1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Nakokiyên li ser pêkanîna hikûmeta Herêma Kurdistanê didom in
Nakokiyên li ser pêkanîna hikûmeta Herêma Kurdistanê didom in,nakokiyên,li,ser,pêkanîna,hikûmeta,herêma,kurdistanê,didom,in

Nakokiyên li ser pêkanîna hikûmeta Herêma Kurdistanê didom in

A+ A-

08:41 11.02.2014 NİHAT KAYA/WEHBÎ DEMİR

HEWLÊR (DÎHA) – Parlamenterê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Umît Xoşnaw diyar kir ku serdema pêncî bi pêncî derbas bûye. Parlamenterên Yekîtiya Nîştîmaniya Kurdistanê (YNK) jî diyar dikin ku hêzên siyasî li ser bernameya siyasî lihevkirine, lê heta niha li ser parvekirina postan lihev nekirine.

Parlamenterên YNK’ê Rewaz Fayîq, Salar Mehmûd û parlamenterê PDK’ê Umîd Xoşnaw derbarê sedem û derengketina pêkanîna kabîneya heştemîn a hikûmeta Herêma Kurdistanê de ji DÎHA’yê re axivîn. Post têra hêzên siyasî nakin

Parlamentera YNK’ê ya li parlamentoya Herêma Kurdistanê Rewaz Fayîq derbarê sedemên derengketina pêkanîna hikûmeta Herêma Kurdistanê wiha got: “Gelek sedem ji bo dirûstnebûna hikûmetê hene. Lê ya herî giring parvekirina postan e. Dibe ku hêzên siyasî li ser bernameya siyasî ya hevpar lihevkiribin, lê heta niha li ser parvekirina postan lihevnekirine. Her hêzekî siyasî hinek postan ji bo xwe baş dibîne û ew postên hene jî têra hêzên siyasî nake.” Rewaz Fayîq wiha got: “PDK di hilbijartinê de bû yekemîn, ger YNK li pêşiya avakirina hikûmetê asteng e; bila PDK bêyî YNK’ê hikûmetê ava bike. Me 56 kursî nîne û tenê 18 kursiyên me hene. Me ji bo civînan çend caran hewldan kirine, lê hêjmara me têra vê yekê nake. Me bang kir ku em helwestekê wergirin, tenê 21 parlamenter kom bûn. 21 parlamenter jî nikarin ti biryarekê bidin.” Parlamenterê YNK’ê Salar Mehmûd jî bal kişand ser sedemên avanekirina hikûmetê û wiha got: “Mesele hikûmetê pêwîstî bi bernameyekî hevbeş heye. Me wekî YNK berî hilbijartina 21’ê îlona sala borî propagandaya wê yekê kiriye ku pêwîstiya vê qonaxê bi hikûmetekî yekrêzî û nîştîmanî heye. Em pêşwaziya her aliyekê dikin. Lê çi aliyekî di wê baweriyê de be YNK li pêşiya pêkanîna hikûmetê asteng e, kîjan lîst ên yekem an jî duyem ger bikarin hikûmetê pêk bînin li wan pîroz be.” Dirûstbûna parlamento û hikûmetê fikra YNK’ê bû Salar Mehmûd diyar kir ku YNK yek ji wan hêzan bû nakokiyan çareser bike û wiha got: “Ev yek ji dema dirûstbûna hikûmete ve heye. Dirûstbûna parlamento û hikûmetê fikra YNK’ê bû. Berjewendiyên gel erkê serekî yê me ye. Em xwe li hemberî vê rewşê wekî berpirsyar dibînin. Ligel me berjewendî û bernameya giştî giring e.” Derbarê pirsa ‘PDK dibêje YNK li hemberî pêkanîna hikûmetê asteng e?’ Mehmûd wiha got: “Min nebihîstiye ku berpirsekî PDK’ê wiha bêje. Birêz Nêçîrvan Barzanî serokê şanda danûstandinan ê PDK’ê ye û 38 kursiyên wan hene. Ger bikariban bi tenê wê hikûmet pêk anîban, lê pêwîstiya wan bi aliyên din heye. Me di çend salên borî de bi hev re hikûmet ava kir, biryare di siberojê de jî em bi hev re hikûmetê pêk bînin. Tenê nûnerên PDK’ê yên şanda hevdîtinan dikare daxuyaniyek wiha bide, ger hinek din wan gotinan bikin gotinên bê berpirsyarîne.” Parlamenterê YNK’ê Salar Mehmûd wiha got: “Em ji vê rewşê dilgiran in. Emê di demekî nêzîk de helwesta xwe diyar bikin. Yên qumar li ser kongreya YNK’ê dikirin û ji bo rewşek derkeve holê, ew xewn vale derket.” Parlamenterê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Umît Xoşnaw jî da zanîn ku hilbijartina 21’ê îlona sala borî rêzbendiya partiyan guherand û wiha got: “Berê 2 hêzên serekî yên deshilatdar û 3 hêzên mûxalifetetê hebûn. Niha jî hemû aliyên siyasî dixwazin hikûmetekî yekrêzî û nîştîmanî were avakirin. Ango yek ji sedemên derengketina pêkanîna hikûmetê, hevdengiya ji bo yekrêziya nîştîmaniye. Ev jî nayê wê wateyê ku daxwaza welatiyan li ber çavan nayê girtin, çalakiya îro hatî kirin despêkeke ji bo zextên welatiyên Kurdistanê û rêxistinên sivîl dixwazin encamên hilbijartinê ji bo pêkanîna hikûmetê li ber çavan werin girtin.” Xoşnaw wiha got: “Îro YNK ji rêza duyemîn daketiye rêza sêyemîn de. Niha daxwaza para xwe ya berê ya peymana stratejîk a ligel PDK’ê dike. Lê pîvana herî baş a ji bo pêkanîna hikûmetê endamên hilbijartinê û dengên gel ên ku 21’ê îlonê deng li ser hatî dayîn e.” Derbarê sedemên avanekirina hikûmetê de jî parlamenterê PDK’ê Umît Xoşnaw wiha got: “Yek ji sedeman parvekirina postan a di navbera hêz û aliyên siyasî de ye. Raste peymana stratejîk heye, lê ji ber ku PDK û YNK cûda tevlî hilbijartinê bûne, herwiha mafê wan e rêzê li dengderên xwe bigrin, herwiha pêwîste ew peyman li gor demê bigunce û ev jî nayê wateya pêncî bi pêncî. Dema pêncî bi pêncî bi dawî bûye.” Umît Xoşnaw di dawiya axaftinên xwe de diyar kir ku wê di nava vê mehê de hêz û aliyên siyasî ji bo pêkanîn hikûmetê bigihin encamekê.

(mo/mae)