1. Hemû Nûçe

  2. Nirxandin

  3. Mûrat Karayilan: Em di pêvajoya avakirina Kurdistana Azad de ne
Mûrat Karayilan: Em di pêvajoya avakirina Kurdistana Azad de ne,mûrat,karayilan,em,di,pêvajoya,avakirina,kurdistana,azad,de,ne

Mûrat Karayilan: Em di pêvajoya avakirina Kurdistana Azad de ne

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Mûrat Karayilan, di peyama xwe ya ji bo 15. Civata Giştî ya KNK'ê de destnîşan kir, ku ew di pêvajoya avakirina Kurdistana Azad de ne

A+ A-

BRUKSEL - ANF Karayilan da xuyakirin ku gelê Kurd di pêvajoyeke dîrokî û girîng re derbas dibe û got, "Pêvajoya em tê de ne, pêvajoya avakirina Kurdistana Azad e. Ji ber vê yekê, ji her demê bêhtir pêwîstiya me bi yekîtiyê heye."

Endamê Konseya Rêveber a Koma Civakên Kurdistanê (KCK) Mûrat Karayilan, ji 15. Civata Giştî ya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) a li paytexta Belçîka Brukselê tê lidarxistin re peyamek şand.

Karayilan got, "Ji ber ku we ez hêjayî endametiya KNK'ê dîtine, ji Komîteya Amadekar û endamên KNK'ê re spasiyên xwe pêşkêş dikim. Li ser hemû nirxên xwe yên pîroz soz didim, ku di nava têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê de ez ê weke fedaiyekî Apoyî cih bigirim, prensîbên Yekîtiya Neteweyî ya Demokratîk bi cih bînim û ji bo Kurdistana azad, demokratîk û serketî bi hemû hêza xwe têbikoş im."

JI KARAYILAN BANGA YEKÎTIYÊ

Karayilan diyar kir ku herêma Rojhilata Navîn û Kurdistan di qonaxeke girîng re derbas dibin û got, "Li dijî komkujiya çeteyên DAIŞ'ê ya li Şengalê, berxwedana gelê me ya li Başûr û Rojavayê Kurdistanê, li tevahiya cîhanê deng veda. Serketina şoerşa Rojava û serketina hilbijartinên 7'ê Hezîranê ya li Bakurê Kurdistanê, dijminên me dîn kir. Ji ber vê yekê li dijî gelê me û tevgera me dest bi êrîş û şerekî giştî kirin. Gelê me li Bakurê Kurdistanê, li hemberî polîtîkayên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û hikûmeta AKP'ê, pêvajoyeke nû da destpêkirin. Bi taybetî îlana xweseriya demokratîk a li Bakurê Kurdistanê, di nava têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê de bû destpêka qonaxeke nû. Ev pêvajo pêvajoya serketinên mezin, pêvajoya avakirina Kurdistana Azad e. Li dijî êrîşên dijmin, bexwedana Rêber Apo ya li Îmraliyê, berxwedana gelê me ya li bajaran û berxwedana gerîlayên me ya li çiyayên Kurdistanê bilind dibe. Berxwedan û meşa şoreşa me, ji bo serketinê destpê kir. Pêngava li Bakurê Kurdistanê destpê kir, ne tenê ji bo parçeyekî ji bo azadiya hemû Kurdan e. Ev yek di heman demê de ji bo demokratîkbûyîna Tirkiyeyê û herêma Rojhilata Navîn, xwedî roleke girîng e. Ez bawerim ku endamên hêja yên kongreyê wê vê mijarê nîqaş bikin, bigihêjin encam û biryardarn girîng."

'DIVÊ KNK JI BO YEKÎTIYÊ ROLÊ BILÎZE'

Mûrat Karayilan bibîr xist, ku di vê pêvajoyê de pêwîstî bi yekîtî û hevgirtina Kurdan heye û got, "Di pêvajoyeke ewçend girîng de, bêguman ji her demê bêhtir pêwîstiya gelê me bi yekîtiyê heye. Her wiha di pêvajoyeke bi vî rengî de, hem ji bo serketina pêngava gelê me, hem jî ji bo pêkhatina yekîtiya neteweyî, ez bawerim ku KNK wê rola xwe bilîze û mora xwe deyne binê xebateke girîng."