1. Hemû Nûçe

  2. Çand û Huner

  3. 'Muzîka kurdî ligel qirkirina çandî bi paradîgmaya Ocalan li ber xwe dide'
'Muzîka kurdî ligel qirkirina çandî bi paradîgmaya Ocalan li ber xwe dide',muzîka,kurdî,ligel,qirkirina,çandî,bi,paradîgmaya,ocalan,li,ber,xwe,dide

'Muzîka kurdî ligel qirkirina çandî bi paradîgmaya Ocalan li ber xwe dide'

A+ A-

SELMAN ÇÎÇEK

WAN (DÎHA) - Hunermendê navdar ê kurd hozan Comert bandora muzîka populer a li ser muzîka kurdî nirxand diyar kir ku asîmîlasyonê muzîka kurdî fetisandiye lê ligel qirkirina çandî, muzîka kurdî bi paradîgmaya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li ber xwe dide.

Hunermendê kurd hozan Comert bandora muzîka populer a li ser muzîka kurdî ji DÎHA'yê re nirxand. Hozan Comert anî ziman ku ew aşiqê çand û muzîka kurdî ye û bi salan e bi berhemên ku di qada wêje û muzîkê de tên derxistin vê çanda kurdî bûye wekî deryayekî. Comert destnîşan kir ku muzîk û wêje di cewherê xwe de her tim dengê gelê bindest e û Mewlana, Ehmedê Xanî, Pîr Sultan wekî mînak nîşan da. Comert anî ziman ku di karakterê muzîkê de her tim muxalîfbûna li dijî îxtidaran heye. Comert wiha axivî: "Ehmedê Xanî dema ku Îran û Osmaniyan Kurdistan kirin du parçe bi nivîsên xwe û fikrên xwe ve her tim bû muxalefet. Bi fikrên xwe mîsyona çandê bi cih anî."

'Mîsyona hunermendan a pêşengiyê hebû'

Comert ê nirxandina "Hunermend ronahiya civakan e" kir got ku hunermend bi hilberînên xwe ve her tim nîşan dane ku pêşengên civakê ne, riyên ronahiyê vedikin, her tim nîşan didin ku di dema xwe de bûne pêşengên civakê. Comert diyar kir ku di serdemên dawî de ji ber çanda populer a ketiye jiyana me bûye meta û ji ber vê yekê jî ji dengê civakê dûr ketine. Comert bilêv kir ku hunermend mîsyona xwe ya pêşengiyê winda kirine û xwezaya muzîk û wêjeyê xira bûye.

'Muzîka kurdî li hemberî populîzmê têk çû'

Comert bilêv kir ku bi sîtema kapîtalîst û înşakirina netewe dewletê ve çand bûye meta lê ji bo parastina çand a ku ruhê civakê ye parazvanên modernîteya demokratîk têkoşîneke bêhempa didin. Comert da zanîn ku ji bo ku çand û muzîka kurdî bi sedan salan e cewherê xwe biparêze têdikoşe lê di demên dawî de muzîka kurdî li hemberî çanda populîst têk çûye.

'Çand bi ronahiya paradîgmaya Ocalan li ber xwe dide'

Comert got ku muzîk û wêjeya kurdî xwedî paşerojeke dewlemend e anî ziman ku gel ji dewleta rahîban a Sumeran heta niha di dorpêça qirkirinê de maye, qirkirin herî zêde jî di warê çandî de tê jiyîn. Comert destnîşan kir ku ligel hemû tiştan muzîka kurdî li hemberî qirkirina çandî bi Tevgera Azadiya Kurd û paradîgmaya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ve li ber xwe dide û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Kurd di warê muzîk û wêjeyê de xwedî deryayekî ne. Bi hezaran çîrokên wan hene. Ev çîrok hemû jî bi jiyan û xwezayê re ye. Bi sedan salan e ligel hemû polîtîkayên qirkirinê xwe parastine."

Comert bilêv kir ku bi asîmîlasyonê çanda kurdê hatiye fetisandin û ji bo parastina muzîka kurdî divê zimanê kurdî baş bê bikaranîn û nirxên paşerojê yên wekî Ehmedê Xanî, Baba Tahîrê Uryan, Delîla û nirxên din baş bên naskirin." Comert anî ziman ku heke muzîka kurdî cewherê xwe biparêze dê li Rojhilata Navîn bibe modela pêşerojê.

(sa/wk)