'Mîsyona BDP'ê Kurdistana Xweser a Demokratîk e'
ÎBRAHÎM AÇIKYER - ENQERE 02.05.2014 07:00:01 Alîkarê Hevserokê BDP'ê yê ji Rêveberiyên Herêmê Berpirsyar Demîr Çelîk diyar kir ku mîsyona nû ya BDP'ê veguheriye rotayeke siyasî ya projeya Xweseriya Demokratîk bi perspektîfeke Kurdistanî rewa û mezin bike. Çelîk destnîşan kir ku BDP wê vê mîsyona li Tirkiyeyê jî bi HDP'ê re bike yek û ji pirsgirêkên demokratîkbûyînê re çareseriyê biafirîne.
Mîsyona BDP'ê ya di pêvajoya nû de, pêwendiya xwe ya bi HDP'ê re, Alîkarê Hevserokê BDP'ê yê ji Rêveberiyên Herêmî Berpirsyar Demîr Çelîk ji ANF'ê re vegot.
Çelîk bibîr xist ku BDP ji kongreya xwe ya sala 2010'an û vir ve partiyeke ku siyaseta aktîf dimeşîne û anî ziman ku BDP rêveberê siyaseta herêmî û giştî bû. Çelîk da zanîn ku bi avabûna Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) re ew gihaştin wê biryarê ku li gelemperiya Tirkiyeyê HDP'ê derxînin pêş û BDP'ê jî veguherînin partiyeke li Kurdistanê xebatê dimeşîne.
'BDP WÊ BI GIRANÎ SIYASETEKE KURDISTANÎ BIMEŞÎNE'
Çelîk ragihand ku HDP wê di 22'ê Hezîranê, BDP jî wê di 8'ê Hezîranê de kongreya xwe lidar bixin û axaftina xwe wiha dewam kir: "Pêkane al û navê partiyê were guhertin. Navê wê dê bibe Partiya Herêman a Demokratîk yan jî Partiya Gelan a Demokratîk. Wê bi giranî siyaseteke Kurdistanî bimeşîne. Bi rêya akademîsyenan wê hewl bide bibe xwedî ezmûnên siyasî û veguhere partiyeke kadroyî ya ku perwerdeya îdeolojîk û felsefî esas digire. Dê nebe partiyeke xwe dispêre hilbijartinan, wê veguhere organîzasyoneke siyasî ya rêxistinbûyîn, îdeolojî û felsefeya siyaseta demokratîk a civakê dimeşîne. Qadên ku BDP vala bike, wê piştî 22'ê Hezîranê HDP dagire."
'EMÊ LI QADA HERÊMÎ PIRSGIRÊKÊN MÎNA XIZANÎ, BIRÇIBÛN, BÊKARIYÊ ÇARESER BIKIN'
Alîkarê Hevserokê BDP'ê yê ji Rêveberiyên Herêmê Berpirsyar Demîr Çelîk bibîr xist ku wan Xweseriya Demokratîk di 14'ê Tîrmeha sala 2011'an de weke Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) îlan kirine û destnîşan kir ku ewê bi BDP û KCD'ê re Xweseriya Demokratîk ava bikin. Çelîk diyar kir ku bi polîtîkayên xwe yên civakî re ewê ji bo çareserkirina pirsgirêkên mîna bêkarî, xizanî û birçîbûnê xebatan bimeşînin û got, "Di heman demê de em dixwazin zîhniyeta otorîte û dewletê ya Kurdistanê bêmirov dihêle, xizan dike û mûxtacî xwe dike bişkînin û Kurdistaneke ku di warê aborî de dikare li ser lingê xwe bisekine, biafirînin."
