1. Hemû Nûçe

  2. Çand û Huner

  3. Mîhrîcana Berxbirê dest pê kir
Mîhrîcana Berxbirê dest pê kir,mîhrîcana,berxbirê,dest,pê,kir

Mîhrîcana Berxbirê dest pê kir

A+ A-

ŞIRNEX (DÎHA) - Mîhrîcana Berxbirê ku îsal bi slogana "Çanda aad bi Rêberê azad re li çiyayên azad pêş dikeve" cara 10'emîn bi tevlibûna zêdetirî 10 hezar kesan dest pê kir.

Mîhrîcana Berxbirê ya ku cara 10'amîn e li navçeya Elkê ya Şirnexê bi slogana "Çanda aad bi Rêberê azad re li çiyayên azad pêş dikeve" duh êvarê dest pê kir. Zêdetirê 10 hezar kesan bi cilên xwe yên neteweyî li qontara çiyayê Kato hatin ba hev. Li qada mîhrîcanê alên PKK, KCK, HPG, YPG, postêrên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, mahsum Korkmaz, Mehmet Goyî (Mehmet Kaplan), Nergîz Karahan (Nergîz Cizre) hatin daliqandin. Her wiha pankartên wekî "Bi xweseriya demokratik em ê bigihîjin civaka azad" û "Şoreşa Rojava, şoreşa jinê ye" hatin daliqandin.

Bernameya yekem a mîhrîcanê forma ku li ser hilbijartinên serokomariyê, Şoreşa Rojava, pêvajoya çareseriyê ya ji aliyê Komîsyona Hilbijartinê ya PHD'ê ya Şirnexê ve hate organîzekirin bû. Welatiyan eleqeyeke mezin nîşanî forûmê dan û bal kişandin ser girîngiya hilbjartinên serokomariyê. Piştre Koma Folklorê ya Şaredariya Elkê derket ser dikê û sînevîzyon hate pêşandan. Piştî snîvîzyonê Hevşaredarên Elkê, hevserokên PHD'ê yên navçeyê axaftina vekirinê kirin û starta mîhrîcana ku dê 3 rojan bidome dan.

Peyama Fermandariya Sahaya Botanê ya HPG'ê hate xwendin

Piştî slavdanê hunermend Bêrîvan Ar3in derket ser dike û bi stranên wê welatiyan govend gerandin. Piştre peyama Peyama Fermandariya Sahaya Botanê ya HPG'ê ya ji bo mîhrîcanê hatibû rêkirin, hate xwendin. di peyamê de hate xwestin ku mîhrîcan bibe wesîleya azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û azadiya gelê kurd. Her wiha di peyamê de ji bo gelê Rojava piştgirî hate xwestin. Dema ku peyam bi dawî bû li qada mîhrîcanê dirûşmên "Bİjî Serok Apo" û "Ocalan" bilind bûn.

Di peyeman de peyama yekîtiya neteweyi derket pêş

Di vekiriana mîhrîcanê de Hevserokê PHD'ê yê Şirnexê Abdulazîz Bîlgî axivî û bal kişand li ser girîngiya hilijartinê serokomariyê. Bîlgî xwest ku hemû keb bi ruhê yekîtiya neteweyî pêvajoya diyalogê bi azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û azadiya gelê kurd tacîdar bike. Piştre Koroya Kurtay Faraşîn û Demhat Botan derketin ser dikê û heta saetên dereng ên şevê berdewam kir.

(sa)