Muslim: Şerê rastî li dijî Kurdan tê kirin
Hevserokê PYD'ê Salih Muslim polîtîkayên Tirkiyeyê yên li hemberî Rojava nirxand û destnîşan kir ku Tirkiye mîna li dijî DAIŞ'ê de nîşan dide, lê belê şerê rastî li hemberî Kurdan dimeşîne
BRUKSEL - SERKAN DEMÎREL / ANF Hevserokê PYD'ê Salih Muslim polîtîkayên Tirkiyeyê yên li hemberî Rojava nirxand û destnîşan kir ku Tirkiye mîna li dijî DAIŞ'ê de nîşan dide, lê belê şerê rastî li hemberî Kurdan dimeşîne. Muslim da xuyakirin ku Tirkiye DAIŞ'ê li dijî Kurdan weke şantajê bi kar tîne û da zanîn li dijî her şêwe polîtîkayen Tirkiyeyê yên li hemberî Rojava yan jî Kurdên li herêma Cerablûsê dijîn, ew ê li ber xwe bidin.
Hevserokê PYD'ê Salih Muslim, şerê Tirkiyeyê yê di bin navê têkoşîna li hemberî DAIŞ'ê de li dijî Kurdan dimeşîne, ji ANF'ê re nirxand.
'KOMKUJIYA LI PIRSÛSÊ LI DIJÎ KOBANÊ HATIYE KIRIN'
Muslim komkujiya li Pirsûsê bibîr xist û diyar kir ku ev komkujî li hemberî Kobanê hatiye kirin. Muslim anî ziman ku bi vê komkujiyê re peyama 'qetilkirina her kesên dixwazin destekê bidin Kobanê' hatiye dayîn û destnîşan kir ku ev komkujî di çarçoveya polîtîkaya Tirkiyeyê ya li hemberî Kurdan û Rojava de hatiye kirin.
'AKP'Ê DI PÊVAJOYA AŞTIYÊ DE BI DAIŞ'Ê RE LI DIJÎ KURDAN ŞER KIR'
Muslim ragihand ku AKP û Erdogan ji sala 2013'an û vir ve di bin navê 'aştiyê pêk tînim' li hemberî Kurdan her tim ketiye nava planeke cuda û destnîşan kir ku di nava vê demê de avakirin û dayîna şerkirina DAIŞ'ê jî parçeyek ji vê planê ye. Muslim da zanîn ku AKP di bin navê pêkanîna aştiyê de amadekariya şer kiriye û got, "Di bin navê aştiyê de, di vê demê de bi destê xwe DAIŞ afirandin û li hemberî Kurdan dan şerkirin. Yekser nebe jî bi rêyên ne yekser ev yek bi awayekî zelal nîşan da."
'DI BIN NAVÊ TÊKOŞÎNA LI DIJÎ DAIŞ'Ê DE ŞERÊ RASTÎ LI HEMBERÎ KURDAN E'
Muslim anî ziman ku di demeke tevahiya cîhanê lêpirsî ku kî destekê dide DAIŞ'ê, kî rê li ber vedike de, Tirkiye bi du rewşên zehmet re rû bi rû maye û got, "Tirkiye ya wê li cem DAIŞ a destekê dide cih bigirta, yan jî di nava şerê li dijî DAIŞ'ê de. Ji bo xwe ji vê zextê rizgar bike, bi biryareke dawî re dixwaze xwe weke dijberê DAIŞ'ê nîşan bide, lê şerê rastî li hemberî Kurdan bimeşîne." Muslim anî ziman ku Tirkiye plan dike pêvajoya aştiyê ya bi PKK'ê re li Tirkiyeyê dimeşîne û pêvajoya der barê Sûriye û Rojava de bigihîne hev û destnîşan kir ku Tirkiye bi biryara xwe ya ji bo DAIŞ'ê re dixwaze DAIŞ'ê li dijî Kurdan weke şantajê bi kar bîne. Muslim got, "Ji Kurdên li Tirkiyeyê re dixwaze bêje; ya hûnê dest ji çekê berdin yan jî ez ê DAIŞ'ê li hemberî we bi kar bînim, bidim êrîşkirin. Ev polîtîkaya xwe, bi komkujiya li Pirsûsê re raxist pêş çavan."
