî û xwedî maf be û modela çareseriyê modela Xweseriya Demokratîk e. KCD'ê pişti di 14'ê Hezîrana 2011'an de Xweseriya Demokratîk îlan kir, dest bi xebatên komînen gundan, meclîsên tax û bajaran kir. KCD'ê li gel hemû astengi, girtin, binçavkirin û zextan di modela Xweseriya Demokratîk de israr kir. Her tim li bersîva pirsên "Xweseriya Demokratîk Çiye?" "Çima Xweseriya Demokratîk?" geriya.
KCD'ê da zanîn ku gelek her tim dê li dijî polîtikayên înkar û îmhayê di ber xwe bide û mafê xwe biparêze û li dijî polîtikayên înkarê bertek nîşan bide. KCD'ê destnîşan kir ku di encama têkoşîna azadiya tevgera kurd de êdî înkara kurdan a klasik îflas kiriye û wiha hate gotin: "Êdî gelê kurd hişyar bûye û înkar û îmhayê bi tu awayî qebûl nake. Êdî zilm û zordariyê qebûl nake û dixwaze xwedî heq, hiqûq û statu be. Êdî dewleta Tirk nikare bi polîtekayên berê nêzî gelê kurd bibe û divê mafê kurdan bê dayîn.
'Modela herî rast Xweseriya Demokratîk e'
KCD'ê da zanîn ku modela Xweseriya Demokratîk li Tirkiye û Rojhilata Navîn modela nûjen û çareseriyê ye û wiha berdewam kir: "Ji bo Komara Tirkiyeyê demokratîk bibe, ji bo rê li pêşiya diyalog û çareseriyê veke modelek girîng e. Pergala Dewlet Neteweyê her tim civakê esas nagire. KCD guhertina dewlet-netewbûnê esas digire. Armanc dike ku dewletê demokrtîk bike. Ji ber ku siyaseta demokratîk, rêveberiya demokratîk esas digire modela herî rast Xweseriya Demokratîk e."
KCD'ê destnişan kir ku Xweseriya Demnokratîk tenê li çareseriya pirsgirêka kurd nagere, di heman demê de çareseriya hemû pirsgirêkê Tirkiyeyê esas digire. KCD'ê da zanîn ku Tirkiye neçar e pirsgireka kurd bi rêya demokratik çareser bike û xwest partiyên weki CHP, MHP û AKP jî dest ji polîtîkayên xwe yên berjewendiyê berdin.
'Rola Ocalan a di çareseriyê de girîng e'
KCD'ê da zanîn ku di çareseriya pirsgirêka kurd de rola Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan gelek girîng e û wiha parast: "Hemû saziyên girêdayî dewletê, li hemberî daxwaza gel a serbestberdana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xwedî helwestek nebaş in. Bi vê helwesta saziyên dewletê pirsgirêk kur dibe. Ji ber ku her kes baş dizane ku di pirsgirêka kurd de Rêberê PKK'ê Ocalan û PKK aktorên sereke ne. Ji ber vê yekê nêzîkatiya Abdullah Ocalan nêzîkatiya gelê kurd e."
'Kurd statuya azadî, demokrasî û nasnameyê dixwazin'
KCD'ê destnîşan kir ku êdi gelê kurd bindestî, bênasnametî û bêrûmetiye qebûl nake û dixwaze xwedî nasname, ziman û statu bijî.
'Daxwaza Kurdistana Xweseriya Demokratik'
KCD'ê da zanîn ku Xweseriya Demokratîk armanc dike civaka Kurdistanê bi rêxistin bike û îradeyek siyasî û azad bi dest bixe. KCD, daxuyand ku Xweseriya Demokratik hewl dide ku dawî li dagirkerî, komkujî, werankrina xwezayê bîne û civaka demokratîk ava bike. Disa dixwaze pirsgirêkên siyasî, aborî, civakî û çandî çareser bike.
'Şopa Kurdistanê ya Komara Demokratik e'
KCD, bibîrxist ku Xweseriya Demokratîk li Tirkiyeyê şopa Komara Demokratik e armanc dike ku netew-deletê biguherîne û demokratîk bike û wiha got: "Xweseriya Demokratik şopa Komora Demokratîk a li Kurdistanê ye.
'Kurd dê der barê dewletê de pêngavek nû bidin destpêkirin
KCD'ê destnîşan kir ku ku ew zêdetir li şûna guhertina sînoran girîngiyê didin guhertina feraset, pergal û rêveberiya di nava sînoran de. KCD'ê derbirî ku armanc dikin ku di pêvajoya nû de têkiliyên gelê kurd û tirk xurttir bikin û li ser bingehek demokratik û wekhev ava bikin û bi vê yekê dixwazin li hemû Tirkiyeyê vê pergalê pêş bixin û ava bikin. Dîsa dixwazin li Tirkiye, Îran, Sûriye û Iraqê pêvajoyek nû bidin destpêkirin.
(mae) (bd/mae)