REALÎTEYA ÇANDÊ YA PIR NASNAMEYÎ
Çelîk bal kişand ser dînamîkên Kurd, Ermenî, Suryanî, Azerî yên li herêmê û got, "Civak xwedî realîteyeke pir çandî pir zimanî ye. Dewlet mafê wergirtina xizmetê bi pir çandî pir zimanî nade. Wan ji vê xizmetê bêpar dihêle. Em li dijî yekparêziyê derdikevin. Di vî warî de divê hem bi pir zimanî xizmet bê dayîn hem jî di ser rêveberiyên herêmî re di malên alîkariya perwerdeyê de mirov karibin bi zimanê dayikê perwerdeyê bibînin."
'XWESERIYA DEMOKRATÎK, DEMOKRATÎKBÛYÎNA TIRKIYEYÊ YE'
Çelîk her wiha girîngiya zimanê dayikê ya li qadên gelemperî û tenduristiyê destnîşan kir û anî ziman ku ewê di vî warî de bikevin nava tevgerê.
Çelîk ragihand ku hewl tê dayîn civakeke îtiraz nake, serê xwe her tim ditewîne, daxwaz nake û ya ku jê re tê dayîn têrker dibîne were afirandin û got, "Xweseriya Demokratîk di vî warî de ne tenê projeyek ji bo Kurd û Kurdistanê ye. Projeya demokratîkbûyîna Tirkiyeyê ye. Ji ber vê yekê em xweseriya demokratîk di çarçoveya nasnameya etnîkî, sînorên cografî nabînin."
MÎNAKÊN XWESERIYA DEMOKRATÎK LI CÎHANÊ
Alîkarê Hevserokê BDP'ê yê ji Rêveberiyên Herêmê Berpirsyar Demîr Çelîk da xuyakirin ku li hemberî Xweseriya Demokratîk di nava raya giştî ya Tirkiyeyê de paranoyayeke "em parçe bûn" hatiye afirandin û van mînakan proje rave kir:
"Xweserî beriya me, li cîhanê xwedî mînakan e. Ew civak îro li pêş in. Alman, Spanya, Îtalya, Îngilîstan, Rusya, DYA. Hemûyan bi rêxistinbûyîna xweser, federatîf, konfederatîf erk, berpirsyarî radestî qadên herêmî kirin û bi vî rengî hem xwe ji mesrefeke bilind rizgar kirin hem jî ji sînerjiya dînamîkên civakî yên herêmî, di asta herî bilind de sûd wergirtin."
Çelîk diyar kir ku ewê nekevin rewşeke bendemayînan û destnîşan kir ku bi vê projeya xwe re ewê dewletê biçûk bikin û rêxistinbûyîneke ku bersivê dide pêdiviyên civakê rewa bikin. Çelîk got, "BDP wê vê bike. KCD jî wê weke Meclîsa Kurdistanî karê qanûndanînê bimeşîne."
Demîr Çelîk ragihand ku ewê di heman demê de têkoşînê bidin meşandin ku Xweseriya Demokratîk a Kurdistanê bi qanûnan, bi destûra bingehîn were ewlekirin û di vî warî de bal kişand ser girîngiya pêkhatina Şertê Rêveberiyên Herêmî yê Konseya Ewropayê.
'HER DU LINGÊN VÊ TÊKOŞÎNÊ BDP-KCD Û HDP-HDK NE'
Çelîk anî ziman ku ewê ji aliyekî ve li ser dewletê çareseriyê ferz bikin, li aliyê din jî têkoşîna bi hêza cewherî ya civakê bimeşînin. Çelîk got, "Lingê vê yê Kurdistanî wê hebe. Bi ser BDP û KCD'ê emê bimeşînin. Lingê wê yê din jî wê Tirkiye be. Em vîna gelan a jiyana bi hev re ya li welatê hevpar ê demokratîk destnîşan dikin. Ne rêxistinbûyîna dewletê, rêxistinbûyîna demokratîk a civakê nîşan didin. Em dixwazin vê yekê jî bi rêya HDP û HDK'ê bigihêjînin gelên Tirkiyeyê."
Çelîk her wiha destnîşan kir ku pêwîste dewlet jî ji xweseriyê re vekirî be.