Mudaxaleyî meşa Amede kirin
Girseya ku ji avahiya BDP'a Amedê heta avahiya KCD'ê ya Amedê xwestin bimeşin, rastî mudaxaleya polîsan hatin. Bûyer didomin.
A+
A-
Rêxistina BDP'ê ya Amedê ji bo balê bikşîne ser çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyên PKK'yî û PAJK'ê ku 61 rojin didome xwestin ji avahiya BDP'ê heta avahiya KCD'ê meşekê pêk bîne. Koma ku ji BDP'ê dest b meşê kirin, li ser Kolana Emekê ji aliyê sedan polîsan ve hatin astengkirin. Girseya ku di meşê de israr kir, rastî mudaxaleya polisan a bi bombeyên gazê û ava şit hat. Girseya ku tev li meşê bû jî bi keviran bersîv da polîsan. Bi mudaxaleya polîesan re bûyer derket û bûyer belav dibin.
DİHA
Bêjeyên Miftehî mudaxaleyî,meşa,amede,kirin