1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Mûsil, çawa di şev û rojekê de ket? -2
Mûsil, çawa di şev û rojekê de ket? -2,mûsil,çawa,di,şev,û,rojekê,de,ket,2

Mûsil, çawa di şev û rojekê de ket? -2

A+ A-

DOSYA

DILSOZ DILDAR- RÛKEN BERÎ

HESEKÊ – Piştî ku bajarê Mûsil a Îraqê ket destê komên çete yên DAIŞʹê, welatiyên Mûsil hîskirin ku wan azadiya xwe windakiriye, Êdî li benda hisreta azadiyê ne. Poşmanî tenê têrênake ku wan bi xwe pêşwaziya komên çete yên DAIŞʹê kirin.

Di vî beşê dosya me de em ê balê bikşînin sr kiryarên komên çete yên li dijî welatiyan. Penaberê ji Mûsilê yê bi navê M.H. ku birayekî xwe di teqîna mayîna çeteyan de winda kir. Çeteyan yek ji zarokên M.H serjêkirin. Mirov dikare bêje ku M.H beşek ji tirajîdiya êşa şêniyên Mûsilê ye.

Dema nû çeteyan bajar dagirkir, demil dest dest bi paqijkirina bendên kontrolê yên hêzên Îraqî kirin. Vê yekê welatî kêfxweş kirin. Welatî ji opersyonên binçavkirina hêzên Îraqê xilas bûn. Nîvê welatiyên Mûsilê di destpêkê de çete himbêz kirin.m-h

Çeteyan bace û tewbe ji welatiyan standin

Tewbe wekî nanameya kesane, hemû sicilên welatiyan di wan de têne nivîsandin û ji aliyê çeteyan ve hate erşîvkirin,. Çeteyan ji xiristyanan xwestin ya baceyan bidin çeteyan an jî jib ajar derkevin û 15 roj muhlet ji wan re hate dayîn.

Piştî dema ji xiristyanan re hatibû dayîn qediya çeteyên DAIŞʹê xwestin ku jib ajar derkevin, lê ev yek ne hêsan bû, ji ber ku di nava pêkhateyên bajar de têkiliyên gerim hebûn. Ji ber vê yekê çeteyan navê Nesara li xiristyanan kirin û di xutbeyên înê de gelekî bal kişandin ser wan, sedemên derbederkirina wan li gorî mezhebê çeteyan dihate vegotin. Ji wan xwestin an bibin misliman an jî ji herêmê derkevin. Welatiyên xiristyan herû biryarên çeteyan jî qebûl nekirin. Çeteyan ji ber vê yekê bi darê zorê welatiyên xiristyanî ji Mûsilê derxistin. Çeteyan mal û milkên xiristyaniyan talan kirin û hemû tiştên di destê wan de jî ji wan standin.

Li kolanan infaz

Piştî welatiyên xiristyan ji bajar hatin derxistin, çeteyan hemû saziyên dewletê bikar anîn, kesên piştgiriya wan ne dikirin metirsîn li ser wan çê dikirin, ji ber vê yekê çeteyan gelek welatî giritin û revandin, Gelek welatî li meydan û kolanên giştî li ber çavê welatiyan hatin îdamkirin, gelek jî bi dizî hatin infazkirin. Çeteyan her wiha welatî ji kişandina çixareyan qedexe kirin. Welatî ji derketina nava daristanan qedexekirin û ji wan xwestin riyên xwe dirêj bikin û cilên kin lixwe bikin.

Destpêkê gelek ciwan beşdarî çeteyan bûn

Wekî me di destpêka dosyayê de jî got di destpêkê de gelek ciwan tevlî çeteyan bûn, hemû ciwanên baweriya wan bi riya Neqişbendî dihat, tevlîbûna xwe ya di nava çeteyan de ragîhandin. Lê piştî ciwanan rastiya çeteyan dîtin, xwestin ji nav çeteyan veqetin. Lê DAIŞʹê rê ne da kesên tevlîwanbibin ku ji wan veqetin û ciwanên dixwestin veqetin dihatin infazkirin. Psmamekî M.H yê ku niha koçberî Rojava kiriye li meydaneke giştî ya Mûsilê hate idamkirin. Ji ber idam zêde bûn, ciwan nema ji nava çeteyan veqetiyan.heseke-dosiya-musil3-1

Tevahiya bajar xistin destê xwe

Çeteyan tevahiya bajar xistin destê xwe û nema rê dan welatiyan ku ji bajar derkevin.tenê çûn û hatina welatiyan di herêmên di bin dagikeriya çeteyan de bûn. Piştî idamkirin zêde kirin û di nava welatiyan de tirs û xof zêde bû, çeteyan êdî qanûnên xwe li ser tevahiya civakê feriz kirin. Navendên xwe li bajar vekirin.

