Mîhrîcana Çand Huner û Xwezayê ya Cîlo
Mîhrîcana Çand Huner û Xwezayê ya Cîlo di 7'ê Îlonê de wê destpê bike
SAMÎ YILMAZ
COLEMÊRG (DÎHA) - 4'emîn Mîhrîcana Çand Huner û Xwezayê bi şîara "Bi ruhê şoreşa dîrokî ya li Rojava pêş dikeve, em têkoşîna xwe ya çareseriya demokratîk ava dikin" ji aliyê Şaredariya Geverê ve di navbera 7-8'ê Îlonê de tê lidarxistin. Berdevkê Koordînasyona Mîhrîcanê Abdulkerîm Akdogan, got ku ji bo balê bikişînin ser çêkirina bendavan qada mîhrîcanê wek Bendava Dîlîmlî hilbijartine.
Ji aliyê Şaredariya Geverê ve 4'emîn Mîhrîcana Çand Huner û Xwezayê bi şîara "Bi ruhê şoreşa dîrokî ya li Rojava pêş dikeve, em têkoşîna xwe ya çareseriya demokratîk ava dikin" di navbera 7-8'ê Îlonê de li qada Bendava Dîlîmlî tê lidarxsitin. Di çarçoveya amadekariyên mîhrîcanê de 5 komîsyon hatine avakirin. Wê Parlamentera BDP'ê ya Êlihê Ayla Akat Ata, Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Osman Baydemîr û şaredarên herêmî beşdarî mîhrîcanê bibin. Di yekemîn roja mîhrîcanê de wê meş, peşandana çanda kurd, xwepêşandana folklor, stranên dengbêjan, pêşbirka zanistî, sînevîzyon, şano, koroya zarokan û stranên hunermendên herêmî hebin. Di roja duyemîn a mîhrîcanê de jî wê hunermend Hesen Şerîf, Koma Çiya, Hemê Hecî, Ehmed Zebarî, Yunus Agirî û ji Herêma Federal a Kurdistanê hunermend Xalit Diyana, Mesut Geverî û her wiha hunermendên herêmî cihê xwe bigirin. Li qada Bendava Dîlîmlî amadekariyên mîhrîcanê bênavber didomin. Berdevkê Koordînasyona Mîhrîcanê Abdulkerîm Akdogan, têkildarî xebatên mîhrîcanê wiha got, "Me qada mîhrîcanê bi zanebûn hilbijart da ku em balê bikişînin ser qetlîama xwezayê û çêkirina bendavan. "
'Ji bo avakirina hişmendiya xwezayê me qada bendavê hilbijart'
Akdogan, da xuyakirin ku bi dehhezaran hemwelatiyên bên cihê mîhrîcanê wê bi çavên xwe bibînin bê çawa bi ekolojiyê tê lîstin û çawa 9 gund di bin avê de mane. Akdogan wiha berdewam kir: "Sîstem, bi van bendavên ku li Kurdistanê çêdike, hewl dide erdnîgariya kurd bê mirov bihêle û gelê me xaka xwe terk bike." Serokê Şaxa Komeleya Xwezayê ya Cîlo Mesut Kiratli jî da xuyakirin ku li qada HES'ê lidarxistina mîhrîcanê bi wate ye u got ku ji bo mirov li hemberî wêrankirina xwezaya "Kurdistan" raweste û îradeyeke bi hêz nîşan bide aktîvîteyên bi vî awayî girîng in. Mîhrîcan diyarî Rojava hat kirin Şaredarê Geverê Ercan Bora jî ku der barê mîhrîcanê de agahî dan, destnîşan kir mîhrîcana îsal wê ji yên salên borî cudatir bin û ev xusûs destnîşan kir: "Bi şoreşa Rojava re êrîşên komên çete yên El Nusra û El Qaîde li ber çavên hemû cîhanê tên kirin. Ez ji vir komên çete yên El Nusra û El Qaîde şermezar dikim. Di 4'emîn Mîhrîcana Çand Huner û Xwezayê de şoreşa Rojava û bi vê şoreşê re me şîara çand û huner a têkoşîna me ya demokratîk de derxist pêş. Ez bawer im wê gelê me eleqeyeke mezin nîşan bide."
(yş/mae)