1. Hemû Nûçe

  2. Çand û Huner

  3. Mîhrîcana Gerok pergalê rexne dike
Mîhrîcana Gerok pergalê rexne dike,mîhrîcana,gerok,pergalê,rexne,dike

Mîhrîcana Gerok pergalê rexne dike

A+ A-

18'emîn Mîhrîcana Gerok îsal 30'ê mijdarê dest pê dike.

Di 30'ê mijdarê de 18'emîn mihrîcana gerok dest pê dike. Di mîhrîcanê de di beşa Şaşiya Hilberînê de di fîlmên metrajdirêj û du belgefîlmên kurt dê werin pêşandan. Di vê beşê de otorîte, jiyana kar, şaristaniya rojava ya di sedsala 21'an de dê were analîzkirin û rexnekirin. Di herka mîhrîcanê de dê di ser pirtûka 'Şoreş an jî Qayilî: Hilberîn, Tecrube û Teknolojî' yê de têkiliya teknolojiyê ya li ser cerebeya civakî û endustriyên afrîner were analîzkirin.

Di vê beşê de di nav fîlmên ku werin pêaşndan de fîlmê yekem a derhêner Carmen Losmann yê bi navê 'Bipesine, bixebite, ewle be' jî cih digire. Di vî fîlmê ku nîşanî me dide bê ka çawa civaka rojavayî tam jî wekî ku Orwell tasfîr kiribû ber bi tarîtiyeke bêbînî ve diçe û bê ka pêşerojeke çawa li pêşiya wan e. Di fîlmê de tabloyeke ku her kesê kedkar û karker wekî hejmaran tên hesabkirin û ji mirovbûnê veguherîne reqamên matematîkî tê vegotin. Derhênerê rûs Andrey Gryazev jî bi belgefîlma xwe ya bi navê 'Sibe' bêkêrbûna otorîteyê vedibêje. Belgefîlm vê vegotinê di ser çalakî û tarzê jiyana koma hunerê Voina ku bi çalakiyên xwe yên li dijî pergalê tên nasîn vedibêje.

Di nav belgefîlmên metrajdirêj ên ku di herka mîhrîcanê de dê bi sînemahezan re werin parvekirin de Fîlmê bi navê Mirovê Makîne ku behsa karkerên karên giran ên li Bangladeşê dike û belgefîlma bi navê Fîşekên Hawayî ku beha komeke ekolojîst di nav pîrozbahiyên bi fîşekên hewayî yên 31'ê Kanunê (Noel) de bi fîşekên hewayî çawa fabrîkayeke hesin û pola ku yek ji fabrîkayê mezin a Ewropayê ye û hawridorê qirêj dike dişewitînin vedibêje.

DÎHA (ro/mae )