'ŞERÊ LI DIJÎ QENDÎLÊ TÊ WATEYA CIHGIRTINA LI ENIYA DAIŞ'Ê Û MEŞANDINA ŞERÊ LI DIJÎ KURDAN'
Muslim anî ziman, ku li ser nerazîbûnên li qada navneteweyî, Tirkiyeyê di bin navê 'ez ê li dijî DAIŞ'ê şer bikim, ez ê li cem we cih bigirim' li dijî Kurdan dest bi şer kiriye û bi zimanekî tund êrîşên hewayî yên li hemberî Herêmên Parastinê yên Medyayê rexne kir. Muslim got, "Niha radibin Qendîlê bombe dike, gelo wê ji te ne pirsin ku tu kê bombe dike. Gerîlayê ku tu wan bombe dike, gelo ne ew hêz e ku li Şengalê, li Kerkûkê û li gelek deveran li dijî DAIŞ'ê şer dike? Ne ew hêz e ku li herêmê pêşî li pêşveçûna DAIŞ'ê girtiye? Ev têkoşîneke çawa ya li dijî DAIŞ'ê ye? Tu hêza li dijî DAIŞ'ê şer dike, bombe dike. Ev şer di heman demê de tê wateya cihgirtina li eniya DAIŞ'ê û meşandina şerê li dijî KUrdan."
Muslim da xuyakirin ku Tirkiye çiqasî hewl bide polîtîkayên xwe veşêre jî ji aliyê cîhanê ve baş tên dîtin û anî ziman ku welatên NATO yên îro bicivin jî baş dizanin ku Tirkiye şerê rastî li hemberî kê dimeşîne. Muslim destnîşan kir ku hem NATO hem jî tevahiya cîhan baş dizanin ku tekane hêza li dijî DAIŞ'ê şer dike, YPG û YPJ ye.
Muslim diyar kir ku naveroka peymana DYA û Tirkiyeyê hînê ji aliyê kesî ve baş nayê zanîn û destnîşan kir ku li dijî her şêwe xeteriya li ser Rojava yan jî Kurdên li herêmê, YPG û YPJ wê li ber xwe bidin.
'WÊ GEL BIRYAR BIDE KU DI BIN KONTROLA KÊ DE BE'
Li ser pirsa 'li gorî peymana bi DYA re kiriye Tirkiye wê li herêma Cerablûsê qadeke ji 40 kîlometreyî ji DAIŞ'ê paqij bike û radestî Artêşa Azad bike' Muslim ev bersiv da: "Wê gelên li wê derê biryarê bide ku herêm di bin kontrola kê de be." Muslim da zanîn ku li wê herêmê niha YPG û YPJ nîne, lê belê hin hêz ev demeke dirêj e li wir lid ijî DAIŞ'ê şer dikin û got, "Gelên xwecihî yên li wê herêmê Kurd, Ereb hene. Ew li dijî DAIŞ'ê li wê derê şer dikin. Hûn niha nikarin van tine bihesibînin. Ne diyar e ku Tirkiye wê biçe cem van, yan jî wê ji bo lêdana wan biçe wê derê."
'BILA HER KES BAŞ BIZANIBE; YPG Û YPJ JI BO PARASTINA GEL HENE'
Muslim anî ziman ku ji her tiştî wêdetir wê ti kes destûrê nede hewldanên Tirkiyeyê yên li hemberî Sûriye û Rojava û ragihand ku polîtîkaya Tirkiyeyê ya li hemberî Sûriye û Rojava ji destpêkê ve li holê ye. Muslim da xuyakirin ku Tirkiye bi peymana çêkiriye re dixwaze planên xwe yên heta roja îro pêk bîne, yanî Şoreşa Rojava bifetisîne û destnîşan kir ku ew ê ti carî destûrê nedin vê. Muslim diyar kir ku ew ê li dijî helwesta Tirkiyeyê ya di bin navê têkoşîna li hemberî DAIŞ'ê de li Cerablûs û herêmên din li hemberî Kurdan nîşan bide û got, "Bila her kes baş bizanibe; YPG û YPJ ji bo parastina gel hene. Li dijî her şêwe polîtîkayên radestkirina herêmekê ji DAIŞ'ê û rêxistinên birayên DAIŞ'ê re û li dijî her şêwe polîtîkayên li hemberî Kurdan, em ê li ber xwe bidin. Çawa ku YPG û YPJ'ê heta roja îro li dijî rejîmê û DAIŞ'ê li ber xwe dan, ji niha û pê ve kî dibe bila bibe ew ê li hemberî wan jî li ber xwe bidin."