"Mîtîng xwedî wateyeke dîrokî ye"
Karasu: Mîtînga 14’ê Tîrmehê xwedî wateyeke dîrokî ye
Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê diyar kir ku mîtînga 14’ê tîrmehê ya ku dê li Amedê pêk were gelek girîng e û wiha got: “Em di 14’ê Tîrmehê de bi pêkanîna peywira sekna rumet û îradeyê re rû bi rû ne.”
Karasu ji rojnameya Yenî Ozgur Polîtîka re axivî û diyar kir ku AKP li hemberî tevgera kurd di hewldana şikandina îradeyê û tasfiyekirinê de ye û wiha pê de çû: “Li dijî vê siyaseta qirkirinê, çalakiya 14’ê Tîrmehê xwedî wateyeke gelek girîng e.”
Karasu di axaftina xwe de da zanîn ku çawa ku pêşengên PKK’ê, kadroyên PKK’ê 14’ê tîrmehê ya sala 1980’ê de bi berxwedanê li hemberî zilmê rumeta gelê kurd parastiye, çawa ku rastiya bi rumet ya gelê kurd nîşanê dost –dijmin daye, îro jî li dijî vê zilmê şerê rûmetê tê dayîn. Karasu wiha pê de çû: “Eger ku ev zilm bixwaze kurdan bê rumet bike, îradeya wan bişkîne, divê li dijî vê şerê îradeyê, şerê rumetê bê kirin. Divê esasê de 14’ê tîmehê de li Amedê daketina qadan û kolanan xwedî wateyeke dîrokî ye.”
Karasu da zanîn ku AKP îradeya gelê kurd dipîve û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di darbeya 12’ê îlonê de dihat fikirîn ku rejîma cuntayê tevgera kurd qedandiye. Lê berxwedana 14’ê Tîmehê ev hesab hemû pûç kir. Ji bo vê jî em 14’ê Tîrmehê weke roja rumetê bi bîr tînin. 14’ê tîrmehê roja rumetê ye.”
Karasu axaftina xwe wiha berdewam kir: “Belê niha jî di vê 14’ê tîrmehê de jî em bi peywira nîşandana sekna îradeyê re rû bi rûne. Gelê me dê hem bibe parçeyeke berxwedana Rêber Apo, ya girtiyên KCK’ê û hem jî ya gerîlayan. Bi vê berxwedana xwe dê dê bersiva pêwist bide dewleta tirk. Madem dewleta tirk, AKP dixwaze îradeya gelê kurd bişkîne, wê demê gelê me jî dê îradeya dewleta tirk û AKP’ê bişkîne. Gelê kurd ji daxwazên xwe dest bernade. Divê gelê kurd vê yekê nîşan bide ku ji azadiya xwe şûnde gavê navêje. Divê îradeya dewleta tirk a paşverû bişkîne. Divê polîtîkaya wê ya neçareseriyê bişkîne. Mîtînga 14’ê tîrmehê xwedî wateyeke dîrokî ye. Ger ku berxwedana bi hêz derxînin pêş dê polîtîkayên neçareseriyê yên AKP’ê vala derxîne, dê nîşan bide polîtîkayên AKP’ê ser neketiye. Ev yek jî îro nebe sibê dê pirsgirêka kurd dê bîne asta çareseriya demokratîk. Ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê dê pêvajoke dîrokî biafirîne. Ji ber vê yekê divê gelê me rola ku di vê mîtîngê de tê lîstin bibîne. Mîtînga 14’ê Tîrmehê ya Amedê roja îradeyeke mezin, roja rumetê, roja berxwedana li hemberî zextan, roja ji bo azadiyê israr kirine. Di vê esasê de em berxwedêrên 14’ê tîrmehê, berxwedana Îmraliyê, berxwedana girtiyên KCK’ê bi rêz bibîrtînin. Em sekna gelê xwe ya di 14’ê tîrmehê de ji niha de silav dikin.”
