´Muhatab Birêz Ocalan e´
Buldan bang li Serokwezîr kir: Muhatab Birêz Ocalan e
Wekîla Serokê Koma BDP'ê Pervîn Buldan, diyar kir ku Dayîkên Şemiyê bi boneya Hefteya Windayan a Navneteweyî dê li ber Girtîgeha Yenîpazarê ya Aydinê ya ku Mehmet Agar lê dimîne dê daxuyaniyekê li dar bixin. Buldan, bersiv da daxuyaniyên Serokwezîr Erdogan û wiha got: "Şuna hûn mirovên li çiyayan sor bikin divê hûn li riyên wan ji çiyayan daxin lêbigerin û peyda bikin. Li gorî min divê ev yek bi aliyê wan ê siyasî re muzakere nebe. Ez dibêjin heke li Tirkiyeyê bi milyonan kesan Birêz Ocalan ji xwe re rêberê îlan kiribe divê ev rastî bê dîtin."
Wekîla Serokê Koma BDP'ê û Parlementera BDP'ê ya Îdîrê Pervîn Buldan, li Meclîsê civîna çapemeniyê li dar xist. Buldan, bi bîrxist ku di 17-31'ê gulanê Hefteya Windayên Navneteweyî ye û da zanîn ku Dayîkên Şemiyê hefteya bê dê bi vê minasebetê li ber Girtîgeha Yenîpazarê ya Aydinê ya ku Mehmet Agar lê dimîne çalakiya rûniştinê dê pêk bînin û wiha got: "Ez jî dê bi wan re biçim. Li Tirkiyeyê demekê cînayetên kiryar nediyar, winda û înfazên bêdad wekî polîtîkayeke dewletê pêk hatin." Buldan, anî ziman ku cezayê li Mehmet Agar hate birîn gelek komîk e û ev yekê li dijî hiqûqê ye.
'Banga Birêz Ocalan dê hemû kesî bi bandor bike'
Buldan, bersiva daxuyaniyên Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan ên têkildarî BDP'ê de dayîn jî da û wiha bang li Serokwezîr kir: "Me di şerê 30 salan de gelek mirovên xwe winda kirin. Di nava 30 salan de gerîla, leşker û polîsan jiyana xwe ji dest da. Her tim me xwest ku li Tirkiyeyê aştiyeke mayînde pêk bê. Em nebûn alîgirên şer. Serokwezîr her tim di vê mijarê de me berpirsiyar digire û sûcdar dike. Lê mirovên me bi keyfa xwe neçûn çiya. Em hemû dizanin ku ev mirov ji bo azadî, aştî û demokrasiyê şer dike. Lê mixabin serokwezîr her tim di vê mijarê de me sûcdar dike. Lê em careke din bang li Serokwezîr dikin. Şûna hûn mirovên li çiyayan sor bikin divê hûn li riyên wan ji çiyayan daxin peyda bikin. Li gorî min divê ev yek bi aliyê wan ê siyasî re muzakere nebe. Ez dibêjin heke li Tirkiyeyê bi milyonan kesan Birêz Ocalan ji xwe re rêberê îlan kiribe divê ev rastî bê dîtin. Divê êdî serokwezîr jî baş bizane ku banga Birêz Ocalan dê mirovên li çiyayan jî bi bandor bike."
'Bi kuştinê pirsgirêk çareser nabe'
Buldan, bersiva pirsa têkildarî girtina rêveberên AKP'ê jî wiha da: "Raste em dizanin li herêmê rêveberên AKP'ê hatin girtin. Lê divê mijarê de tu hewcehî bi şîroveyê tuneye. Ez naxwazim şîroveyê jî bikim. Tiştên wisa di nav şer de çêdibin. Lê daxwaza me bi kuştin û revandinan na bi muzakereyê pirsgirêk bê çareserkirin e."
'Em dizanin ku fermana Roboskiyê serokwezîr da'
Buldan bersiva pirsa ya îstîxbarata Qilebanê jî wiha da: "34 welatî bê sûc hatin qetilkirin. Em baş dizanin ku di nav vê yekê de Emrîka heye. Îsraîl heye. Ev kes bi tevkariya Tirkiye, Emrîka û Îsraîlê hatin qetilkirin. Em baş dizanin ku fermana vê komkujiyê jî serokwezîr da."
'Birayara Dadgehan Bilind edaleta dereg mayî ye'
Buldan, bersiva pirsa têkildar biryara Dadgeha Bilind a "Birêz Ocalan" û "Gerîla" jî wiha da: "Di vê mijarê de cezayên me hemû yan hene. Ev yek edaleteke dereng mayî ye. Heke li Tirkiyeyê demokrasî hebe divê ev gotin êdî sûc nebin."
(bd)