1. Hemû Nûçe

  2. Çand û Huner

  3. Mîhrîcana Mûnzûrê bi dawî bû
Mîhrîcana Mûnzûrê bi dawî bû,mîhrîcana,mûnzûrê,bi,dawî,bû

Mîhrîcana Mûnzûrê bi dawî bû

Mîhrîcana Mûnzûrê bi awayekî bi heybet bi dawî bû

A+ A-

12'emîn Mîhrîcana Xweza û Çandê ya Mûnzûrê bi konsera bi deh hezaran mirov beşdar bû, bi awayekî bi heybet bi dawîbû. Parlementera BDP'ê ya Stenbolê Sabahat Tûncel da zanîn ku CHP berpirsyarê Komkujiya Dêrsîmê ye û wiha got: "Îro jî ew ferasete komkujiyê AKP'ê didomîne. Em vê yekê ji ku dizanin, ji Roboskiyê dizanin." Tûncel anî ziman ku Serokwezîr Erdogan ji têkoşîna kurdên li Sûriye ditirse û wiha axivî: "Kurd azadiyê dixwazin. Tu yê vî dengî bibihîze, tu mecburî bibihîze."

Di roja dawi ya 12'emîn Mîhrîcana Xweza û Çandê ya Mûnzûrê de him di forûma ku bi hezaran kes beşdar bû de him jî di konserê de bendav hatin şermezarkirin. Di çarçoveya mîhrîncanê de li Qada Seyît Riza forûmekî bi navê "Erdnîgariya Dêrsîm; 9 bendav, 63 maden, 10 hezar û 557 mayin" hate lidarxistin. Di forûmê de gelek welatî mafê axaftinê girtin û nêrînên xwe anîn ziman. Di axaftinan de wisa hate gotin: "Di encama çalakiya li hemberê Bendava Pembelîkê hevalekî me hate girtin. Em jî li dijî bendava me, xwe îhbar dikim, min jî bigirin", "Ez ji Amedê hatim. Lê li hemberê bendavên ku li ser Mûnzûrê tê xwestin ava bikin, îro ji Dêrsîmê me", "Ji bo bîranîna kesên ku di Komkujiya Dêrsîmê de hatibûn qetilkirin û bê gor in, bila li Zinarên Halvoriyê bîranînekî were çêkirin", "Ji bo Serhildana Dêrsîmê Seyît Riza di cihekî pir girîng de ye. Navê wî dane vê qadê û heykelek çêkirine, ev pir girîng e, lê divê bîranînekî ku navê kesên din ên di komkujiyê de hatin qetilkirin lê nivîsî be were çêkirin" û "Ciwanên Dêrsîmî xwedî li zimanên xwe dernakevin. Heke tê xwestin ku li hemberî bendavan li ber xwe bidin, divê derkevin kolanan."

Li dijî bendavan xwe li erdê dirêj kirin

Piştî axaftinan Koma Lîstîkên Gel a girêdayî Navenda Çanda Yuz Çîçek Açsinê xwepêşandanekî pêşkêşî kir. Piştî wê meşa ku her sal tê kirin a bi navê "Bila Mûnzûr azad biherike" hate lidarxistin. Di meşê de Parlementera BDP'ê ya Stenbolê Sebahat Tûncel, Şaredara Dêrsîmê Edîbe Şahîn, hunermend Ferhat Tûnç û 10 hezar welatî cihên xwe girtin û pankarta wekî "Agva munzur o, Vae ma munzur o, Derde ma munzur o, Munzur rae cane meo" hate hilgirtin û ji Qada Seyît Riza heta Qada Palavrayê meş hate lidarxistin. Di meşê de dirûşmeyên wekî "Dêrsîm dê ji faşîzmê re bibe gor" û "Dê Mûnzûr azad biherike" hate berz kirin. Girse dema gihaşt Qada Palavrayê ji bo şermezarkirina bendavan deqîqeyek xwe li erdê dirêj kir. Çalakî bi dirûşmeyan bi dawî bû.

Konsera dawî !

Mîhrîcan bi konsera êvarî bi dawî bû. Konser bi koma ku ji Yûnanîstanê hatibûn, Giannis Xarolis dest pê kir. Di konserê de girse dirûşmeyên wekî "PKK gel e, gel li vir e", "Kurdistan dê ji faşîzmê re bibe gor", Bijî Serok Apo" berz kir. Piştî koma yûnanî Parlementera BDP'ê ya Stenbolê Sabahat Tûncel axaftinek kir. Tûncel bi gotina "Merhaba Kurdistaniyan" dest bi axaftina xwe kir û behsa giringiya Dêrsîmê ji bo Tirkiye û herêmê kir. Tûncel, wiha got: "Heke Dêrsîm azad bibe, dê Tirkiye azad bibe, Kurdistan azad bibe. Komkujiya 38'an tenê li hemberî elewî û kurdan nehatiye çêkirin, bi armanca bêdengkirina gel û beşên civakê yên cuda hatibû çêkirin. Tiştê ku li ser me ferz dikin tirkitî û sunîtî ye."

