Nahêlin kesek biçe herêma operasyonê
Welatiyên ku xwestin biçin herêma operasyonê hatin astengkirin
A+
A-
11:57 17.07.2012 AMED (DÎHA) - Piştî pevçûna li herêma di navbera gundên Dêrxûst û Sîsê ên dijwar welatiyên ku xwestin biçin herêma pevçûnê ji aliyê polîsên tevgera tîmên taybet ve hatin rawestandin.
Piştî ku helîkopteran herêma daristanî ya di navbera gundên Sîsê û Dêrxust a navçeya Lîceya Amedê ji saet 04.00'an û pê de hat bombebaran kirin pevçûn derket. Gel xwest ber bi herêma pevçûn lê berdewam dikin ve bimeşin. Rêvebirên BDP'a Lîceyê jî di nav de gelek kesên ku xwestin biçin herêma pevçûnê di ketina gundê Dêrxuxstê de ji aliyê polîsên tevgera tîmên taybet hatin rawestandin. Welatî hê jî ji bo biçe herêma operasyonê di ketina gund de radiweste. Ji herêma daristanî jî dûkêl bilind dibe.
(ak/mae)
Bêjeyên Miftehî nahêlin,kesek,biçe,herêma,operasyonê