Nameyên Ocalan gihandin Qandîl û Ewropayê
A+
A-
10:06 16.12.2013
ENQERE (DÎHA) - Nameya ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji Qandîl û Ewropayê re nivîsandibû ji aliyê BDP'ê ve gihandin muxatabên wan. Hat zanîn ku name ji 20 rûpelan pêk tê.
Wekîlên Koma BDP Pervin Buldan û Îdris Baluken û Cîgirê Hevseroke HDP'ê Sirri Sureyya Onder di 7'ê kanûnê de bi Rêberê PKK'ê li Îmraliyê hevdîtin pêk anîbûn. Di hevdîtinê de Rêberê PKK'ê Ocalan di hevdîtina 13'emin de diyar kiribû ku wî name ji Qandîl û Ewropayê re nivîsandiye. Wekîlê Koma BDP'ê Îdrîs Buluken jî diyar kir ku BDP'ê nameya ku ji 20 rûpelan pêk tê gîhandiye Ewropa û Qandîlê.
(mae)
Bêjeyên Miftehî nameyên,ocalan,gihandin,qandîl,û,ewropayê