Mîtînga Jinan a Wanê bi tevlêbûna hezaran dest pê kir
“Ji Rosayan heta Sakineyan soza we soza me, rêya we rêya me ye"
Mîtînga jinan a ji aliyê Aktîvîstên Tevgera Jina Azad û Demokratîk (DOKH)'ê ve di çarcoveya 8'ê Adarê de bi silogana “Ji Rosayan heta Sakineyan soza we soza me, rêya we rêya me ye" hat amadekirin bi tevlêbûna hezaran jinan dest pê kir. Di mîtîngê de jinan bi cilên xwe yên rengîn û alên kesk, sor ser û xemrî xemilandin. Jinan di mîtîngê de ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re azadî xwestin.
Mîtînga aktîvistên DOKH'ê ya bi silogana “Ji Rosayan heta Sakineyan soza we soza me, rêya we rêya me ye" hat amadekirin dest pê kir. Mîtînga jinan a di çarçoveya pîrozbahiyên 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê de hat amadekirin, bi tevlêbûna hezaran jinan li qada Newrozê ya tenişta Keleha Wanê dest pê kir. Li qada ku rengê ezman ê şîn û rengê qadê yê kesk gihişt hev jin ji 4 aliyan de derbasî qada mîtingê bûn. Jinên ku bi cil û bergên xwe yên rengîn û kesk sor û zer ketin qadê coşek mezin ava kirin. Jinan li qadê bê navber siloganên “Bijî Serok Apo”, “Jin jiyan azadî”, “Heval Sakine nemir e", “Rêya we rêya me ye, soza we soza me ye” berz kirin. Bi hezaran jinên ku li qadan kom bûne bê navber ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan siloganan berz dikin. Jinan li qadê dowîzên "Dest nede bedena min" “Ji qirkirina jinan re na”, “Sakine, Fidan, Leyla”, “Dest nede vîna min" û “Bila operasyonên leşkerî rawestin" bilind kirin. Dîsa pankarta mezin a “Ji qirkirina jinê û tecrirê re na, ji bo azdiyê berxwedanê berdewam bikin. Ji Ocalan re azadî ji komkjiyê re bes e" hat vekirin. Jinên ku li otobusan suyar bûn, bi alên DOKH'ê kolan rengîn kirin. Li deriyê ku polîsan kirin bin dorpêça xwe jin di milê din re derbasî qadê bûn. Jin piştî derbasî qada mîtîengê bûn, bi rêzgirtinê dest bi mîtîngê kirin. Seroka Komîteya Amadekar a mîtîngê Ayla Tarhan axaftina vekirinê kir û hemû jin silav kirin. Tarhan, anî ziman ku ew mîtingê diyarî 3 jinên kurd ên li Parîsê hatin qetilkirin dikin. Tarhan, anî ziman ku jin di her qadê de li têkoşîna xwe ya azadî û aştiyê derketin dê têkoşîna Sakine, Fidan û Leyla jî bilind bikin û pêş bixin. Mîtînig bi koma govendê ya Navenda Çanda Nuda û muzikê berdewam dike.
(Nûçe û Wêne: Şermin SOYDAN, Hikmet TUNÇ, Arif ASLAN, Siddik GULER, Bedran BABAT)
(mae)