Mîhrîcana Vegera Gund li çiyayê Gabarê dest pê kir
ŞIRNEX (DÎHA) – Li çiyayê Gabarê ya Şirnexê mîhrîcana ku bi dirûşma “Vegera gund, vegera cewherê xwe ye” ya yekem car hate lidarxistin du êvarê bi beşdariya hezarî zêdetir welatiyan dest pê kir.
Li çiyayê Gabarê ya Şirnexê Mîhrîcana Vegera Gund a ku yekem car tê lidarixsitn duh êvarê yekem bi konserekî dest pê kir. Mîhrîcan bi dirûşma “Vegera gund vegera cewherê xwe ye” tê lidarxistin û ji Şirnex û navçeyan gelek welatî herikîn gundê Basret a ku di salên 90’an de ji aliyê dewletê ve hatibû valakirin. Di ketina gund de welatî bi alên PKK, KCK û HPG’ê ve hatin pêşwazîkirin û derbasî qada mîhracanê ya gundê BAsretê bûn.
Li gelek deverên gund posterên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û pêşengên PKK’ê, alên PKK û HPG’ê hatin daliqandin û welatiyan li xweşikiya çiyayê Gabarê û gundê Basretê ku xwedî xweşikbûneke bêhempa ye li benda destpêkirina mîhrîcanê man.
Welatiyan li gund ji bo mîhrîcana ku dê 2 rojan bidome kapm ava kirin û ji bo konsera vekirinê li qada mîhrîcanê kom bûn. Mîhrîcanê bi sirûda Ey Raqîb û rêzgirtinê dest pê kir û li girên jor ên gund bi deqîqeyan fîşekên hewayî hatin teqandin.
Piştre axaftina vekirinê Hevserokê DBP’ê Şirnexê Abdulazîz Bîlgî kir û bal kişan pêkanînên dewletê şên di salên 90’an. Bîlgî wiha got: “Dewletê li Kurdistanê gelek komkujî pêk anî. Bi vê re jî nema konsepta îmhayê xist dewreyê û ev çiyayên bê hempa bombebaran kir. Niha hûn dibînin polîtîkaya îmhayê têk çû, piştî salan em dîsa li vir in.”
Bîlgi bal kişand li ser êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên li hemberî Kobanê jî û got ku çawa gelê kurd polîtîkayên îmhayê yên berê pûç kiriye dê van êrîşan jî pûç bike. Bîlgî xwest welatî piştî mîhrîcanê ji bo piştgiriya gelê Kobanê berê xwe bidin sînor û biçin wir.
Piştî axaftina Bîlgî du kesên birûpoş peyama Fermandariya Eyelata Gabarê ya HPG û YJA-STAR’ê xwend.
Di peyamê de pevçûnên li Botan û Gabarê hatin bibîrxistin û bal kişandin li ser berxwedana gerîla û gelê Botanê ya li dijî êrîşan. Fermandariya Eyaleta Gabarê ya HPG û YJA-STAR’ê xwest gelê Botanê piştgiriyê bidin Kobanê û xwestin destkeftiyên neteweyî bên parastin. Piştî peyamê Koma HEzex konser da û bi stranên xwe ve gel coşand. Piştre demeke dirêj govend hate gerandin û piştî Koma Hezexê, Koma Jinên Cudî ya di bin banê Navenda ÇAnd û hunerê ya Cudiyê ya Şirnexê xebatên xwe dimeşînin, Koma Şiltên Azadî ya NÇM a Edeneyê û Koma Sorxwîn a ku ji xebatkarên Navenda Çand û Hunerê ya Mem û Zîn a Cizîrê xebatên muzîkê dikin derketin ser dikê.
(sa)