Mîhrîcana Dêrsimê bi coş didome
DÊRSIM - ANF 14.Mîhrîcana Çand û Xweza a Mûnzûr di çarçoveya aktîvîteyên li taxan bi konseran bi coşeke mezin didome.
14.emîn Mîhrîcana Çand û Xweza ya Mûnzûr bi konseran didome. Li gorî salên din îsal mîhrîcan li her taxên Dêrsimê belav dibe. Di roja duyemîn de taxên wek Gazîk û Alîbaba ji bo hemwelatî û mêvanên Dêrsimê konser hatin lidarxistin. Di Taxa Gazikê de Koroya Jinan, Koma Îsyan Ateşî, Taylan Yildiz û Mehmet Ekicî derketin ser dikê.
Bi hezaran hemwelatî li taxê kom bûn dirûşmên "Bijî serok Apo’, ‘PKK gel e, gel li vir e’ û ‘Li çiyê negerin Apocî li her derê ne’ hatin berzkirin. Gelek stran ji bo Şoreşa Rojava û Sakîne Cansiz hatin gotin. Gelek kes bi cilên gelerî beşdarî konserê bûn û li ber stranên hatin gotin govend gerandin. Her wiha Hevşaredara Dêrsimê Nurhayat Altun jî axaftinek kurt kir. Bi hezaran kes bi yek dengî silavên germ ji bo berxwedana Licê û Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan şandin.
Di Taxa Alîbab jî Koroya Zarokan, hunermendên wek Alî Aslan Zelemele, Sena Dêrsimî, Hasan Alî û Koma Vardiya derketin ser dikê. Li qada taxê bi sedan hemwelatî kom bûn û deqeyek rêzgirtin. Piştî rêzgirtinê Koroya Zarokan bi cilên gelêrî derket ser dikê. Nêzîkî bîst zarok bi zaravaya kirmanckî ya Kurdî û zimanê Tirkî beşdar silav kirin. Stranên ku ji aliyê zarokan ve hatin gotin ji aliyê guhdaran ve rastî eleqeyek mezin hat û hemwelatiyan bi deqeyan ji bo Koma Zarokan li ser piyan çepik lêdan. Pişt re hunermendên ku derketin ser dikê coşa hemwelatiyan mezintir kir. Hemwelatiyan bi stranên ku hatin gotin heya derengiya şevê govend gerandin.