Nameyek ji Muhsîn Kakereş
’’Min hêviya xwe jibo azadiyê ji dest nedaye û take daxwaza min beşdariya di merasîma zewaca keça xwe daye. Dema ez hatime binçavkirin keça min çend salî bû û niha dizewice. Min çendîn caran daxwaza murexesiyê kiriyê lê heya niha bersivek nedane min.’’
’’Min hêviya xwe jibo azadiyê ji dest nedaye û take daxwaza min beşdariya di merasîma zewaca keça xwe daye. Dema ez hatime binçavkirin keça min çend salî bû û niha dizewice. Min çendîn caran daxwaza murexesiyê kiriyê lê heya niha bersivek nedane min.’’
Muhsin Kakereş Ji Farsî: Dêrsim Oremar
Ev gotinên Walî Dirudî, girtiyê siyasiyê Kurdê mehkum bi hepsa heta hetayî di girtîgeha Yezdê daye. Didûdî di 12ê Xurdada sala 1375’an de ji aliyê hêzên dewletê ve li nêzî Kamyarana ser bi parêzgeha Kirmanşanê ve hatiye binçav kirin. Walî di peywendiyeke telefonî de ji girtîgeha Yezdê dibêje: ’’Sê kesên din jî bi navên: Mihemed Muradî, Elî Salihî û Omer İmamî bi henceta endamtiya di partiyeke kurdî de û êrişa çekdarî zêdetirî 15 salane bêy murexesiyê di girtîgehê dane.
Tu kengî û çawa hatiye binçav kirin? Di rastiyê de sal û meh di bîra min de nemane, lê zêdetirî 15 salane ez bêy murexesî di girtîgehê dame. Ez nêzî gundê ’’Çirosanê’’ ya girêdayî Kamyaranê ji aliyê hêzên Spahê Pasdaran ve hatim girtin. Piştre bo girtîgehên Merîwan, Sine, Urmiye û Kirmanşanê hatime veguhestin û piştî bihurandina çend mehan bo girtîgeha Yezdê hatime sûrgûn kirin û ji vê demê li vê derême. Demên pir dijwar bûn, zêdetirî 11 mehan di girtîgeha Kirmanşanê de mam. Gelek hatime îşkence kirin û jibo min gelek dijwar bû.
Sedema girtina te çibû? Em çend kes ji endamên PDKÎ bûn ku jibo karê rêxistinî (ne çekdarî) li herêmê bûn. 4 kes ji me hetine binçav kirin û niha jî bi hevre di girtîgeha bajarê Yezdê dene. Navê hevalên min Mihemed Muradî, Elî Salihî, û Omer İmamî ye.
Rewşa te ya fîzîkî û tendurustiya te û hevalên te çawaye? Xweşbextane rewşa min başe û çi pirsgirêkên cidî nînin. Lê mixabin yek ji hevalên me pirsgirêka tendurustiyê heye û didanên yê din kirmî bûne, rayedaran qet alîkariya wî nekirine û li wî ser mesrefa xwe didanên xwe derman kirin.
Gelo we derfeta hevdîtin û murexesiyê heye? Ji roja ku em hatine binçav kirin rojekê jî derfeta murexesiyê nedane me. Min gelek hewil da lê bê fayde bû. Hemû daxwaziyên me li Kirmanşanê bê bersiv diman. Lê me îcazeya hevdîtinê bi malbatê re heye, tevî mesafeya zor a rê her meh malbatên me têne serdanê. Sedem çiye ku murexesiyê nadene we? Di hukmê ku dane min de hevdîtina bi min re qedexe nekirine, lê ez di benda mucrimên xeternak dame. Min hêviya xweya jibo azadiyê ji dest nedaye û take daxwaza min beşdariya di merasima zewaca keça xwe daye. Dema ez hatime binçavkirin keça min çend salî bû û niha dizewice. Min çendcaran daxwaza murexesiyê kiriyê lê heya niha bersivek nedane min.’’
Gelo kesek parêzeriya te dike? Belê, xanima Şehla Ekberî parêzera min e, rayedarên girtîgehê soz dane wê ku heya çend mehên din rewşa min baştir dibe.
Rewşa malbata te çawaye? Piştî binçav bûnê min û hevjîna xwe biryara cudabûnê da. Keça min beşa Mîmariya zanîngehê qazanc kiriye. Heya niha xizm û hevalan hevkariya me kiriye û alîkarî dane me. Pênc sal beriya niha diya min wefat kir lê destûr nedan ku di merasîma wê de beşdariyê bikim. Ev çend salên mayîna di girtîgehê de jibo min ewqas bi zor û zehmet bûn ku hêdî-hêdî axiftina bi zimanê Kurdî jibîr dikim. Dixwazim tenê 10 rojan bo dema beriya girtîgehê vegerim û careke din Kurdistanê bibînim û azad bim.
Rojane di girtîgehê de çi dikî? Roj û demên xwe çawa derbaz dikî? Çend salin berpirsê werzişa girtiyanim, ez berê berpirsê pirtûkxaneya girtîgehê bûm û her roj bi awayekî dubare derbaz dibin û û kareke taybet nakim.
Daxwaza te ji berpirsên hikumet û saziyên mafê mirovan çiye? Di girtîgehê de tenê ji mere dibêjin lêborîn nameyê binivîsin û hemû xwestekên me di Kirmanşanê de bê bersiv dimînin û nagehîjin tu derekî. Ji hemû parêzvanên mafê mirovan û navendên nav neteweyî û medyayan dixwazim her karê ku jibo bêhtir bûna rewşa min û hevalên min ji dest wan tê bikin.