´Mîtînga Amedê dê mîtîngek dîrokî be´
Kişanak: Mîtînga Amedê dê mîtîngek dîrokî be
ALPER ATALAY Hevseroka Giştî ya BDP'ê Gultan Kişanak, diyar kir ku hikûmeta AKP'ê li hemberî çareseriya pirsgirêka kurd 3 polîtîkayên cuda dimeşîne û wiha got: "Polîtîkaya ewil ya înkar û îmhayê ye. Polîtîkaya duyemîn dixwaze wekî xwe bike. Ya sêyemîn jî perçe dike û belav dike. Lê ev polîtîkayên AKP'ê yên li ser kurdan dimeşîne vala derketine. Mîtînga Ji Ocalan re azadî, Raperîna Demokratîk" dê derketinek dîrokî be. Divê hemû kesên dibêjin ez welatparêz im, demokratim, alîgirê aştiyê me, divê xwe di mîtîngê de bidin der. Divê di 14'ê Tîrmehê de li Amedê dîrok bê nivîsandin. Gelê kurd xwedî hêz û biryar e. Dê her kes bibîne ku gelê kurd li pişta Brêz Ocalan e û azadiya wî dixwazin."
Hevseroka Giştî ya BDP'ê Gultan Kişanak, der barê amadekariya mîtînga dîrokî ya 14'ê tîrmehê de nerîn û heviyên xwe anîn ziman. Kişanak, nerînên xwe ji ajansa me DÎHA'yê re vegot û wiha got: "Hikûmeta AKP'ê polîtîkayên taybet li ser gelê kurd dimeşîne. Di serî de polîtîkaya înkar û îmhayê ye. Pişt re polîtîkaya rizandin û wekîxwekirinê ye. Herî dawî jî dixwaze qut bike û perçe bike." Kişanak, da zanîn ku hikûmet di sala dawî de di nava êrîşek gelek mezin de cih digire û wiha got: "Li aliyeki operasyonên siyasî û li aliyê din operasyonên leşkerî yên li hemberî gelê kurd bê navber berdewam dikin. Tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi awayekî herî giran didome. Li dijî kurdan şerekî tevahî tê meşandin. Divê her kes li hemberî van polîtikayên tunekirinê dengê xwe bilind bikin û tev li mîtîngê bibin."
'Gelê kurd azadiya xwe dixwaze'
Kişanak, destnişan kir ku polîtîkayên komkujiyê tên meşandin û wiha axivî: "Li gel hemû polîtîkayên komkujiyê dîsa sazî û dezgehên kurdan li ser piyan in û xebatê dimeşînin. Di aliyê têkbirina saziyên kurdan de bi ser neketin. Dîsa li dijî tecrîda li Îmraliyê tê meşandin gelê kurd li ser piyan in. Li gel hemû zext û zordariyan gelê kurd dîsa aştî û çareseriyê dixwaze. Hemû saziyên kurdan ji bo Azadiya Brêz Ocalan kampanyayê dimeşîne. Wan got belkî bi polîtîkayên tecrîdê dê gelê kurd paşve vegerinin. Lê dijberî vê yekê gelê kurd bêtir azadiya Rêberê PKK'ê Brêz Ocalan xwest."
'Gelê kurd tecrîd vala kiriye'
Kişanak, destnişan kir ku tecrîda li Îmraliyê tê meşandin ji aliyê gelê kurd ve vala hatiye derxistin û wiha berdewam kir: "Bi van polîtîkayan dixwazin gelê kurd gavan paşve bavêjin. Sala borî ji bo AKP'ê bu sala windakirinê. Hikûmeta AKP'e ji ber polîtîkayên xwe dawî li xwe anî. Sala par komkujî pêk anî. Komkujiya siyasî û civakî pêk anî. Bi stratejiya xwe li hemberî gelê kurd têk çû." Kişanak, bilêv kir ku hikûmeta AKP'ê li hemberî pêvajoyê dixetime û bi van polîtîkayên xwe nikare pêvajoyê bi rêve bibe. Êdî hêza wê ya tecrîdê bimeşîne jî xelas bû. Hêza wê ya operasyonên leşerî jî xelas bû. Li gel vê yekê nabêje me maşî kir û em bibin xwedî helwestek demokratik. AKP li hemberî polîtîkayên aştiyê û çaresekiyê polîtîkayên înkar, asîmîlasyon û perçekirnê dimeşîne. Bi şerê derûnî dixwaze gelê kurd bê vîn bihêle. Dixwaze bi operasyonên siyasî û leşkerî vîna gelê kurd a têkoşînê bişkîne. Divê êdî hikûmeta AKP'ê dest ji van polîtîkayên ku bi têkoşîna gel şikestiye berde."
Mîtînga Amedê dê mîtînga dîrokî be'
Kişanak, bilêv kir ku mîtînga "Azadiya Ocalan û Raperîna Demokratîk" ku di 14'ê Tîrmehê de li Amedê pêk bê dê mîtînga dîrokî û serhildanê be û wiha pêde çû: "Dê her kes bibîne ku gelê kurd çawa li vê mîtîngê, tekoşînê û Azadiya Ocalan xwedi derdikeve. Ev mîtîng dê polîtikayên AKP'ê yên înkar û imhayê vala derxe û bibe mîtînga çareseriyê. Ev mîting dê bibe mîtînga çareserî û azadiyê. Dê bibe mîtînga Azadiya Ocalan. Ji ber ku gelê kurd dixwaze li Welate xwe Kurdistanê azad bijî."
'Îradeya çareseriya demokratîk Ocalan e'
Kişanak, destnişan kir ku gelê kurd her tim aştî û demokrasiyê dixwaze û dixwaze pirsgirêk bi rêya aştî û dialogê çareser bibe û wiha lê zêde kir: "Bila her kes baş zanibe ku tenê çareseriya demokratîk bi vin û hêza Brêz Ocalan pêk tê. Ger ku dixwazin rê li pêşiya çareseriya demokratik vekin kurd amade ne. Gelê kurd Brêz Ocalan weki mûhatabê xwe nîşan dide."
Kişanak, bang li her kesî kir û xwest her kes ji bo aştî û azadiyê li qada mîtîngê dengê xwe bilind bikin. Kişanak, got bila her kes bizanibe ku çareserî vîna gel a azad e û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Bi qasî ev mîtîng a gelê kurd e, ew qas jî ya nûnerên saziyên sivîl ên civakîne. Min û hevserokê me Selehatîn Demîrtaş li Herêma Federal a Kurdistanê ziyaret kirin û ev ziyaret pir erênî derbas bûn. Ji bo BDP bibe çareseri me YNK ziyaret kir. Dîsa em dê hesapê komkujiya li Roboskiyê bipirsin û heta berpirsiyar ronî bibin û bên darizandin em ê têbikoşin."
(mae)