1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Mûsil, çawa di şev û rojekê de ket?
Mûsil, çawa di şev û rojekê de ket?,mûsil,çawa,di,şev,û,rojekê,de,ket

Mûsil, çawa di şev û rojekê de ket?

Buyera ketina Mûsil ya di destê DAIŞ‘ê de ku di şevekê de pêk hat, heta roja îro pirsa milyonan kesane

A+ A-

DILSOZ DILDAR- RÛKEN BERÎ

HESEKÊ- Buyera ketina Mûsil ya di destê DAIŞ‘ê de ku di şevekê de pêk hat, heta roja îro pirsa milyonan kesane. Ev buyer çawa destpêk kir?, dema pêk hat artêşa Iraqê li kuderê bû?, ketina Mûsil çi bandor li herêm û bajarên derdorê kir?.heseke-musil-cirokeke-ye-ku-tede-jiyan-kirini-2

Em ê wan mijaran û gelek mijarên din ên girêdayî Mûsilê li ser zimanê şahidekî buyerê bidin xuyakirin.

Bajarê Mûsil navenda parêzgehan Nînewa ya dikeve bakurê Iraqê li rex Çemê Diclê ye. Mûsil di aliyê hejmartina welatiyan de piştî Paytexa Bexdayê duyem mezintirîn bajêrên Iraqê ye.. Çeteyên DAIŞ‘ê di 9‘ê hizêrana 2014‘an de bajêr û derdora wî dagir kirin, di roja duyemîn ji dagirkirinê ango piştî ku artêşa Iraqê reviya û çekên xwe li pey xwe hiştin, Mûsil bi temamî ket destê DAIŞ‘ê.

Çawa DAIŞ‘ê xwe li Iraqê ava kir

Beriya ku em behsa çawaniya ketina Mûsilê bikin, gereke em bizanin çawa DAIŞ bingeha xwe ya li Iraqê ava kir.

Di destpêkê de, DAIŞ‘ê li Iraqê bi navê Dewleta Islamî ya Iraqê xwe ava kir, ev yek di 15‘ê kanûna 2006‘an de piştî civîna komên opozisyonê yên El-Muteyibîn pêk hat. Di vê civînê de Ebû Umer El-Bexdadî ji bo serkêşiya rêxistinê bike hatine agahdarkirin.heseke-musil-cirokeke-ye-ku-tede-jiyan-kirini-4

Piştî kuştina Ebû Umer El-Bexdadî di 19‘ê nîsana 2010‘ an de Ebû Bekir El-Bexdadî bû serfermandar rêxistina DAIŞ‘ê. Bi destpêka aloziya Sûriyê re, di dawiya nîsana 2011‘an de Cebheta El-Nusra li Şamê hate damezirandin. El-Bexdadî jî rêxistina Cebhet El-Nusra bi nava Dewleta Islamî ya Iraq û Şam (DAIŞ) kir yek. Paşê di 29‘ê hizêrana 2014‘an de angot piştî dagirkirina Mûsilê bi 20 rojan Xîlafet îlan kir. piştî dagirkirina Reqqayê ku di sala 2013‘an de pêk hat, Reqqa wekî paytexata Xîlafetê ragihand.

Koçberê Mûsilê (MH) ku nexwest navê xwe eşkere bike. Ji beriya mehekê ve ango bi destpêka operasyona rizgarkirina Mûsilê re, di kampa Holê bi cih bûye. MH şahidê buyera ketina Mûsilê û zulma çeteyên DAIŞ‘ê ya derheqê welatiyan e.

Beriya ketina Mûsil

Aloziya Mûsil ji beriya 6 mehan ji dagirkirina çeteyên DAIŞ‘ê bajêr destpê kir. Di wê demên de buyerên mîna komkujî, teqînên rojane, girtin û revandina sivîl û rayerdarên dewletê diqewimîn. Artêşa Iraqê hêzên xwe li her tax û kolanên Mûsilê bi cih kiribû. Di wê demê de jî şaneyên razayê yên DAIŞ‘ê xwe di bajêr de avakirin û bi awayekî eşkere tevdirgeriya, bace li dikandaran û kesên ku di saziyên dewletê de dixebitin feriz dikirin, welatiyan ji tirsa nediwêrîn dengê xwe derxin. ji ber ku bi kuştinê dihatin hedîdkirin.

Artêşa Iraqê lewaz bû

Li hember pêkanîna DAIŞ‘ê û bêdengiya hikûmeta Iraqê nerazîbûna gel derket û gel xwepêşandan lidar xistin. Ev yek bû sedem ku rewşa ewlekariyê ber bi xirabûnê ve biçe.

Li aliyekî din buyerên teqîn û binçavkirin roj bi roj zêde dibû. Endamên artêşa Iraqê ji tirsa ku bêne girtin û kuştin erka xwe baş bi cih ne tanîn. Di saziyên dewletê de perçebûn çêbûn “Yek ji biriyarên min ku polîs bû, dema ku erka xwe bi cih tanî, hate kuştin, tu sedemên kuştina wî di aliyê siyasî de ne hate zanîn, tenê ji ber ji ber ku polîs e.”

