Mîhrîcana Mûnzûrê didome
12'emîn Mîhrîcana Xweza û Çandê ya Mûnzûrê ku bi dirûşmeya "Bila Komkujiya Dêrsîmê were nasîn, Bendav 2'emîn komkujiya 38'an e" tê lidarxistin bi coşeke mezin didome. Bi hezaran welatiyên ku di stadyûmê beşdarî konserê bibûn, bi yek awazê dirûşmeya "Ji bendavan re na" berz kirin.
12'emîn Mîhrîcana Xweza û Çandê ya Mûnzûrê bi beşdariya hezaran kesî bi coşeke mezin didome. Di çarçoveya mîhrîcanê de şeva din di stadyûma bajêr de konserek hate lidarxistin. Di konserê de Koroya Zarokan a GKM Omedya Mestû, Metîn Kahraman, Zele Mele, Yaşar Kûrt, Servet Kocakaya derketin ser dikê. Di konserê de welatiyan li gorî dilên xwe wext derbas kirin. Di konserê de cara ewil Omedya Mestû derket ser dikê. Endamên koroyê dema Komkujiya Roboskiyê bi bîrxistin, welatiyên ku beşdarî konserê bibûn bi yek dengî dirûşmeya "Şehît namirin" berz kirin. Piştî stranên koroyê, peyamên ku ji aliyên Hevseroka Giştî ya BDP'ê Gultan Kişanak û Parlementera BDP'ê ya Amedê Emîne Ayna hate xwendin. Girse peyaman li ser piyan guhdar kir ku bi dirûşmeya "Bijî Serok Apo" û "PKK gel e, gel li vir e" bersivand.
Metîn Kahraman jî derket ser dikê û stranên xwe yên ku ji herêma Dêrsîmê kom kiriye, parve bike. Zele Mele bi tarza xwe ya cuda beşdaran coşand. Zele Mele strana ku li ser Mûnzûrê nivîsandibû ya bi navê 'Mûnzûro' tevî Omedya Mestû got. Servet Kocakaya jî derket ser dikê. Kocakaya strana Ahmet Kaya jî got û vê stranê diyarî kurdên Sûriyeyê ku ber bi azadiyê ve dimeşin kir. Yaşar Kûrt ji aliyê beşdaran ve rastî eleqeyek mezin hat. Strana Kûrt a "Anne" ku li dijî milîtarîzmê dibêje, ji aliyê beşdaran ve hate ecibandin.
Ji aliyê din Nûnertiya KESK'ê ya Dêrsîmê li konserê standa îmzeyan vekir û ji bo KESK'iyên girtî serbest werin berdan îmze kom kir. Welatiyên ku ji gelek bajaran hatibûn Dêrsîmê, di konbajara ku li perava Çemê Mûnzûrê hatiye avakirin de dimînin.
(ab/mae)