Mîhrî Bellî wefat kir
Ji pêşengên şoreja Tirkiyeyê yê navdar Mîhrî Bellî di 96 saliya xwe de li Stenbolê çû ber dilovaniya Xweda. Bellî, endamtiya Partiya Komînîst a Tirkiyeyê (TKP), sazûmankariya Yekitiya Ciwanên Pêşverû, TEP, ODP û SDP'ê kir. Bellî yê tevli şerê navxweyî yê Yunanîstanê bû, di nava refên Artêşa Demokratîk de fermandariya tabûrê kir. Bellî yê ku herî dawî di hilbijartinên 2002'an de bûbû namzetê 1'emîn yê herema Stenbolê ya Bloka Ked Aştî û Demokrasiyê, 11 sal di girtîgehê de ma û 18 sal jî li surguniyê ma.
Ji pêşengên tevgera şoreşger ya Tirkiyeyê Mîhrî Bellî di 96 saliya xwe de li Stenbolê jiyana xwe ji dest da. Bernameya cenaze ya Bellî ku ji ber têrênekirina nefesê li mala xwe ya li Îçerenkoyê jiyana xwa ji dest daye hêj nehatiye diyarkirin. Lê çav li rê ye ku cenaze an roja pêşembiyê an jî înê bê definkirin.
Mîhrî Bellî kiye?
Şoreşger Mîhrî Bellî ku hemû emrê xwe bi têkoşîna azadî, biratiya gelan, aştî û sosyalîzmê derbas kir, di sala 1916'an de li Silîvriyê ji dayîk bû. Bavê wî rêveberê Berxwedena Trakyayê ya salên Şerê Rizgariya Tirkiyeyê Mehmûd Hayretîn Begê ji Rihayê ye. Bellî di sala 1936'an de ji bo beşa aboriyê bixwîne çû Amerîqayê. Li wê derê tevli tevgerên ciwan û karkaran bû. Di demêke li Mîssîsîpiyê tevli xebatên karkerên reşik bû di sala 1940'an de vegeriya Tirkiyeyê. Piştî bi TKP'ê re kete nava têkiliyan di sala 1942'an de bû endamê Komîteya Navendî (KM)ya TKP'ê.
Wekî gerîlla tevli şerê navxweyî yê Yunanîstanê bû
Di sala 1943-44'an de li Beşa Aboriyê ya Zanîngeha Stenbolê asîstaniya Ord. Prof. Frîtz Neumark kir. Vê demê bû rêveber û sazûmankarê Yekitiya Ciwanên Pêşvrû. Di sala 1944'an de 2 cezayê girtin û surgunê jê re hat birîn. Di sala 1946'an de derket derveyî welat. Bellî di heman salê de wekî gerîlla tevli şerê navxweyî yê Yunanîstanê û di nava refên Artêşa Demokratîk de fermandariya tabûrê kir. Di şer de du caran birîndar bû. Piştî vegeriya welat di sala 1951'an de ji doza TKP'ê hate girtin û 7 salan di girtîgehê de ma. Di salên 1960'an de Kovarên "Aydinlik" "Türk Solu" û "Sosyalîst Dergî" bi alîkariya wî derketin. Vê demê jî ji ber axaftin û nivîsên xwe 2 caran hat girtin. Bellî vê demê teza xwe ya navdar a bi navê "Şoreşa Demokratîk a Netewî (Mîllî Demokratîk Devrîm) pêşve bir.
Yekemcar di bernameya partiyê de cih da kurd û mafên wan
Li gel hevalên xwe wê demê bi pêşengên tevgera ciwanan yên wekî Denîz Gezmîş û Mahîr Çayan kete nava têkiliyê û bi wan re têkoşîn da. Di dema derbaya 12'ê adara 1971'an de ji bo neyê girtin derkete derveyî welat. Demekê bû mêvanê Rêxistina Rizgariya Fîlîstînê. Piştî vegeriya Tirkiyeyê di nava demek kin de cardin derket derveyî welat. Piştî efuya sala 1974'an bi hevalên xwe re Partiya Kedê ya Tirkiyeyê (TEP) ava kir. Peyva kurd û parastina mafên kurdan jî di bernameya TEP'ê de cîh digirit. Ji ber ku mafê kurdan di parast TEP ji aliyê Dadgeha Makeqanûnê ve hat girtin.
Rastî sûîqastê hat bi giranî birîndar bû
Bellî di sala 1979'an de rastî hewldana suîqastê hat. Di encama êrîşê de bi giranî birîndar bû. Piştî darbeya 12'ê Îlana 1980'an cardin derket derveyî welat. Demekê li rojhilata navîn ma. Tevli avakirina "Li Hemberî Faşîzmê Îniya Yekbûyî" bû. Ji wê derê derbasî Îsveçê bû. Wî her tim tevgera kurdan ji nêz ve dişopand. Di sala 1992'an de vegeriya Tirkiyeyê, di sala 1997'an de bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re hat cem hev û li ser çareseriya pirsgirêka kurd ya beyî federasyon a li ser esasa hevrayî nîqaşên dûr û dirêj kir. Ev hevdîtin pişt re wekî pirtûk hat çapkirin.
Namzetê herî kal
Bellî di sala 1996'an sazûmankariya ODP'ê û di sala 2002'an de jî ya SDP'ê kir. Di hilbijartinên 3'ê mijdara 2002'an de ji lîsteya Bloka Ked, Aştî û Demokarasî - DEHAP'ê wekî namzetê herela yekemîn ya Stenbûlê bû namzet. Di sala 2005'an de bi navê "Hapîsaneden Çîzgîler" pêşenga portreyê vekir. Bi giştî 11 sal di girtîgehê de ma û 18 sal ji li surguniyê ma. DÎHA (lg)