Nameya Şehîd Rûken Bîngol
Ji bo Dilxwas
Dilê mirov ranagire li dû yên çûyî gotinek bêje. Têgeh wateya xwe wenda dikin. Gotin teva dibe. Yê dimîne hest e û yê wî û jiyana wî jî vedibêje ew e. Tu bi tenê, dijî. Gotin têrî lehiya hestan nakin. Nikarî hestên xwe li gotinan bar bikî. Dikare êşa herî mezin a vê jiyanê be, nekarîna vegotina tiştên ku hest dibînin û dijîn. Ji vê re ‘kovana ferzanan’ tê gotin. Mirov bibîne û nekare vebêje, bi tenê êşa wê bikêşe, bê ziman, lal bimîne!.
Li dû yên çûyî, êşa bêzimanan dikêşe dilê min. Nikarim vebêjim, bi xwînê der dide dilê min, xwîn dike, tengezariya gotinan. Û nikarim bipejirînim, hîn bibim. Her şehadetek, êşa min, kovaniya min hîn zêdetir dike û dilê min bi kovaniya ferzanan dadigire. Tê gotin ku yên dilê wan bi kovaniyê re dibe yek, aramiya wan jî zêde dibe. Dê hîn çiqasî bikaribe li ber xwe bide, nizanim, lê têdigihêjim û hest dikim ku dilê min bi wan tê dagirtin, bi wan re dibe yek û bi wan xwe digihêne jiyanê.
Belê, Hevalê Dilxwas, ez hînê çûna te nebûm! Xwezî te bizaniya ka çiqasî li min giran tê! Giraniya te di dilê xwe de hest dikim, bi çi gotinê te vebêjim! Çi gotin dikare te vebêje? Ax min bidiya wê gotinê!
Di taveheyva havîne de em pêrgî hev bûbûn. Demsala herî xweş a biharê bû û ez di nav kelecana yekem a nasîna te de bûm. Bi germahiya hatina ji Bakur, te hêvî û moral difûrand bi ser der û dora xwe ve.
Bihara sala 2000î bû. Mîna her biharî, jiyan careke din bi hemû rengên vejînê xemilî bû. Li Dola Kokê, di rojeke zindî ya biharê de, bi zindîbûna Bakur tu hatibûyî serdana min. Mîna pelên di biharê de vedibûn xemzeyên te, sor dikirin û li ken. Bîbikên çavên te dibiriqîn û bi ken dagirtî, li min dinihêrîn.
Hevdîtina min û hevalê Dilxwas a yekem jî, mîna biharê bû û her mîna biharekê ma di hişê min de. Min ew tim bi wî kenî dît. Di kenên wî yên zarokî de bihar hebû, evîn hebû, jiyan tijî bû. Wisa bawer im ku her kesê wî dinase jî, timî wî bi kenê wî yê biharî û teze, bi bîr tîne. Bi rastî jî kenên wî mîna biharê bûn! Mîna xwezayê ku enerjiyek dide mirovan, mirov hebûna wê hest dike, bedewiya wê dibîne û ew xwe bi ser dilan ve diherikîne, şopek dihêle li ser dilan ku dê tu carî jê neçe; tiştek daye te ku tu hay jê nînî. Kenên hevalê Dilxwas jî wisa, mîna xwezayê, mîna biharê bû! Di kenên wî yên zarokî de bihar hebû!
Belê rêhevalê min ê xwedî kenên zarokî. Tu carî di serê min re derbas nedibû ku ez ê derbarê te de tiştek binivîsim. Lê îroj, li pêş min wêneyê te yê daleqandî, lê dinihêrim û di nav êşeke kûr de me ku nikarim hestên xwe yên ji bo te, bînim ziman. Diyar e êş navê vê rastiyê ye. Şikestin û silbûna her dilekî ku êş dikşîne, di çavan de xwe dide der. Çav her tiştî vedibêjin, ji nişka ve. Rastiya te jî, bi awayê herî saf û tazî, çavên te vedigotin. Çiqasî xweş bû dilê te yê hînbûyê êşê, bi hêviyê dihat dagirtin û ji rika hemû êşan re xwe bi jiyanê ve digirt. Çiqasî xweşik dibiriqîn çavên te, lewra evîna te jî bi qasî êşa te kûr bû.
Li ku derê binihêrim, kenên te li pêş çavên min, nikarim çavên xwe ji te bidime alî rêhevalê min. Evîneke wisa ye yê te ku ne pêkan e mirov hesûdiyan jê neke. Û dema ber bi erka xwe ya pîroz ve çûyî, nota te ya dawî bû ji bo min. Mîna ku niqutîbû dilê min, ’gelo ez dê bikaribim careke din wî bibînin?’ Hîn di nav vê tirsê de bûm û ji nişka ve, ji televizyonê min bihîst, nûçeya şehadeta te û ez hejiyam, rêhevalê min. Dilek xurt divê ji bo mirov bikaribe te vebibêje, te binivîse. Zimanê min nikare te vebibêje, bi gotinên klasîk. Tenê dixwazim hinek be jî tiştên derbarê te de jiyam, bi te re parve bikim, sohbeta me ya nîvcomayî temam bikim.
Bi sedan rêhevalên me yên şehîd hene, bi qasî ku dê bi vegotinan neqedin, kûr û li benda têgihiştinekê, Nizanim gelo dê tu wateya gotinên piştî şehadetan têne gotin hebe, lê tenê, rastiya me ya ku em timî nîvco dihêlin û nikarin temam bikin in, şehîdên me. Gelo em bi qasî ku bikaribin mîna wan bi rê ve herin xemilî ne? Em dê bikaribin ew çend bi wîjdan û rastîbîn bin ku li ser nirxên ku wan di ber de jiyana xwe dane, zêde bikin? Gelo dikare çi bê kirin, ji bo em rêhevalên xwe yên mîna bi mirinê re dans bikin bi lehengî şehîd bûn, ji bîr nekin? Belê, hemû lanetî û pîrozî jî, bi nêzîkayiya van nirx û rûmetan re, bi nêzîkayiya van rastiyan re derdikevine holê. Jibîrkirina şehîdan, xiyaneta mirovan a li hemberî xwe ye, înkariya xwe bi xwe ye. Her yek ji wan, berdêla azadiya me û di heman demê de birîna me ne ku xwîn jê diherike. Êşeke kûr û parçeyek jêbûyî ya ji canê min e, ji hevalê Dilxwas ji min re mayî. Evîna nîvcomayî ya kenên wî yên zarokî ye, yê di dilê min de, ji min re mayî. Ew evîndarekî Botanê bû. Hîn jî dema wî bi bîr tînim, çavên min tijî dibin, girêkek tê di nav qirika min de kom dibe. Çiqasî li bendê bûm ku hinek bêjin ev lîstikek e. Cara dawî jî, beriya ku biçe, em bi hev re dirêj dirêj axivîbûn, me parve kiribû. Ew şehadet, bandorek mezin li ser min kir. Careke din rawestana xwe ya li hemberî şehadetan, tevlîbûna xwe û tiştên ku wî dixwest bike û nekarî bike, min di dilê xwe de hest kir. Ez dê êdî ne tenê ez bim, lê ez dê hewl bidim bibime dengê hest û xiyalên wan jî. Tu dê her tim di nav dil û mêjiyê me de bî. Piştî te dê gelek Dilxwas bêne dinê û bibine peyrewên te. Tu li nav axa xwe rehet razê hevalê min, rêhevalê min.
Rûken Bîngol (keça apê te)
Wergera ji tirkî: Amîda Kurd