Karasu ji siyasetmedarên kurd yên li girtîgehê û çalakgeran re jî peyam şand û wiha got: “Dewleta tirk siyasetmedarên demokratîk diavêje zindanan. Dixwaze bi vê yekê gel bê pêşeng bihêle û têkoşînê tasfiye bike. Li aliyê din jî li ser kesên ku avêtine zindanan zextan pêk tîne, bi van zetên ku pêk tîne jî dixwaze siyaseta demokratîk parçe bike. Armanca van girtinan jî ne tenê pêşengên têkoşînê, ne tenê girtina siyasetmedaran ne tenê paşvexistina têkoşînê bi qasî vê parçekirina siyaseta demokratîk jî hatiye hedef girtin. Wan hesabên ku dê li hemberî fan zextan tiştên din derkeve holê kiribû. Ji ber ku di şertên zextan de ger ku îrade neyê nîşandan, ger ku mirov xwedî baweriyeke bi hêz nebin, ev rewş her tim ji bo perçebûnan dibe zemîn, bi parçekirinan bi encam dibe. Rewşên wekî kêmbûna têkoşînê, me ev kir, me ev nekir, divê me ev bikira, me ev nekira derdikeve holê. Lê sekna bi bawerî û bi îrade armanca dewleta tirk pûç kiriye.”
Karasu wiha pê de çû: “Bê guman di vê têkoşînê de kêmasî û qelsî dikarin hebin. Ev mijar her tim tên nirxandin û tên nîqaşkirin. Ev di dîroka PKK’ê de her tim tê nîqaşkirin, di dîroka siyaseta demokratîk de her tim hatiye nîqaşkirin. Ji xwe mezinkirina têkoşînê, pêşvebirina têkoşînê, her roj, her meh, her sal bi tecrubeyên têkoşînê tên xemilandin, kêmasî, rastî qelsî tên tespîtkirin û têkoşîn dê zêdetir pêş ve bibin. Diyalektîka têkoşînê her tim wisa ye. Belê dewlet jî bi girtin û zextan hewl dide diyalektîga têkoşînê parçe bike, berbi parçebûnekê ve biriye. Lê siyasetmedarên demokratîk yên kurd di zindanan de bi sekna xwe bihêle pêkhatina armanca dewleta tirk, ji bo morelek nû ya têkoşîna azadiyê û ya gelê me. Ger ku îro têkoşî Tevgera Azadiya û ya gelê me didome, ger ku têkoşîna gelê me û tevgera me xwedî potansiyelek mezine jî, xwedî dînamîkek wisa ye bandora berxwedana zinana heye. Di vî alî de berxwedana zindana sêyemîn bi sekneke mezin, bi hêza têkoşîneke mezin di dîroka Kurdistanê de cihê xwe girtiye. Ger ku îro di şexsê girtinên KCK’ê de AKP teşhîr dibe, bê guman ev ji ber sekan bi îrade û bi bawerî pêk hatiye.”
Karasu balkişand ser parastina bi kurdî ya di dozên KCK’ê de û wiha got: “Siyasetmedarên kurd di parastina bi kurdî de israr dike û vê yekê jî darbeyeke girîng li polîtîkaya înkarê ya dewleta tirk xistiye. Perwerdehiya zimanê dayikê di pirgirêka kurd de aliyekî girînge. Bê guman pirsgirêk ne tenê pirgirêka zimanê dayikê ye. Pirsgirêka xwe birêvebirinê ye. Pirsgirêka azadiyê ya gelekî ye. Lê ger ku perwerdehiya zimanê dayikê û rastiya kurd dîkat bê girtin, hebûna netewî ya gelê kurd bikeve bin ewlehiyê ev nirxeke çandiye. Belê israra girtiyên kurd yên jib o parastina zimanê dayikê ,parastina hebûna netewî derxistiye holê. Êdî perwedehiya zimanê dayikê bûye roje. Bê perwerdehiya zimanê dayikê hebûna kurdan nayê fikirin. Di vî aliyê de girtiyên KCK’ê darbeyeke mezin li polîtîkayên AKP’ê xistiye.”
Karasu di dawiya axaftina xwe de wiha got: “ Ev girtin bi destên dewlet û AKP’ê hatine plankirin. Di vê mijarê de ji bo dewletê yekbûne heye. Di navbera AKP û cemata Gulen yekbûneke heye. Hewl dihat dayîn ku îradeya gelê kurd bi girtinên KCK’ê bê şikadin. Lê ev yek pêk nehat. Berxwedana siyasetmedarên kurd yên zindanan ev sekna AKp’ê têk biriye…”
ANF NEWS AGENCY