1. Hemû Nûçe

  2. Çand û Huner

  3. Muzeya parastina çanda kurdan
Muzeya parastina çanda kurdan,muzeya,parastina,çanda,kurdan

Muzeya parastina çanda kurdan

Muzeya parastina çanda kurdan: Muzeya Folklorî ya Duhokê

A+ A-

Muzeya Folklorî ya Duhokê ku di sala 1998'an de hate avakirin û heta niha 1700 berçeyên berhemên çanda kurdan di zikê xwe diparêze, ji bo pêşeroje parazvaniya çanda kurdan dike. Muzeya ku hemû alav û amûrên çanda kurdan ku piraniya wan ber bi windabûnê ve diçe bi peyvir û mîzyona wan yek bi yek hatiye tomarkirin û di caman de tê parastin.

Li Bajarê Duhokê ku berhemên çandê hêdî hêdî ber bi windabûnê ve diçin, Muzeya Folklorî ya Bajar ku ji aliye Parêzgehê Bajar ve di sala 1998'an de hatiye avakirin, sal bi sal berhem û amûrê çanda kudan li xwe dike mevan û parazvaniya dîrok û çanda kurdan dike. Muzeya ku heta niha 1700 berçe li xwe kom kiriye, hemû berhem, amûr û alavên çanda kurdan ku di salên borî de ji bo çotkar, rençber û karkeran pir bi qedr û qîmet û her yek perçeyekî jiyana wan bû, yek biyek bi taybet diparêze. Muzeya ku meşk û amûrên meşkê, tevn û amûrên tevnê, teşî, şeh, cencere, melav, termox, kalûçk, dahs, bivir, cil û bergên kurdan, alavên kîllerê, alav û amûrên paletiyê, alav û amûrên bêrîvanî û şivaniyê, alav û amûrên neçîrvaniyê, alav û amûrên pîvan û kêşanê, alavên pûk û zavan û bi sedan cudeyên din yek bi yek tên parastin. Mizûrê Muzeyê Rifhat Recep, diyar kir ku 14 salin muze ava kirine û niha 1700 cureyên ku çanda kurdan sembol dike diparêzin. Recep, da zanîn ku ji ber cihê wan biçûk e bi qasî van alav û amûran di depoyê de tên hiştin û difikirin ku di pêşerojê de avahiyek hêj mezintir û baştir çêkin. Recep, da zanîn ku komkirin û tomarkirina alav û amûrên çandê berdewam dikin û wiha got: "Armanca me ewe ku em çanda xwe û kevpeşopiya gelê kurd biparêzin. Ji ber ku her bajarvanî pêş dikeve alav û amûrên ku çanda kurdan zindî dike tune dibe. Bi tunebûna alav û amûran re çanda kurdan jî tune dibe."

Recep, da zanîn ku kurd xwedî çandek pir dewlemend in û ev dewlemendiya çanda wan xwe di alav u amûran de dide der. Recep, destnişan kir ku her alav û amûrek çîrokek wê heye û xwedî xweseriyek e. Recep, da zanîn ku ev alavên ku niha winda dibin bi xwe re çand û ziman jî winda dikin û ew bi vê muzeyê hem ziman diparêzin û hem jî çandê diparêzin. Recep, destnişan kir ev alav û amûr hemû sembola civakbûn û jiyana komînal in û wiha got: "Li vir mîrkut û çurn heye. Dema dahn di curn de tê kutan jin li dor kom dibin û stranan dibêjin. Dema genim di destar de tê hêran stran û metalok tên gotin. Ev yek piştevanî û şewirmendiya kurdan pêş dixe. Disa karê paletî, bêrîvanî û çotkariyê bi heman rengî karê civakî û jiyana komînal in. Di çanda kurdan de jî xuya dibe ku gelê kurd her dim di nava jiyanek komînal û tifaq de dijîn. "

(mae)


Bêjeyên Miftehî