Mîhrîcana Tetwanê berdewam dike
Mîhrîcana Tetwanê bi xwepêşendanên cihê dewam dike
11:14 04.07.2012 1 / 14 BÊDLIS (DÎHA) - 44'emîn Mîhrîcana Fûara Anatoliye Rojhilat û Çand û Hûnerê ya Şaredariya Tedwanê organîze dike bi xwepêşendanên cuda dewam dike.
44'emîn Mîhrîcana Fûara Anatoliye Rojhilat û Çand û Hûnerê di roja 4'emînde dewam dike. Di mîhrîcana ku ji aliyê Şaredariya Tedwanê ve tê organîzekirin de xwepêşendanên zarokan hatin pêşkêşkirin. Di mîhrîcanê de şahiya firandina firfirokên bi navê Ugur Kaymaz û Ceylan Onkolê hat lidar xistin. Xwepêşendan tevî Kaymaz û Onkol diyarî 34 kesên piraniya wan zarok bûn ku di komkujiya Roboskiyê de jiyana xwe jidest dan kirin. Şahiya firfirokan a li perava gola Wanê hat lidar xistin rastî eleqeya zarokan hat. Piştî şahiya firfirokan koroya zarokan a navenda çanda Tedwanê û navenda çanda Baharê ya Êlihê li baxçeya çayê bi erbaneyên xwe derketin ser dikeyê.
(ak)