Mîhrîcana Dêrsimê weke çemê Munzurê diherike
GOKHAN ALTAY
DÊRSIM (DÎHA) - Di 14'emîn Mîhrîcana Xweza û Çandê ya Munzurê de her roj coş zêdetir dibe. Bi hezaran kes beşdarî mîhrîcanê bûn û hatin mêvandariya Dêrsimê. Çemê Munzurê mêvanên Dêrsimê hênik dike. Dengê ciwan û hunermendan ji kuçeyên Dêrsimê heya derengiya şevê bilind dibe û stranên Awazê Çiya ji kuçeyên Dêrsimê qet kêm nabe.
14'emîn Mîhrîcana Xweza û Çandê ya Munzurê bi coşeke mezin berdewam dike. Li gorî salên din îsal zêdetir beşdarî heye û bi hezaran welatî ji bo mîhrîcanê herikîn Dêrsimê. Ji Stenbol, Enqere, herêma Trakyayê û hemû bajarên bakurê Kurdistanê welatî hatin mîhrîcanê. Mîhrîcana 14.emîn li gorî salên din cudatir bernameya wê hat çêkirin û bi naveroka têr û tijî hê jî berdewam dike. Ji salên cudatir li her tax û navçeyên Dêrsimê bernameya mîhrîcanê hat belavkirin. Ji ber vê hem welatî kêfxweş in he jî niştecihên ku li deverek rûdinên dikarin beşdarî mîhrîcanê bibin. Her wiha ji bo mêvanen ku ji deverên din hatin amadehiyek mezin hat kirin.
Mêvan bi wêneyên Ocalan tên pêşwazîkirin
Ji bo mêvanan Şaredariya Dêrsimê pansiyon amade kir û ji bo wan hin riyên navendî ji trafîkê re hatin girtin. Di heman demê de welatiyên ku tên Dêrsimê li rastî wêneyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan tên. Di ser riya Pulur û Dêrsimê li ser piranî tabeleyên trafîkê wêneyên Ocalan hatine pêvekirin. Beşdarên îsal piranî ji ciwanan pêk tê. Hemwelatiyên ku di malan an jî pansiyonan de namînin jî li ber Çemê Munzurê kon vedane. Hêjmara konan ji sedî zêdetir çêbûye û her yek li aliyekê hatiye vedan. Serê sibê ciwan xwezayê paqij dikin û wisa dest pê roja xwe dikin.
Patîle xwarinek jêneger e!
Navenda bername û çalakiyên mîhrîcanê Qada Seyît Riza ye. Welatî li ber pêykera Seyît Riza wêne dikişînin. Li ser her riyên ku derdikeve qadê standên cur bi cur hatine vekirin. Di standan de ji pirtûkan heya cil û bergan her tişt tên firotin. Di heman demê de amûrên ku li ser nexşên Dêrsimê hene û taybetiyên Dêrsîmê di nav xwe de temsîl dikin zêdetir tên firotin. Li her kuçe û cihê çalakiyan jî patîle bi destê jinan tê çêkirin. Ji ber erzanbûn û xweşbûna patileyan hemwelatî zêdetir patîle tercîh dikin.
Dêrsim weke bûkek hatiye xemilandin
Di navenda qade de jî ji bo azadiya Ocalan standa îmzeyan hatiye vekirin û rastî eleqeyek mezin tê. Ji ber ku bi hezaran kes lê ne kafe û ber Çemê Munzurê jî qet vala nabin. Kuçeyên Dêrsimê her çiqas bi standan tijî bibe jî Dêrsim bi posterên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, Sakîne Cansiz, Leyla Şaylemez, Fîdan Dogan û alên kesk, sor û zer ve weke bûkekê hatiye xemilandin. Hemû reng û dengê fraksiyonên çepkir jî li her cihê Dêrsimê tê dîtin.
Dengê defê heya derengiya şevê nasekine
Dengê muzîkê jî qet li kuçeyan kem nabin. Strana ku herî zêde tên guhdarkirin yên Awazê Çiya û stranên li ser rojava hatine çêkirin in. Ciwan ji bilî konseran heya derengiya şevê bi defên ku lê didin û bi stranên ku dibêjin govendê digerînin. Di heman demê de ji bilî govend gerandinê bi hev re li ser geşedanên dawîn ku li Cihanê û Kurdistanê diqewimin nêrînên xwe parve dikin. Ji ber ku di demeke nêz de hilbijartina Serokomariyê heye li Dêrsimê jî ji bo namzetê serokomariyê Selahattîn Demîrtaş xebatek bi bandor tê meşandin. Li gelek cihan ji bo Demîrtaş belavok tên belavkirin û xebat tên meşandin. Bernameya îsal jî têr û tijî derbas dibe.
Abbasî û Rastak cara yekemîn konser dan
Di heman demê de li çend cihan panel, forûm û konser tên lidarxistin. Kursiyên gel tên avakirin û nêrînên welatiyan zêdetir tê bihîstin. Mijarên wek Rojava, Jin Koçberî û Çanda kurdan zêdetir tên nîqaşkirin. Bi dehan hunermendên kurd û tirk beşdarî konseran û bidehan rewşenbîr, akademîsyen û rojnamevan ji bo mîhrîcanê hatin Dêrsimê. Di nav hunermendên mêvan de hin kes cara yekemîn tên Bakûrê Kurdistanê. Hunermend Yelda Abbasî û Koma Rastak ên rojhilatî ji van hunermendan in.
Trafîk li Dêrsimê jî heye!
Ji ber germahiya nav rojê mêvan bi ava Çemê Munzûrê hênik dibin. Piranî kes di nav rojê de diçin Çavkaniyên avan a Pulurê û di ava cemidî de avjeniyê dikin. Ji ber ku ji bo hin kesan çem pîroz e li ber kevirên çem mûm pêdixin. Li gorî efsaneyekê çem navê xwe ji zarokek bi navê Munzur digire û piştre winda dibe. Ji bo vê jî mûmên ku pêdikevin ji bo şîna Munzur e. Di mîhrîcanê de zimanê ku tê axivîn jî balê dikişîne ser xwe. Zêdetir bi tirkî tê axivîn. Her çiqas kal û pîrên Dêrsimê bi zaravaya kirmançkî biaxivin jî ciwan zêdetir zimanê tirkî tercîh dikin. Pirsgirêka herî mezin ya ku hemwelatî û mêvan dijîn jî meseleya trafîkê ye. Ligel hin rê hatibin girtin jî têrê nake û li Dêrsimê ji bo siwareyan otoparkek berbiçav nîn e.
Di mîhrîcana îsal de surprîz jî hebûn. Di roja sêyemîn a mîhrîcanê de rêxistina LGBTÎ bi pêşengiya Asmê Roştiya ya Dêrsimê meşa Nirx hat lidar xistin. Bi sedan LGBTÎ beşdarî meşê bûn û bi deng û rengê xwe gotin ku ew li vir in.
(sa)