1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Mêrdîn û Amed ji bo êzidiyan seferber bû
Mêrdîn û Amed ji bo êzidiyan seferber bû,mêrdîn,û,amed,ji,bo,êzidiyan,seferber,bû

Mêrdîn û Amed ji bo êzidiyan seferber bû

A+ A-

AMED (DÎHA) - Bi hezaran kurdên êzidî ku ji ber wehşeta çetay DAIŞ'ê warê xwe terikandine berê xwe dan bajarên Bakûre Kurdistanê. Êzidî piranî li Şirnex, Mêrdîn Êlih û Amedê hatine bicihkirin. Şaredariyên PHD'ê ji bo êzidiyan lez dan xebatên xwe. Şaredariya Bajarê Mezin ya Amedê daxuyand ku 600 êzidî hatine bicihkirin. Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê jî ragihand ku êzidî di mêvanxaneyên li gundên êzidiyan de hatine bicihkirin.

Êzidiyên ku ji ber qetliyamên çeteya DAIŞ'ê reviyan berê xwe dan Rojava, Bakur û Başurê Kurdistanê. Piştî êzidî koçber bûn kurdên ku malovaniya wan dikin jî ji bo êzidiyan seferber bûn. Şaredariyên Mêrdîn, Amed, Êlih û Şirnexê ji bo êzidiyan seferber bûn.

Hevşaredarê Bajarê Mezin yê Amedê Firat Anli, destnîşan kir ku 600 êzidî Amedê li cihên ewle hatine bicihkirin û hemû pêdiviyên wan hatine pêkanîne. Anli, got ku ji 600 êzidiyan 450 êzidî li Tesîsên Civakî yên Sumerparkê hatine bicihkirin û 150 kesên din jî li Tesîsên Sporê yên Şaredariya Peyasê hatine bicihkirin. Anli her wiha ragihand ku ji bo êzidiyan dê li fidanxaneya Yenîşehê konbajar bê avakirin. Anli, dîsa daxuyand ku hemû êzidî di kontrola tenduristiyê de hatine derbas kirin, ragihand ku tu nexweş an jî birîndar tunene.

Hevşaredara Mêrdînê Februye Akyol jî got ku lazime ji bo êzidî bikaribin vegerin ser milk û malên xwe têkoşîn divê û da zanîn ku ji bo êzidiyên ku bên Mêrdînê dest bi alîkriyan kirine. Akyol, destnîşan kir ku êzidiyên hatine Mêrdînê niha li gundê Bacin yê Midyadê di mêvanxaneya hatiye amadekirin de hatine bicihkirin û derbirî ku dê ji bo êzidiyan li Nisêbîn, Midyat û Qoserê ku warê êzidiyan e, cih dê bên amadekirin. Akyol, anî ziman ku niha nêzî 200 êzidî li gundê Midyadê û da zanîn ku 43 welatiyên êzidî jî niha di mêvanxaneya şeredariya bajarê mezin de hatine bicihkirin.

Akyol, derbirî ku bi êzidiyên hatine vê derê re axiviye û wiha got: "Gelek tiştên xerab hatine serê wan. Rêberek êzidiyan ku dayîkek 90 salîye, li nava gund bûkanî lê kirine û bi endamekî DAIŞ'ê re zewicandine. Dîsa 4 hezar jinên êzidî li bazarê tên firotin."

(lg)