Mûslim: Em ji lîstikan bihêztirin
ndamê Desteya Bilind ya Rojavaya Kurdistan Salih Mûslim hevdîtinê Encumena Niştimanî Kurdên Sûriyê (ENKS) bi Davutoglu û Evdilbasit Seyda re nirxand
AZÎZ KOYLUOGLU Endamê Desteya Bilind ya Rojavaya Kurdistan Salih Mûslim hevdîtinê Encumena Niştimanî Kurdên Sûriyê (ENKS) bi Davutoglu û Evdilbasit Seyda re nirxand û diyar kir ku ji bo yekîtiya Kurd li Rojavaya Kurdistanê metirsî nîne.
Li ser hevdîtina ENKS’ê bi wezîrê karê derve Ahmed Davûtoglu û Serokê SUK’ê Avdilbasit Seyda re li Hewlêrê pêk hat Endamê Desteya Bilind ya Rojavaya Kurdistan Salih Mûslim bi taybet ji DÎHA’ê re aixvî. Mûslim, diyar kir ku hevdîtinê Encumena Niştimanî Kurdên Sûriyê (ENKS) bi Davutoglu û Evdilbasit Seyda re ji bo yekîtiya Kurd li Rojavaya Kurdistanê metirsî nîne û wiha “Berî niha me wek desteya bilind ya Rojavaya Kurdistan dabû zanîn ku em dikarin bi herkesê re hevdîtina pêkbînin. Ev hevdîtin bi agahiya me çêbûye. Em ne li dijî hevdîtinê wiha ne. Diba ku ev hevalê me yên di Desteya Bilind dene û en dem Endamê ENKS’ê ne bê me hevdîtinek wiha nekirina. Çinkî li gora peymana Hewlêrê dibe hemû karen dîplomasiyê bi destê Desteya Bilind ve bê kirin. Niha şaştiyek wiha bû. Lê ev nayê wateya metirsiyek li ser yekîtiya me, bila dile gelê me xweş be.”
Endamê Desteya Bilind ya Rojavaya Kurdistan Salih Mûslim diyar kir ku siyaseta dewleta Tirk heta niha dijî Rojavaya Kurdistan diyar e wiha got: “Em zanin hêzên heremê naxwazin yekîtiya Kurd çêbibe. Erdogan radibe dibêje dibe em Desteya Bilind ya Kurd çenebûna. Wala vêya nabêje. Tiştên ji bo herkesê rewa dibînin, dema tê ji bo Kurdan wek qebehet dibînin. Lê bi hatina Davûtoglu re me zanibû wê lîsk çêbibin. Lê em ji wan lîskan meztirin. Bila dilê gelê me şad be em ê vê yekîtiyê wek çawê xwe biparêzin. Mesaja gelê me ya 29 Pûşberê dayîne mesajek mezin bû. Belkî ji hineka re tu wate nade, lê ji bo me wetaya wê pirr mezin bû. Baweriya me ew e ku ew mesaja gel ji me reye. Niha ev rewş nuye û yek e. Lê ev hêzên yekîtiya Kurd naxwazin dibe lîstikên mezintir jî bikin. Em ji bo na wan jî amadane.” Salih Mûslim diyar kir her çend endamê desteya bilind yê hevdîtin bi Davûtoglû re pêkanîn e şaştiya xwe qebûl kirine û wiha got “ Van Hevalan jî gotin dibû me bi gotana wê hevdîtinek wiha bi gotana, gotin şaştiye bû. Lê dibe ev rewşa dubare nebe. Ev hevalan jî bê îrada xwe çûne ser şaşiyê. Heta çûne cihê hevdîtinê jî nizanîbûne wê bi kire hevdîtin pê bînin. Tişta li vir nayê pejirandin, kê ev hevdîtina plan kiriye ye. Lê wek siyasetmedar di bû ev hevalan jî dibû kî berê wan bidin ku ew jî biçin nabûna. Hêviyên gel di wan hevalan hene, dibû ev hevalan jî lig ora ev hêviyan tevbigeriyana û nehatana ev lîstikan.”
Endamê Desteya Bilind ya Rojavaya Kurdistan Salih Mûslim dazanîn dewleta Tirk ti çaran naxwaze Kurd bibin hêz û xwedan vîn bin û wiha gotinê xwe bi dawî kir “Nihal i Rojavaya Kurdistan hêza herî mezin TEV-DEM’e ji ber wê jî navê PYD’ê tînin ziman lê hedef TEV-DEM’e. Dewleta Tirk naxwaze Kurd li Rojhilata navîn bibin hêz û xwedan îrade. Niha kî hêze êriş li ser wê ne, jiber PYD pêşengiya wê şoreşê dike, kirine hedef.”
(ak/mae)