'Feraseta komkujiyan AKP didomîne'

Tûncel anî ziman ku CHP berpirsyarê Komkujiya Dêrsîmê ye û wiha got: "Niha jî feraseta komkujiyan AKP'ê didomîne. Em vê yekê ji ku dizanin, ji Roboskiyê dizanin. Berpirsyarê êrîşa li hemberî welatiyên elewî yên Meletiyê ji ber ku rojî nagirin Serokwezîr Erdogan e. Him tê bêje ez pêşîlêvekirina elewiyan pêk tînim, him jî tê deriyê welatiyên elewiyan nîşan bike. Ji ber ku rojî nagirin dê lînç bikî. Tê ji ber ku çav berdabû dengên elewiyan, pêşîlêvekirina elewiyan da destpêkirin. Tu bi xeter dilîzî. Destê xwe ji baweriya me bikişîne. Li vî welatî elewî hene û dê hebin. "

'Em meşa azadiyê ya Kurdistana Rojava silav dikin'

Tûncel diyar kir ku Serokwezîr Erdogan ji têkoşîna kurdên Sûriyeyê ditirse û wiha got: "Ew dibêje Sûriyeya Bakûr, em dibêjin Kurdistana Rojava. Em wekî Kongreya Demokratîk a Gelan meşa azadiyê ya Kurdistana Rojava silav dikin. Serokwezîr, Sûriyeyê bibîne, kurdên vî welatî azadiyê dixwazin. Tu yê vî dengî bibihîzî, tu mecbûre bibihîzî. Kurd dixwazin azad û xweser bijîn."

'Heke rêberê gelekî ne azad be, ew gel jî ne azad e"

Tûncel bibîr xist ku bi deh hezaran kes bi ser navê "KCK" hatine girtin û axaftina xwe wiha dom kir: "Rêberê Gelê Kurd saleke di bin tecrîdê ye. Heke rêberê gelekî ne azad be, ew gel jî ne azad e." Tûncel bang li girseyê kir û wiha got: "Hûn amade ne şoreşê pêk bînin, hûn amade ne azadiya xwe bi dest bixin." Li ser vê gotinê girse bi yek dengî bersiva "Em amade ne" dan. Tûncel derbirî ku divê kurdên li herêmê û rêxistinên demokratîk bûyerên Sûriyeyê ji bo xwe mînak bigirin û wiha pê de çû: "Li Kurdistana Rojava meşa azadiyê pêk tê. Ev yek divê bibe mînaka me. Serkeftin pir nêzîke, divê tenê em pê bawer bin." Tûncel gotina Sema Yuce ya wekî "Li vê cîhanê 2 roj nabe" bi bîr xist û wiha axivî: "Niha em ê li aliyê pergalê bin an em ê li aliyê şoreşê bin? Divê em bersiva vê yekê baş bidin. Serokwezîr geşedanên li Kurdistanê dişopîne û dixwaze gelan bixapîne. Lê belê li Kurdistanê gav bi gav şoreşek pêk tê."

'Xwedê Rêberekî wisa daye kurdan ku...'

Piştî axaftina Tûncel Koma Hewreman a ku ji Herêma Kurdistana Federal hatibû, derket ser dikê. Piştî komê Hozan Comert derket sere dikê, li ser vê yekê girse bi yek awazî dirûşmeya "Şehîd namirin" berz kirin. Hozan Comert beriya stranên xwe bi girseyê par ve bike, axaftinek kir û wiha got: "Xwedê Rêberekî wisa daye kurdan ku, ev Rêber xeyalê Ehmedê Xanî bû, xeyalê Qazî Muhammed bû, xeyalên Şêx Saîd û Seyîd Riza bû. Ev rêber ku 4 perçe Kurdistanê di têkoşîna azadiyê de anî cem hev. Ev rêber Serok Apo ye."

Piştî konsera Hozan Comert Şaredara Dêrsîmê Edîbe Şahîn derket pêşberî girseyê û axaftina bidawîkirinê kir. Şahîn ji bo kesên ku keda wan ketiye mîhrîcanê spasiyên xwe anî ziman. Piştî Şahîn Koma Mûnzûr derket ser dikê û bi stranên xwe girse coşand. Herî dawî hunermend Ferhat Tûnç derket ser dikê. Tûnç da zanîn ku di dema hilbijartinan de li hemberî hemû axaftinên wî doz hatine vekirin û gotinên ku bibû mijara cezayê tevî gel careke din anî ziman û wiha got: "Ev sondek e. Ez we bi rihê şoreşger ên Mazlûm Dogan, Îbrahîm Kaypakkaya, Mahîr Çayan û Denîz Gezmîş silav dikim." Piştî konsera Ferhat Tûnç mîhrîcan bi dawî bû.

(ab/mae)