Nameya Ocalan a ji bo gelê Ermenî
STENBOL 30.01.2014 07:12:56 Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di nameya xwe ya ji bo gelê Ermenî de got, "Di her kêliya têkoşîna me ya 30 salan de veşartî ye, ku lêgerîna me ya aştiyê zararê nade ti gelan, ne li dijî ti gelan e û nabe li dijî ti gelan be."
Temamiya nameya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ji bo civaka Ermenî nivîsandiye, di hejmara îro ya Rojnameya Agosê de hat weşandin.
Ocalan pêşniyar li gelê Ermenî kir ku xwe ji hêzên sermayeyê yên navneteweyî yên şer dixwazin û ji armancên zexel ên lobiyan dûr bixin û têkoşîna xwe dewam bikin.
Tevahiya nameyê wiha ye:
"Têkiliyên civakî yên sedan salan ên navbera gelên kevnare yên Mezopotamya û Anatoliyê, di sê sed salên dawî de serûbin bûne. Bi taybetî ji ber modernîteya kapîtalîst û jehra netewe dewlet a ku perestgeha wê ye, ev xak veguheriye goristana gelan û çandan. Projeyên afirandina neteweya monolîtîk ji Ewropayê heta Afrîkayê, ji Asyayê heta Awûstûralyayê û ji wir heta Amerîkayê hemû nirxên mirovahiyê serberjêr kirine, nirx û mîrateya çanda hezaran salan ji ser rûyê erdê birine, xalî kirine. Ev xaka welatê me ku yekemcar mirovahî û şaristaniyê xwe nîşan da, ji vê felaketê para xwe bi zêdehî girtiye. Pêlên neteweperestî-nîjadperestî yên mîna xençerekî xistine nava gelên me, bûne bingeha îdeolojîk a vê felaketê. Bi dehan çand û ziman di nava vî agirî de bûne xwelî, mîna hemanên nostaljîk hatine roja me ya îro. Gelek xelk ji ber sûcê li dijî mirovahiyê yên mîna qirkirinê hatine tinekirin, gelek bawerî û çand jî di encama zextan de tine bûne. Felaketên di sedsalên dawî de hatin jiyîn, ji felaketên herî mezin ên hatine serê mirovahiyê ne. Di tevahiya dîrokê de şer û pevçûnan her tim dewam kirine, lê belê di ti demê de mîna îro nebûye xwedî armanca tinekirina mirovahî û xwezayê, veneguheriye rêbazeke ku ji gelek aliyan ve bi ser ketiye.
Plana qirkirinê ya di destpêka sedsala bihurî de li dijî gelê Ermenî hat meşandin jî, yek ji zalimtirîn vê polîtîkaya qirêj e. Rewşa ku gelê Ermenî ketiyê, rastiyeke tam a qirkirinê ye. Li gel vê trajediyê jî gelê Ermenî karî xwe bigihêjîne roja îro, ev yek mûcîzeyeke mezin e. Bêguman ev mûcîze di encama ked û têkoşîna mezin a gelê Ermenî yê mazlûm pêk hatiye.
Di roja me ya îro de pêwîste tevahiya cîhanê bi rastiya dîrokî ya gelê Ermenî jiyaye rûbirû bibe, êşa gelê Ermenî parve bike û şîna wê bigire. Neçare ku Komara Tirkiyeyê jî bi vê gihaştîbûnê nêzî mijarê bibe û bi vê dîroka bi êş re rûbirû bimîne.
Pêşniyara min a neçêyane ye li gelê Ermenî, ku nekeve nava feqa neteweperestî-nijadperestiyê, xwe ji hêzên sermayeya navneteweyî ya pevçûnên sedan salan dixwaze û ji armancên zexel ên lobiyan dûr bimîne û têkoşîna xwe dewam bike. Têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd û başkirina êşên gelê Ermenî, weke têkoşîna jiyana welatiyên xwedî mafên wekhev li vê axê di zikhev de meşiyane. Lewma komareke bi demokrasiyê hatiye tacîdarkirin hem wê bibe hesabpirsîna ji paşerojê hem jî jiyana azad a hemû nasnameyên cuda.
Eger ji vî alî ve were temaşekirin, em dikarin bêjin ku em ne tenê ji bo gelê Kurd; ji bo azadiya tevahiya gel û baweriyên li vê cografya kevnare têdikoşin.
Ji ber vê yekê ye, hemû hêzên dijberên demokrasiyê yên hundir û derve ji bo çaresernekirina pirsgirêka Kurd di her demê de astengî derxistine pêşiya me. Kengî me rêyên aştiyane ceribandin, wê demê bi provokasyonên mezin pêvajo qut kirin. Du hêzên bingehîn hene ku ev derdor xwe dispêrê; pere-kapîtal û neteweperestî. Weke navgîn jî lobiyên sermaye yên mezin û di demên dawî de jî rêxistinbûyînên mîna camaetê bikar anîn. Bi propagandaya; di navbera gelan de hînê hesabên nehatine dîtin hene, hewl dane ji xwe re bingehekê ava bikin. Halbûkî hemû gelên kevnare yên li ser vê xakê dijîn xwediyê vê xakê ne û ti tiştekî wan nîne ku parve nekin. Kurd, Tirk, Ereb, Fars, Ermenî; kîjan gel dibe bila bibe, hiqûqa navbera wan divê hiqûqa biratiyê ya xwe dispêre wekheviyê be. Dijminatiya ku hewl tê dayîn di navbera gelan de bê afirandin, pêwîste weke parçeyek ji çanda me ya cewherî neyê dîtin. Divê em nehêlin ev yek xwe bigihîne nifşên me yên nû. Ev yek jî ancax bi aştiyeke dîrokî ya li ser edaleteke rastîn hatiye avakirin, dibe. Pêvajoya ku me di Newroza 2013'an de dan destpêkirin, eger bi vê têgihiştinê bimeşe hingî dikare mayînde û watedar be.
Dostê rastî yê gelan û ewladê leheng ê Ermenî Hrant Dînk ji aliyê nûnerên vê zîhniyeta qirêj ve hat qetilkirin, ji bo xizmetî armanca ku min hewl da hinekî li jorê rave bikim, hat qetilkirin. Ermeniyê dawî yê bi vê armancê hatiye qetilkirin jî Ew e.
Lêgerîna aştiyê ya ku li gel şert û mercên zehmet jî hewl didim bimeşînim, zerarê nade ti gelan û ne li dijî ti gelan e. Ev rastî di her kêliya têkoşîna me ya 30 salan de veşartiye. Em li vê derê ji bo berjewendiya tevahiya gelan di nava hewldaneke bêhempa de ne. Di vê rewşê de ez bang li her kesî dikim ku li pêşberî rêxistinbûyînên kûr, vekirî, paralel, lobî û cemaetan ên hewl didin me vala derxînin hişyar bin, bi nêrîneke objektîf li mijaran temaşe bikin.
Sekna me ya exlaqî ya polîtîk ji me re bû alîkar ku heta roja îro bêyî ji rê derkevin di rêya xwe de bimeşin. Divê gumana kesî tinebe ku ji niha û pê ve jî ezê bi heman ferasetê ji bo hemû gelan têbikoşim.
Li ser vê bingehê ez careke din Hrant Dînk ê xwoşevîst bi rêzdarî bibîr tînim, di serî de gelê Ermenî ez silavê xwe dişînim ji tevahiya gelên me re.
Abdullah Ocalan, Girtîgeha Îmrali."