1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Murşîtpinar di bin kontrola YPG'ê de ye
Murşîtpinar di bin kontrola YPG'ê de ye,murşîtpinar,di,bin,kontrola,ypg,ê,de,ye

Murşîtpinar di bin kontrola YPG'ê de ye

A+ A-

KOBANÊ (DÎHA) –Piştî çeteyên DAIŞ'ê li ser axa Tirkiyeyê êrîş Deriyê Sînor ê Murşîtpinarê kirin pevçûnan dest pê kir û didomin. Çeteyên DAIŞ'ê li gundên Etmanek biçûk û Serxetê yên leşkerên tirk bi hinceta "ewlehiyê" valakirin êrîşê deriyê sînor dikin. Çavkaniyên YPG'ê daxuyandin ku kontrola deriyê sînor di destê wan deye. Pevêûnên li 4 aliyên bajar berdewam dikin.

Serê sibê seat di 04.30- 05.00'an çeteyên DAIŞ'ê bi wesayîteke bombebarkirî ya ji aliyê Tirkiyeyê ve hatî piştî ji Deriyê Sînorê Murştîpinarê derbasî Kobanê bûn teqiya. Piştî teqîna wesayîta bombebarkirî çeteyên DAIŞ'ê bi 4 aliyan dest bi êrîşê kirin. Li eniyên rojhilat, rojava û başûr bi çekên giran û hewanan dest bi êrîşê kirin û li Deriyê Sînor jî ji aliyê Tirkiyeyê ve êrîş dan destpêkirin.

YPG û YPJ'ê bi tund bersiva da

Çeteyên DAIŞ'ê yên li fîloya genim a ayîdî TMO'yê ya li aliyê Tirkiyeyê yên nêzî Deriyê Sînor ê Murşîtpinarê bi cihbûn êrîş li Kobanê kirin. Şervanên YPG û YPJ'ê bi tund bersiva çeteyan da.

Gund ji sivîlan re vala kirin lê ji çeteyên DAIŞ'ê re serbest in!

Gundê Etmanek biçûk û hinek gundên din ên sersaxê yên ji aliyê leşkerên tirk ve bi hinceta ewlehiyê berê hatin valakirin û 24 seatan ji aliyê leşkeran ve bi wesayîtên zirxî nobet lê dihate girtin, hate dîtin ku çeteyên DAIŞ'ê yên li mizgeft û hinek malan bi cih bûn êrîşê li Kobanê dikin. Çeteyên DAIŞ'ê çawa li wan gundan bicihbûn rewşek balkêş e.

Leşker mudaxele nake

Rewşeke din a balkêş jî tevgera leşkerên tirk a di seatên sibê de ya pevçûnan dest pê kirî ye. Waliyê Rihayê Îzzettîn Kuçuk qebûl kir ku çeteyên DAIŞ'ê li ser axa Tirkiyeyê ne û tevgera leşkerî ya nêzî sînor pêk tê leşkerên tirk tu mudaxele li êrîşên çeteyan ên li ser axa tirkan pêk tê nekirin.

Pevçûn 6 seatin berdewam dikin

Hate ragihandin ku çeteyên DAIŞ'ê bi çekên giran li eniya rojhilat, rojava û başûr êrîşan dikin. Hate zanîn ku bi taybet li Deriyê Sînor ê Murşîtpinarê û eniya rojhilat pevçûn zêdebûn. Êrîşên li hemberî Kobanê nêzî 6 seatin berdewam dikin. Hate dîtin ku çeteyên DAIŞ'ê li herêma Tilşeîr hewan avêtin herêma welatiyên sivîl lê dimînin jî.

YPG dê daxuyaniyê bide

Şervanên YPG û YPJ'ê bi vîneke mezin bersiva êrîşan didin. Derbarê mirin û birîndaran de çavkaniyên YPG'ê jî tu agahî negirtin. Li bendêne ku çavkaniyên YPG'ê seatên pêş de daxuyaniyekê bide.

(bd/wk)