Muslim: DAIŞ dixwaze kantonên Cizîr û Efrînê ji hev qut bike
Muslim: Di êrîşa li Qamişlo de dibe ku tiliya rejîmê hebe...
OSLO 20.03.2014 14:29:28 Hevserokê PYD'ê Salih Muslim ê li Norwêcê hevdîtinan dike got, "Di êrîşa li Qamişlo de dibe ku tiliya rejîmê hebe."
Hevserokê PYD'ê Salih Muslim ê li Norwêcê bi partiyên siyasî yên Kurd û rayedarên Norwêcî re hevdîtinan dike, êrîşa xwekujî ya li Qamişlo, êrîşa çeteyên DAIŞ'ê û pevçûnên navbera YPG û rejîma Sûriyeyê ji ANF'ê re nirxand.
'ARTÊŞA AZAD DESTEKÊ DIDE YPG'Ê’
Muslim da zanîn ku pevçûn li gundên derveyî Kobanê rû didin û ev xal destnîşan kir: "Danê vê sibê bi herêma lê pevçûn heye re bi rêya telefonê axivîm. Nêzî 100 miriyên DAIŞ'ê heen. Beşek ji cenazeyan di destê me de, yên din jî ew komî ser hev dikin. Di van pevçûnan de Artêşa Azad a Sûriyeyê jî destekê dide. Gel li cem YPG'ê ye. Êrîş dê negihêjin armanca xwe. Serketin wê ya me be."
‘YÊN DI DESTÊ DAIŞ'Ê DE NE TANKÊN REJÎMÊ NE’
Muslim da zanîn ku tankên DAIŞ bikar tîne bi tenê di destê rejîmê de hene û got, "rewşeke gumanbar e ka ev tank çawa ketiye destê wan." Muslim ragihand ku di êrîşa xwekujî ya 11'ê Adarê ya du endamên DAIŞ'ê li dijî avahiya şaredariyê ya Qamişlo de, dibe ku tiliya rejîmê hebe.
Muslim bibîr xist kuk rojek piştî wê êrîşê yanî di 12'ê Adarê de li Qamişlo di encama êrîşa hêzên rejîmê de şervanekî YPG'ê jiyana xwe ji dest daye û got, "Heman piştî vê êrîşê YPG'ê operasyona tolhildanê da destpêkirin û di encamê de 10 leşkerên rejîmê hatin kuştin û firina ku lê şervanê YPG'ê Hesen Qewa jiyana xwe ji dest da, ji destê hêzên rejîmê hat stendin."
Muslim da xuyakirin ku ew li Norwêcê hin danûstandinan dikin û tevî PYD û El Partî rayedarên partiyên cuda yên Rojavayî û rayedarên Norwêcî di hevdîtinan de cih digirin.