Mîhrîcan bi konsara mezin bi dawî bû
Mîhrîcana Tetwanê bi konsara mezin a deh hezaran bi dawî bû
44'emîn Mîhrîcana Çand, Hûner û Fuara Anatoliyayê ya Tetwanê ya ku ji aliyê Şaredariya Tetwanê ve hate organîzekirin bi konsera Aynur Dogan Serhado û Comert bi dawî bû.
4'emîn Mîhrîcana Çand, Hûner û Fuara Anatoliyayê ya Tetwanê ya ku ji aliyê Şaredariya Tetwanê ve hate organîzekirin bi dawî bû. Di şeva dawî de bi konsera hunermend Comert, Aynur Dogan û Serhado tevlî bû ya bi navê "Şeva Aram Tîgran" bi deh hezaran kes tevlî bûn. Di konserê de Endamê Meclîsa BDP'ê Osman Ergîn, diyar kir ku şîdeta polîsan a di mitînga 14'ê tîrmehê de li hemberî gel û wekîlan pêk anîn weke "serdema Kenan Evren" bû. Şaredarê Tetwanê Abdullah Ok jî bal kişand ser zext û zordariyên demên dawî û wiha got: "Li hemberî zext û îşkenceyên li ser kurdan tenê peyvek heye ew jî berxwedan jiyan e"
Piştî axaftinan hunermend Comert derket ser dikê û berî dest bi stran gotinê bike axivî û wiha got: "Ji Sumeran heta niha li ser vê erdnîgariyê gelek gel bi me re jîn lê tu dewletan zimanê me qedexe nekirin. Divê dawî li vê faşîzmê bê kirin." Piştî Comert Aynur Dogan û Serhado jî derketin ser dikê.
Konserê heta derengî şevê berdewam kir û mîhrîcan bi fişekên hewayî bi dawî bû.
(bd/mae)