1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Mîhrîcana Şenyayla sêşemiyê dest pê dike
Mîhrîcana Şenyayla sêşemiyê dest pê dike,mîhrîcana,şenyayla,sêşemiyê,dest,pê,dike

Mîhrîcana Şenyayla sêşemiyê dest pê dike

A+ A-

AMED (DÎHA) - Mîhrîcana Şenyayla ya di çarçoveya Mîhrîcana Çand û Lihevhatina Xwezayê ya Kevneşopî ya Şenyaylayê bi slogana "Em ji azadiya serokê xwe re diyarî dikin" dê di 24-25-26'ê hezîranê de bê lidarxistin.

Mîhrîcana Kevneşopî ya Şenyayla ya ji aliyê Rêxistina BDP'ê ya Amedê û Pasurê ve tê organîzekirin îsal bi slogana "Em ji azadiya serokê xwe re diyarî dikin" dê di 24-25-26'ê hezîranê de bê lidarxistin. Bernameya mîhrîcana dê 3 rojan berdewam bike hate aşkerakirin. Mîhrîcan dê di 24'ê hezîranê de bi konsera Hunermend Hayrî dest pê bike û pişt re dê guhdarvaniya dengbêjan bê kirin, pişt re dê Renas Pîro, govend û Axîn Biro derkevin ser dikê û roja yekemîn a mîhrîcanê dê wisa bi dawî bibe.

Di 25'ê hezîranê jî Qoruya zarokan, Koma Erbaneyê ya Zarokan, Koma Hemdem, Ronî Eras, Devrîm Denîz, guhdariya dengbej û Bulent Turan dê derkevin ser dikê. Di 26'ê hezîranê de jî hurmend Farqîn û Helîmê Omerî dê derkevin ser dikê.

Di mihrîcanê de hunermendên suprîz jî dê derkevin ser dikê.

(bd)