1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Murhpy: AKP nikare ciwanên kurdan têk bibe
Murhpy: AKP nikare ciwanên kurdan têk bibe,murhpy,akp,nikare,ciwanên,kurdan,têk,bibe

Murhpy: AKP nikare ciwanên kurdan têk bibe

A+ A-

ENQERE (DÎHA) - Endamê Parlamentoyê Îrlandayê Paul Murphy destnîşan kir ku hikûmeta AKP'ê ji bo ku careke din desthilatdariyê bidestbixe şer daye destpêkirin û got: "Yên ku niha li Kurdistanê şer dikin, ciwanên kurd in. Hîna gerîla neketine dewre yê. Ji ber ku ev şervane piştgiriyê ji gelê xwe werdigirin, ne mimkûne ku AKP wan têk bibe."

Şoreşgerê enternasyonalîst û Endamê Parlementoya Îrlandayê Paul Murhpy yê ku di berxwedana Xezeyê de cih digirt û ji aliyê Îsraîlê ve hatibû girtin der barê geşedanên dawî yên li Kurdistanê û Tirkiyeyê rû didin de ji DÎHA yê re nirxand. Murhpy da zanîn ku hikûmeta AKP'ê ji hişmendiya rast-oldar sûd werdigire. Murhpy got ku li Tirkiyeyê hişmendiya çîna bi hêz tuneye û ji ber ku tevahiya çapemeniyê di destê hikûmeta AKP'ê de ye, bi hêsanî sûcên xwe vedişêre.

'Tirkiye alîkariya leşkerî û çekan dide çeteyên cîhadî'

Murhpy diyar kir ku tevî hemû tundiyên Tirkiyeyê jî DYA dest ji PYD'ê bernade û axaftina xwe wiha domand: "Tevî ku DYA û Tirkiye tifaqên hevin jî dema ku mijar bû Sûriye, berjewendî û ajandayên wan diguherin. Ji ber têkoşîna serkeftî ya PYD'ê ya li hemberî çeteyên DAIŞ'ê, DYA alîkariya leşkerî dide PYD'ê. Tirkiye jî PYD'ê wek e rêxistineke terorîst bi nav dike û li dijî hemû biryarên ku PYD'ê bi hêz dike, derdikeve. Her çiqas ev yek di navbera DYA û Tirkiyeyê de pirsgirêkan bi afirîne jî, DYA ji alîkariya dide PYD'ê paşve gavê navêje. Di heman demê de jî Tirkiye alîkariya leşkerî û çekan dide komên çete yên cihadî."

'CHP piştgiriyê dide polîtîkayên AKP'ê'

Murhpy daxuyand ku muxalefeta Tirkiyeyê di mijara pirsgirêka kurd de li noqteyeka gelek paşve dimîne û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Di mijara pirsgirêka kurdan de CHP jî piştgiriyê dide AKP'ê. Di mijara çareserkirina pirsgirêka kurdan de muxalefeta Tirkiyeyê tu caran xwedî hêzekê nîne. Jixwe CHP her tim li hemberî operasyonên leşkerî û di mijarên çareserkirina pirsgirêka kurdan de bêdeng maye. Ji ber vê yekê jî CHP'ê piştgirî daye van polîtîkayên AKP'ê."

'Yên ku şer dikin ciwanên kurd in'

Di dawiya axaftina xwe de Paul Murhpy destnîşan kir ku li bajarên kurdan serhildanekê girseyî ya nîv çekdarî tê jiyîn û wiha bi dawî kir: "Ji ber şertên avhewayê gerîlayên PKK'ê nikarin raste rast mûdaxeleyê rewşê bikin. Di demên pêş de dê gerîla jî raste rast tevli şer bibin. Yên ku niha li hemberî artêşa tirk şer dikin jî ciwanên kurd in. Ji ber ku ev ciwane alîkarî û piştgiriyekê mezin ji gel werdigirin, ne mûmkine ku ji aliyê artêşa tirk ve bên têk birin. Hikûmeta AKP'ê bi armanca bidestxistina hêza ku di hilbijartinan de winda kirî, şer da destpê kirin."

(bd)