Mîhrîcana Filman ên Amedê
Mîhrîcana Filman ên Amedê ya Navneteweyî: Zimanek û rêbazek nû
MÛSTAFA EMRAH SUER OSAD, piştî Fîlm Amed niha jî bi Mîhrîcana Filman ên Amedê ya Navneteweyî li Amedê derdikeve pêşberî sînemahezan. Di mîhrîcana ku di navbera 22-28 Cotmehê de dê were lidarxistin, hemû kesên ku dixwaze sînemayên alternatîf çêkin dikarin beşdar bibin. Endamê Lijneya Rêvebiriya OSAD'ê Îlham Bakir da zanîn ku ew ji hemû ferasetên rikberî û pêşbirkî xwe dûr digirin û wiha got: "Em ê filmên ku ne li gorî pîvanên me bin, jinê biçûk bixe, gel biçûk bibîne qebûl nekin. Divê fîlman ne li hemberî nirxên hevpar ên mirovahiyê bin. Fîlmên ku derdên wan hebin, di nava tercîhên me de ne."
Komeleya Sînemakarên Rojhilatanavîn (OSAD), piştî Mîhrîcana Filmên Belgefîlm a Fîlm Amed dê Mîhrîcana Fîlman ên Amedê ya Navneteweyî li dar bixe. Dê di mîhrîcanê de xelata ekolojiyê, xelata azadiya jinê, xelata dewlemendiya çandî û xelata naveroka civakî ya herî baş bê dayîn. Tê gotin ku di mîhrîcanê de berovajî feraseta pêşbirkê dê feraseta hevparbûnê pêş bikeve. Endamê Lijneya Rêvebiriya OSAD û yek ji sazkerê Mîhrîcana Fîlman ên Amedê ya Navneteweyî Îlham Bakir derbarê xebatên xwe de agahî da DÎHA'yê. Bakir anî ziman ku li herêmê gelek fîlm tên kişandin û herêm ji bo sînemayê herêmek balkêş e, lê fîlmên ku tê kişandin rastiya herêmê nîşanî temaşevanan nake. Bakir rexneyên xwe domand û diyar kir ku fîlmên li herêmê tên kişandin bi feraseta neteweya serdest tê kişandin û rastiya herêmê tê veşartin.
'Ronîbûna kurd a li herêmê pêş ket xwe di qada hunerê jî afirand'
Bakir destnîşan kir ku ronîbûna kurd a ku li herêmê pêş ket di qada hunerê de jî xwe da nîşandan û sînemayê di nava van qadan de bilêv kir. Bakir wiha got: "Sînemavanên kurd bi fîlmên ku dikişînin rastiya gelê kurd li ser esasek rast nîşan dide. OSAD cihê ku sînemavanên dixwazin sînemayek alternatîf çêbikin û sînemavanên kurd hatine cem hev e. Wekî platforma wan e. Di vê platformê de ne tenê fîlmên kurdan ên kêmaran jî tê çêkirin. Em ê Mîhrîcana Fîlman ên Amedê ya Navneteweyî di navbera 22-28'ên Cotmehê de li dar bixin. Ev mîhrîcan dê ji mîhrîcanên din cuda be. Em dixwazin ligel em filman bînin cem hev û di navbera wan de pêşbirkek bidin meşandin, berovajî vê hevpariyek pêk bînin. Em dixwazin fîlman bi gel re par ve bikin. Feraseta vê mîhrîcanê ne cudakirin, lihevanîn e."
Bakir bilêv kir ku di çarçoveya mîhrîcanê de dê sînemavan werin cem hev û li ser ramanan nîqaşan bikin û pişt re jî ev ramanan bixin pratîkê. Bakir, wiha axivî: "Mînak em ê bêjin a herî baş. Tabî em dizanin ev jî gotinek hiyerarşîk e. Lê ji bo ku em van derbas bikin, em ê platforman ava bikin. Em ji raman û rexneyan vekirî ne. Hewceye der barê vê de zimanek nû were afirandin."
'Em dixwazin sînemaya demokratîk ya kurd pêş ve bixin'
Bakir der barê logoya mîhrîcanê jî agahî da û wiha pê de çû: " Logoya mîhrîcanê simbil û roj e. Sedema vê yekê simbil sembola nirxên hevpar a neolitîkê ye, roj jî sembola mezopotamyayê ye. Herî zêde em filmên der barê rojhilata navîn qebûl dikin. Tabî deriyê me ji fîlmên ewropayê jî ne girtî ye. Lê divê fîlmên ji ewropayê jî were divê ser bi xwe be. Em ê filmên ku ne li gorî pîvanên me bin, jin biçûk bibîne, gel biçûk bibîne qebûl nekin. Divê fîlman ne li hemberî nirxên hevpar ên mirovahiyê bin. Fîlmên ku derdên wan hebin, di nava tercîhên me de ne."
Bakir diyar kir ku naveroka fîlman ji bo wan girîng e û wiha axivî: " Tabî jiyana taybet a derhêner jî ji bo me girîng e. Mînak heke derhêner di jiyana xwe de şîdet li hemberî jinê pêk bîne û heke em vê bizanibin em vê yekê qebûl nakin. Em hunerê jiyana taybet an jî jiyana hunerê nanirxînin. Mirov di jiyana hunerî de yek e. Em dixwazin sînemaya neteweya demokratîk a kurd pêş ve bixin. Sînemaya kurd gihaştiye sînemaya Îran û Tirkiyeyê. Her çiqas hêza aboriyê tune be jî, ku em sînemayê wekî tiştekî bi aboriyê dimeşe nabînin. Em bi hevparî û piştgiriyê sînemayek diafirînin. Dema hemû sînemavan tên cem hev hêzek mezin derdikeve holê. Ligel hemû zehmetiyan em ê mîhrîcana xwe li dar bixin. Sînema ne tenê tiştekî di nava çar dîwaran e. Em ê sînemayê ji nava dîwaran xilas bikin û bibin gundan, taxan. Li herêmê ji bo hilbijartina mijaran tu zehmetî tune ye ji bo sînemayê. Sînemaya kurd di vê mijarê de bi sûd e. Li herêmê hûn qemarayê deynin ku ji wir fîlmek dê derkeve. Ji ber êşên hatiye jiyandin wisa ye. Tiştên ku di nava 30 salan de hate jiyandin têra 50 salan dike."
(ab/mae)