1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Mîhrîcana Werzîşê ya Mezopotamya bi coşeke heybet bi dawî bû
Mîhrîcana Werzîşê ya Mezopotamya bi coşeke heybet bi dawî bû,mîhrîcana,werzîşê,ya,mezopotamya,bi,coşeke,heybet,bi,dawî,bû

Mîhrîcana Werzîşê ya Mezopotamya bi coşeke heybet bi dawî bû

A+ A-

AMED (DÎHA) - Mîhrîcana Werzîşê ya Mezopotamyayê bi stran, govendan bi coşeke mezin bi dawî bû. Di roja dawîn de Serokê Şaredariya Ranyayê Serdar Ehmed destnîşan kir ku niha ala Kurdistanê çar perçe ye û ew hêvî dikin ku ev al li ser perçeyek bilind bibe.

Mîhrîcana Werzîşê ya Mezopotamyayê ya ji aliyê Midûriyeta Şaxa Sporê ya Serokatiya Daîreya Xizmetên Civakî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve tê organîzekirin û Yekîtiya Kulubên Mezopotamyayê yê jî piştevaniya wê dike bi coşa stranên ku hatin lê dan bi dawî bû. Ligel bi hezaran hemwelatiyan lîstikvanên ku beşdarî mîhrîcanê bûn, Serokê Şaredariya Ranyayê Serdar Ehmed, Wezîrê Werzîş û Ciwanan ya Kantona Efrîna Rojava Nesrîn Hecî Mistefa û gelek nûnerên saziyên çandî jî beşdarî roja dawîn ya mîhrîcanê bûn. Roja dawîn ya mîhrîcanê bi lîstika fînalê ya goga piyan a mêran dest pê kir. Piştî lîstika di navbera tîmên Êlih û Ranyayê ku tîma Êlihê bû şampiyon xwarina fitarê hat dayîn û pê re jî lêdana muzikên cur bi cur bernameya mîhrîcanê ya roja dawîn coştir bû. Dema xwarin qediya ji bo hemû lîstikvanên ku beşdarî mîhrîcanê re bûne madalya hat dayîn.

Azadiya Dîcle beşdarvanan kêfxweş kir

Di merasîma madalyayê de lîstîkvanan strana "Çerxa Şoreşê" digotin û dirûşmên "Bijî serok Apo", "Gever navend e, her kes Apocî ye" û "Bijî Bexwedana YPG'ê" hatin avêtin. Lîstikvanan xwe li ber stranên ku ji dikê dihatin digotin nedigirtin û di merasîmê de govend digerandin. Her wiha alên PKK'ê, KCK'ê û posterên Serokê PKK'ê Abdullah Ocalan hatin vekirin. Piştre hunermend Rêzan Jamal ku cara yekemîn e tê Amedê derket ser dikê û demên kêfxweş ji bo beşdarvanan pêk anî. Li ser dikê jî berdana parlementerê berê ya partiya HEP'ê Hatîp Dîcle jî hat anonskirin.

'Bi hestên kurdewar em hatin Amedê' Serokê Şaredariya Ranyayê Serdar Ehmed jî derket ser dikê û axaftina xwe bi zaravayê soranî kir. Ehmed, spasiyên xwe pêşkêşî sazî û dezgehên ku di vê organîzasyonê de ked dane kir û da zanîn ku ew bi hestên kurdewarî hatine Amedê û wiha berdewam kir: "Nîha her sê parçeyên Kurdistanê li vê derê ne û em hêvî dikin ku parçê din jî di mîhrîcaneke din de dê li gel me be." Ehmed, di dawiya axaftina xwe de jî anî ziman ku ala Kurdistanê çar parçe bûye û ew hêvî dikin ku ev al li ser parçeyekê bilind bibe. Di heman demê de jî li ser dikê plaket û belgeyên beşdariyê ji bo nûnerên tîmên ku beşdarî mîhrîcanê bûne hat dayîn.

Mîhrîcan heya derengiya şevê bi stranên hunermendên wek Bulent Tûran, Gulsever Medar, Tolga Haluk Îlhan, Ahmet Aslan û Seyda Perînçek berdewam kir û ciwanan bi fîşekên havayî jî qadê ronî dikirin.

(gka-na/bd)