Nakokiyên Îran û Siûdiyê ber bi ku derê ve diçin?
NAVENDA NÛÇEYAN – Aloziya di navbera Siûdiyê û Îranê de di qada siyasî ya Rojhilata Navîn de her diçe mezintir dibe û piştî bidarvekirina Nimir Baqir El-Nimir rewş xerabtir bû.
Nakokiyên di navbera Erebistana Siûdiyê û Îranê de gelekî kevn in. Her yek ji wan nûnertiya rûyekî Îslama Şîî û Sunnî ku piştî wefata Hz. Mihemed dikin.
Herdu alî bi armanca serweriya xwe li ser herêmên Rojhilata Navîn xurt bikin, alîkariya alîgirên xwe li herêmê dikin. Lê piştî ku Şahê Îranê Mihemed Riza Behlewî di sala 1979’an de ji desthilatdariyê di encama şoreşa Şîî de hate derxistin, nakokiyên di navbera pêkhateyên Sunnî û Şîî de bêtir eşkere bûn.
Piştre Îranê têkliyên xwe bi kom û aliyên girêdayî wê li herêmê danîn. Di encamê de Siûdiyên jî aliyên Sunnî komî ser hevûdu kirin û Meclîsa Hevkariya Kendava Ereban ku xwe dispêrin heman fikrê avakir.
Di salên 80’yî ya sedsala borî de nakokiyên Siûdiyê û Îranê kûrtir bûn. Di wan salan de Siûdiyê alîkariya rêjîma Sedam Hisên kir. Di demsala Hecê ya sala 1987’an de pevçûnên dijwar rû dan û bi kuştina sedan welatiyên Îranê ku hec dikirin bi dawî bû. Di wê demê de Siûdiyê têkliyên xwe yên dîplomasî sê salan birrîn.
Bi destwerdana Emrîka di Îraqê de têkliyên di navbera Siûdiyê û Îranê de derbasî qonaxeke nû bû. Piştî ku rêjîma Sedam Hisên hate hilweşandin û hikûmeteke nû bi serkêşiya Şîîyan bi serokatiya Îyad Elawî, metirsiya Siûdiyê mezintir bû.
Bi destpêkirina Buhara gelan li piraniya dewletên ku di encamê de gelek rêjîmên van dewletan hatin hilweşandin, tîpên stûr ên Sunnî û Şîî dîsa derketin pêş. Îranê rasterast alîkariya hevkarê xwe rêjîma Baasê li Sûriyeyê kir û li aliyê din jî Siûdiyê alîkariya komên çekdar ku xwe dispêrin rêgezên “Îslama Radîkal” kir. Di encamê de tevgera gel ji xebateke şoreşgerî veguherî şerekî navxweyî. Her wiha xwepêşandanên Şîîyan li dewleta Behrênê hatin bêdengkirin.
Piştî ku Îranê di 14’ê hizêrana 2015’an de hevpeymana nuklerî bi koma dewletên 5 + 1 re ku li gorî wê cezayên li ser Îranê radike, îmze kir, metirsiyên Siûdiyê ji bo Tehran bêtir li ser Rojhilata Navîn serwer be, zêde kir.
Van geşedanan û mirina welatiyên Îranê di demsala Hecê li Mekayê û herî dawî bidarvekirina Nimir Baqir El-Nimir hêrsa Îranê jî zêde kir.
Di herdu aloziyên Sûriyeyê û Yemenê de nakokiyên Sunnî û Şîî bêtir eşkere dibin. Li Yemenê jî Îran alîkariya komên çekdar ên li dijî desthilatdariya Ebidrebo Mensûr El-Hadî dike û li aliyê din Siûdiyê jî bi riya koalîsyoneke ereban destwerdana Yemenê kir û alîkariya Sunniyên Yemenê dike.
Li Sûriyeyê jî Îran bi hemû hêza xwe alîkariya hevkarê xwe yê li ser Deryayê Spî rêjîma Baasê dike. Nemaze rasterast li rex hêzên Beşar El-Esed beşdarî şerê çekdarî li Sûriyeyê bû û hêzên Zîrevanên Şoreşger şandin Sûriyeyê. Siûdiyê jî ji aliyê xwe ve alîkariya komên çekdar ên radîkal dike û hewl dide rêjîma Beşar El-Esed hilweşîne û li şûna wê sîstemeke Sunnî ava bike.
Lê tişta balkêş nakokiyên di navbera Îran û Siûdiyê de dê bandora xwe li hevdîtinên 25’ê çileya 2016’an ku tê payîn li Cinêvê derbarê aloziya Sûriyeyê de were lidarxistin, bike. Bi vê yekê herdu alî dê bi daxwazên xwe ve bêtir werin girêdan û çareseriya aloziya Sûriyeyê dê dûrtir bikeve.
(jh)
ANHA