‘Mêtinkariyê ji holê rake xweseriyê ava bike’
Ji ciwanên Kurd pêngava ‘Mêtinkariyê ji holê rake xweseriyê ava bike’
AMED 06.07.2014 07:08:12 Ciwanên Kurd pêngaveke nû ya bi navê, ‘Ji bo azadiya Rêbertî; mêtinkariyê ji holê rake xweseriyê ava bike’ da destpêkirin.’ YDG-H û YDGK banga “Zîhniyeta mêtinkar a dijminê gel ji Kurdistanê derxe li Kurdistana Azad ji bo Rêbertiya Azad û Jiyana Azad bi şev û roj têkoşîn” li tevayî ciwanan kir.
Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Welatparêz (YDG-H) û Jinên Ciwanên Şoreşger ên Welatparêz (YDGK), bi daxuyaniya dan diyar kirin ku pêngaveke nû ya bi navê, ‘Ji bo azadiya Rêbertî; mêtinkariyê ji holê rake xweseriyê ava bike’ dane destpêkirin.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku bi tevgera azadiyê re ji hêviyên gel re bûyîna bersiv û dîsa deynê li hember Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tenê bi têkoşîneke rast û bi têkoşîna tarzê serketinê re dikare bê dayîn.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku ji bo têkoşîn di bi awayekî berfireh pêş bikeve wezîfe û berpirsiyartiyeke dîrokî li pêşiya wan disekine û wiha hat gotin, “Ji Bo Azadiya Serokatî; Dagirkeriyê Rake Xweseriye Ava Bike” wek dewama pêngava, mêtinkariyê nejî û nede jiyandin, hatiye destpêkirin.
Di daxuyaniyê de behsa pêvajoya, “Rizgariya Demokratîk û Avakirina Jiyana Azad” a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daye destpêkirin hat kirin û ev bang hat kirin: “Roj roja azadiya Rêber Apo ye. Roj roja ji holêrakirina mêtinkariyê ye. Roj roja avakirina civaka azad e. Divê ciwanên Kurdistanê kampanyayê li her cihî berfireh bikin. Vê Zîhniyeta mêtinkar a dijminê gel ji Kurdistanê derxin li Kurdistana Azad ji bo Rêbertiya Azad û Jiyana Azad bi şev û roj têkoşînê pêş bixin. Li ser vî esasî pêwîst e, di serî de ciwanên Kurdistanê tevayî gelê me vê kampanyayê li her cihê Kurdistanê pêş bixe, li dijî hemû polîtîkayên mêtinkar di xeta têkoşîneke aktîf de berxwedana xwe heta serketinê bidomîne.”