Girtina welatiyan zêde bû, êdî jiyan li welatiyan kirin dojgeh, her kes neçarî dewreyên şerî dikirin. Dewriyên wan gelekî di nava bajar de digeriyan. Çete ji bo tirsê zêde bikin ekranên mezin di kolanan datanîn û kuştina welatiyan nîşanî her kesî dikirin.

Çeteyan erd û xaniyên welatiyên ne hazir li endamên çeteyan belav dikirin û det datanîn ser hemû tiştî. Piraniya şêniyên Mûsilê ji malên xwe reviya bûn. Çeteyan li ser dîwaran dinivîsiandin ku xanî yan jî dikan malê çeteyane. Çeteyan kazîno û nadiyên şevê girtin her wiha ji bilî stranên olî danîna stranan hatibû qedexekirin. Ji ber van kiryarên xwe aloziyeke nefsî di nava welatiyan de çêkiribûn.

Çete ketin hemû hûrikên jiyana welatiyan û êdî her tiştek li gorî çeteyan dihate meşandin. Ji jinan re gotin ku dive cilên rûgirtî li gorî çeteyan lixwe bikin, zilam jî dive cilên kin lixwe bikin, yanî divê cilên her kesî li gorî çeteyan be. Kesên cilên xwe li gorî wan li xwe neke jî wê were darizandin.

Jiyana welatiyan kiribûn dojgeh, lê welatî ji ber di çembera çeteyan debûn, nikarîbûn ji malên xwe derkevin û her dem tenê di herêmekê de û li gorî yasayên çeteyan tevdigeriyan.

Kesên welatî bi qaçaxî ji bajar derdixistin destpêkê dihatin berdan, lê welatî ji hemû tiştî dihatin talankirin, lê paşê êdî êdî dest bi infazkirina kesên direvin û qaçaxçiyê wan derxîne dikir.

Ji ber vê yekê derketina bi dizî ya jib ajar tenê di riya endamên çeteyan û bi dizî dihate kirin. Beranberî wê jî pereyên gelek zêde dihatin standin. Istxbarata çeteyan a di nava welatiyan de gelekî bi hêz bû. Ji ber wê kesên dixwestin derkevin bi wan dihate hisîn û di malnê xwe de jî dihatin giritin.

Sûk jî di destê çeteyan debûn

Hemû sûkên bajar di bin kontrola çeteyan debûn, çeteyan sûk birêve dibirin. SOtemenî ji ji Sûriyê dihat, benzîn û mazot ji aliyê SÛriyê derbasî bajar dikirin. Welatiyên Mûsilê ji bo pêdiviyên xwe yên jiyanî peyda bikin, kar dikirin, lê ji ber çember li ser herêmê rewşa jiyanî ya welatiyan gelekî xira bû. Êdî tu kes ji bilî endamên çeteyan nema dikarîn di bajar de jiyan bikin, jiyan zehmet bibû. Ev rewşa xirab ku DAIŞʹê ji wlatiyên Mûsilê re anî, welatî êdî ji hemû tiştî aciz bibûn û di dilê xwe de bi jî bang li Artêşa Îraqê dikirin ku wan ji çeteyên DIAŞʹê rizgar bikin. Piraniya şêniyên bajar ku di destpêkê de bi kêfxweşî pêşwaziya çeteyan kirin, êdî roj beriya roj dixwazin ji wan û zulma wan rizgar bibin.

BI destpêka Hemeleya Rizgarkirina Mûsilê ku di 17ʹê mijdarê de hatiye destpêkirin, bi hezaran welatiyên Îraqê bûne qurbanî û ji neçarî ji herêmên xwe direvin. Li gorî daneyên nefermî heta niha derdora 60 hezar welatiyên Mûsiê û derdora wê koçber bûne. Saziyên Mafê Mirovan ên Îraqê destnîşan kirin ku hejmarek mezin ji koçberan di xaka Îraqê yên di destê Artêşê de koçber bûne, hejmarek din jî berê xwe dane Rojava û di kampên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk de hatine bicihkirin. WElatiyên koçber heta niha di nava serm û seqemê de bê ku alîkarî bighêje wan jiyan dikin û zehmetiyê jiyan dikin.

SIBE: Girîngiya Mûsil ji DAIŞʹê re û piştgiriya Tirkiyê

(dc)

ANHA