Mîhrîcana Rojnamegeriya kurd didome
Li navçeya Soran a Hewlerê Mihrîcana rojnamegeriya kurd bi bernameyên cuda didome. Di mihrîcanê de pêşengeh hatin vekirin û panel hatin lidarxistin
Li navçeya Soran a Hewlerê Mihrîcana rojnamegeriya kurd bi bernameyên cuda didome. Di mihrîcanê de pêşengeh hatin vekirin û panel hatin lidarxistin.
Mihrîcana 114'emîn Rojnamegeriya Kurdî ku 3 rojin li navçeya Soran didome, bi tevlêbûna rojnameger, rewşenbir, nivîskar û gelek kurdên herêmê û Ewropayê bi pêşengehan benddewam kir.b Di pêşengehê de çand û kevnariya herêmê hate pêşandan. Di pêşengeha li qelayapaşayê Kore ku wek mîrê Rewandûzê jî tê nasîn hate li daxistin û çanda devera Soran ya zozana û jiyana reşmal hate danasîn. Jin û zilamanan bi cil û bergê xwe yên gelîrî ji bo kesên hatibûn serdanê ji aliyekî ve li sêlêxwarin çêkirin, ji aliyekî din ve stranbêjê heremê ji bo wan stranê xwe gotin. Mîhrîcan di roja duyem de bi beşdarbûna Gulîstan Perwer, Ezîz Şaroxî, Heme Reûf Kerkûkî û Koroya paşayê Gewre, peymengeh a hunerê bedew a Rewandizê konserek hate dayîn. Hunermendên Kurd yên stranê xwe ji bo beşdarvanan peşkeş kirin peyama yekîtiyê dan.
(ak/mae)