Di wê demê de her kesî mirina xwe di anî ber çavên xwe. Rewşa gel gav bi gav zehmetir dibû. Çeteyên DAIŞ‘ê xwe wekî koman ava dikin. Her komeke ji ya din cuda bû, tu kes hev nas nedikir.

Vehicles of the Iraqi security forces are seen on the outskirts of Falluja, Iraq, May 23, 2016. REUTERS/Thaier Al-Sudani

Daxuyaniyên El-Malkî alozî kurtir kir

Artêşa Iraqê li şûna ku agir vemirîne û aloziyê çarser bike. Dest bi hemleyên girtina ser malan kir. Çeteyên DAIŞ‘ê ji vê yekê qezenc kirin. Di dema ku piraniya mizgeftên bajêr desteser kirin, wan kirin navenda belavkirina fikrên xwe yên radîkal. Li vir gel li dijî dewletê sor dikirin. Idayên mina “Bûyerên li bajêr diqewinîn şerekî di navbera Suna û Şîaa de ye. Belav dikirin. Herî zêde kir, daxuyaniyên Nûrî El-Malikî bû ku tê de digot ʹdi navbera me û DAIŞ‘ê deʹ heye.ʺ

Çeteyên DAIŞ‘ê ji van daxuyaniyan sûd girtin, bi armanca ku gel nêz xwe bike, di navbera wan û dewletê tevlihevî derxistin, ji wan; îdayên mîna ” Ev daxuyanî êrîş li hember Sûna ye”. Ev yek nakokiyê di navbera Sûna û dewletê de derxist. Ji bo ku hîn zêdetir hêza xwe di bajêr de xurtir bike, çeteyên xwe ji Cizîrê (herêma di navbera Beac, heta Hesiya, Hedîsa û qezaya Bîcî) anîn. Piraniya wan serçete (emir) girtiyên dewletê yên di herêma Tekrîtê de bûn, piştî ku DAIŞ herêm dagir kir, kes ku dewletê bi tewana derdiketin xwepêşandanan li hember dewletê ku hejmara wan zêdetirî 5 hezar in hatin berdan û gelek ji wan kesan tevlî DAIŞʹê bûn.

Ew kes ku nasnameya wan ji aliyê hêzên ewlekariyê ve hatin naskirin, direviyan herêma Cizîrê. Li wir çeteyên DAIŞ‘ê ew ji bo pêkanîna kiriyarên xwe didan xebitandin.

Buyera dagirkirinê çawa destpê kir

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmê hatin wergiritin, 400 çeteyên DAIŞ‘ê ji herêma Ibûr (deriyê sereke yê ketina Mûsilê) êrîşî Mûsilê kirin. Çete derbasî taxa Tenek a rastî çiyayan e bûn. Gav bi gav êrîşî xwe berfireh kir û derbasî herêma Yermûk û Cedîda bû. Li herêma 17‘ê Tîrmehê di nava du rojan de li pey hev pevçûnên dijwar rû dan. Hêzên artêşa Iraqê ku amadekariyên xwe baş nekirin di roj duyemîn de hilweşiya û herêm bi temanî kete destê DAIŞ‘ê.

Roja piştî şerê dijwar, tu bermahiyên hikûmetê di herêmê de nema, şêniyan çek ji saziyên dewletê ku vala bibûn dibirin. Girtî tenê di zinanan de mabûn.

Di Mûsilê de şaneyên razayî

Mûsil di demeke kurt de kete destê DAIŞ‘ê, ev yek heta niha pirsekê di serê gel de çêdike. Çawa bajarê Mûsilê di demeke kurt de kete destê DAIŞ‘ê, tevî ku bajar ji hudur û derve parastiye?

Bi êrîşên DAIŞ ên li ser Mûsilê re, şaneyên razayî yên ku xwe di nava bajêr de birêxistin kiribûn, derketin û li kêleka DAIŞ‘ê êrîşî êrîş pêk danîn û herêm dagir kirin.

Bi ketina Mûsilê re, hemû herêmên girêdayî wê, parêzgeha Selaheddîn di roja duyemîn a ketina Mûsilê de jî ket, artêşa Iraqê li hember êrîşên DAIŞ‘ê berxwedanê nekir.

Çeteyên DAIŞ‘ê di 9‘ê Hizêrana 2014‘an de bajarê Mûsil dagir kir û hata roja îro bajar di bin dagirkirina wan de ye.

Hêzên artêşa Iraqê di 17‘ê Cotmeha vê sale de pêngava rizgarkirina Mûsilê da destpêkirin. Pêngava rizgrkirina heta niha berdewame.

Sibe: DAIŞ gel xapand û kiryarên ku li hemberî wan didan meşandin

(bb/dc)

ANHA