Mêrsîn ji bo Leylayê pêşwazî bike amade ye
Hevserokê Rêxistina BDP'ê yê Mêrsînê Halîs Ernarîcî diyar kir ku amadekariyên wan ên ji bo merasîma cenazeyê Leyla Şaylemez a ku li Parîsê bi 2 siyasetmedarên kurd ên jin re hate qetilkirin berdewam dike.
Hevserokê Rêxistina BDP'ê yê Mêrsînê Halîs Ernarîcî diyar kir ku amadekariyên wan ên ji bo merasîma cenazeyê Leyla Şaylemez a ku li Parîsê bi 2 siyasetmedarên kurd ên jin re hate qetilkirin berdewam dike.Ernarîcî, bang li hemû kesî kir ku tevlî merasîma cenazeya Şaylemez bibin kir.
Ji bo 3 siyasetmedarên kurd ên jin ên ku li Parîsê hatin qetilkirin dê pençşemiyê li Amedê merasîma cenaze pêk bê. Pişt re cenazeyê Sazumankara PKK'ê Sakîne Cansiz bişînin Dêrsîmê, Fîdan Dogan bişînin Elbîstanê û Leyla Şaylemez jî bişînin Mêrsînê. Hevserokê Rêxistina BDP'ê yê Mêrsînê Halîs Ernarîcî têkildarî merasîma cenazeyê Leyla Şaylemez a ku înê li Mêrsînê bê kirin agahî dan. Ernarîcî, anî ziman ku amadekariyên merasîma cenaze bi lezgîn berdewam dikin û wiha got: "Gelê me amade ye û xebatên me berdewam dikin. Em hewil didin layîqî Leylayê bibin. Em neçar in layîk bibin. Banga me ji hemû gelê me re ew e ku roja înê li ber Mizgefta Nur amade bibin û tevlî merasîma cenaze bibin."
Bernameya cenaze
Cenazeyê Şaylemez dê pençşemê jî Amedê derbikeve rê li Hatay, Osmaniye û Edeneyê re derbas bibe. Roja înê saet di 09.00'an de dê li Ceyhanê bi girseyî bê pêşwezîkirin û pişt re jî dê li Edeneyê bi girsî saet di 10.00'an de bê pêşwazîkirin. Pişt re cenazeyê Şaylemez dê saet di 11.00'an de bînin Mizgefta Nur a li taxa Mevlana ya Tororslarê ya Mêrsînê. Piştî merasîma li Mizgefta Nur dê bibin Goristana Guneykentê ya navçeya Toroslarê û bê definkirin.
DİHA