Mîhrîcana Xwezayê ya Tendurekê dest pê kir
7 Pûşper
WAN (DÎHA) - 1'emîn Mîhrîcana Xwezayê ya Tendurekê ya bi piştgiriya Navenda Çand û Perwedehiya Çaldêranê (ÇEKEM) ve hate organîzekirin bi çoşek mezin dest pê kir.
Li navçeya Ebexê ya Wanê 1'emîn Mîhrîcana Xweza ya Tendurekê ya ji aliyê ÇEKEM'ê ve tê organîzekirin ligel baran û sermayê bi çoşek mezin dest pê kir. Hevşaredarên navçên Erdîş, Qelqelî û Ebexê, nûnerên rêxistinên saziyên sivîl û bi hezaran welatî tevlî mîhrîcanê bûn. Li qada mîhrîcanê alên PKK’ê wênê rêberê PKK’ê Abdûllah Ocalan, pêşengê PKK’ê Mahsûn Korkmaz (Egît) û wêneyên HPG’iyên di demên cûda de di pevçûnan de jiyana xwe ji dest dabûn hatin daliqandin. Mîhrîcanê bi rêzgirtinê dest pê kir
Piştî rêzgirtinê li ser navê komîteya amadekar Metîn Adugît axivî û diyar kir ku dengê gelên li ser vê erdnîgariyê dijîn ên azadî û berxwedanê bi sedsalin bi zext û zordariyan hatin tepsisandin û wiha got: "Desthilatdaran her tim daxwaza gel a bi rengê xwe, wekhev, azad bi jîn tune hesibandin. Gelan jî tu caran dest ji daxwazên xwe berdenda û agirê azadî û aştiyê her tim gerandin. Agir ji mirinan têr bû lê ev cinawer têr nebûn."
Adûgît, bang li rayedarên Enqerê jî kir û wiha axiv: "Dengê aştiyê ku li Grava Îmraliyê bilind bû û li detpêkê li Amed û niha li vir li ser çiya’yê Tendurekê bilind dibe bila rayedarên li Enqerê bibîhîzin. Kurd 200 sale hêza wan a Aştiyê û çareseriyê heye.
Serokê Navenda Çand û Perwedihiya Ciwanan a Serhatê Resûl Taşdemîr jî spasiyên xwe ji Rêberê PKK’ê Abdûllah Ocalan kir û banga xwedî derketina pêvajoya kir.
Li ser navê Komeleya Çand û Hunerê ya Zîlan Muhtullah Dag jî axaftinek kir û li ser mijara qereqolan rawestiya û wıha got: "Ji bo gelê Kurd qereqol tê wateya îşkence û zilmê. Li Kurdistanê têra xwe qereqol hene, eger perê we yê zêde hene werin li şûna qereqolan Fabrîqayan avabikin."
Piştî axaftinan Hunermend Halît Bîlgîç derket ser dikê û bi stranên xwe gel çoşandin.Heta derengî şevê li ser qontara çiyayê Tendurekê welatiyan govend gerendan.
(mp/bd)