Mîhrîcana Zozana Xanê didome
COLEMÊRG (DÎHA) - 2'yemîn Mîhrîcana Zozana Ehmedê Xanî ya ji aliyê Şaredariya Çelê ve li Zozana Xanê tê organîzekirin bi hezaran welatî tevlî bûn.
2'yemîn Mîhrîcana Zozana Ehmedê Xanî ya li Zozana Xanê ya Çelê ya Colemêrgê bi tevlîbûna hezaran welatiyan berdewam dike. Mîhrîcan ji aliyê Şaredariya Çelê ve tê organîzekirin û duh bi sedan wesayît bi konvoyekî qelebalix hatin Zozana Xanê. Hevşaredarên Colemêrgê Dîlek Hatîpoglu û Nurullah Çîftçî, Hevşaredarên Çelê Servet Tunç û Hîlal Duman, Hevseroka Rêxistina BDP'ê Mehtap Daştan Demîrel, welatiyên ji Kampa Penaber a Mexmurê hatin, nûnerên saziyên sivîl û hezaran welatî li qada mîhrîcanê amadekarî kirin.
Li qada mîhrîcanê posterên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û Ehmedê Xanî hatin daliqandin û welatiyan li qadê govend girtin û stran gotin.
Piştî govendê li ser navê Heyeta ji 10 kesan pêk tê ji Kampa Penabar a Mexmurê hatin Yahsen Seranî axivî û balkişand ser pêvajoya ji aliyê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ve hatî destpêkirin û wiha got: "Heke gelê kurd hatibe van rojan bi saya Birêz Ocalan û gerîlayên serê çiyayan e. Ez Birêz Ocalan û gerîla silav dikim. Dema min yekîtiya kurdan li vê zozanê dît ez gelek keyfxweş bûm. Hêvî dikim ku ev yekîtî her tim bidome."
'Em bi Ocalan û gelê xwe re pîrozbahiyê bikin'
Hevşaredarê Çelê Servet Tunç jî axaftina xwe bi vegotina jiyana Ehmedî Xanî dest pê kir û diyar kir ku Ehmedê Xanî nivîskar û felyesofekî kurd ê girîng e û wiha got: "Em dixwazin Rêberê Gelê Kurd Birêz Ocalan jî bi gelê me re bê vir û pîrozbahiyê bikin."
Hevşaredara Colemêrgê Dîlek Hatîpoglu jî diyar kir ku divê yekîtî pêk bê û wiha got: "Mîhrîcan yekîtiyê pêk tînin. Em dixwazin êdî çiyayên me azad bibin û gelê me azad be. Ji ber vê yekê em dixwazin mîhrîcanan li qadê xwe yên azad bikin."
Şevê girseyê sînevîzyona ji axaftinên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatî amedkirin temaşe kir û fîşengên hewayî teqandin.
(bd)