Namzetê AKP'ê yê 'dobrovskî'yî û xwedî rapora sexte
10:59 18.01.2014
HAYRÎ DEMÎR
AMED (DÎHA) - Jiyana siyasî ya namzetê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Galîp Ensarîoglu ji dema serokatiya bajêr a rêxistina DYP'ê ya Amadê heta îro tê. Ensarîoglu ku 17 salan bû serokê bajêr ê rêxistina DYP'ê ya partiya Mehmet Agar ê yek ji berpirsiyarên sereke yê "terora dewletê" û ya Tansu Çîller, car caran bi amadekirina rapora sexte ya ji bo neçe leşkeriyê ku bû rojev car caran ku ji Roboskî re got, "dobrovskî" birînên nû li birînên kurdan zêde kir.
Rojeva Tirkiyeyê ya êdî bûye hilbijartinên herêmî yên 30'ê Adara 2014'an, partiyên siyasî jî lez dane xebatên xwe. Armanca BDP'ê ev e ku li deverên lê desthilatdar ên wek Amed, Sêrt, Şirnex, Colemêrg, Wan, Îdir, Dêrsim û bi taybet li deverên ku bûne bajarê mezin Mêrdîn û Riha û her wiha li bajarên wek Agirî, Çewlik, Mûş û Bedlîsê bi ser bikeve. Ligel vê li herêmê profîlên namzetên AKP'ya ku ji ber li gor ruhê pêvajoyê gav neavêtin di navenda rexneyan de cih digire bal dikişînin. Yek ji wan jî namzetê AKP'ê yê Bajarê Mezin a Amedê Galîp Ensarîoglu ye.
'Di partiya Çîller de serokatiya bajêr kiriye'
Di dîroka siyaseta Tirkiyeyê de navê malbata Ensarîoglu ku timî tê bihîstin, bi taybet di pêvajoya salên 1990'an de dema qetilkirinên kiryar nediyar pêk dihatin û bi hezaran gund dihatin şewitandin hîn zêdetir hat naskirin. Nasnameya siyasî ya 60 salan a malbata Ensarîoglu ya di sala 1950'î de ketin nav siyasetê, niha bi Galîp Ensarîoglu yê Parlamenterê Amedê û namzetê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ya ya AKP'ê ye dewam dike. Mehmet Selîm Ensarîoglu yê di sala 1950'î de di Partiya Demokrat de dest bi siyasetê kir, di pêvajoya Serokwezîrtiya Tansu Çîller a di qetilkirina bi hezaran mirovan û şewitandina bi hezaran gundan de îmzeya wê heye bi awayekî aktîf siyaset kir. Piştî Selîm Ensarîoglu vê carê biraziyê wî Galîp Ensarî di siyasetê de hat naskirin.
Di DYP'ê de dest pê kir bi AKP'ê domand
Galîp Ensarîoglu, destpêkê di salên 1990'an de di pêvajoyeke ku bi hezaran qetilkirinên kiryar nediyar pêk dihatin û gund dihatin şewitandin de di partiya DYP'ê ya Tansu Çîller û Mehmet Agar ê berpirsiyarên sereke yên van kiryar û pêkutiyan bûn de gav avêt nav siyasetê. Ensarîoglu yê bi qasî 17 salan serokatiya rêxistina DYP'ê ya bajêr kir, di sala 2010'an de dest jê berda û wezîfeya Serokatiya Bazirganî û Sanayî ya Amedê kir. Ensarîoglu di wê demê de li hember Mehmet Kaya û ekîba wî ya AKP'ê aşkera piştgirî dida wan bi dengên ji derdora BDP'ê bû serokê desteya rêveber. Ensarîoglu, paşê ji bo berjewendiyên xwe yên malbatî pişta xwe da gel û bi AKP'ê re dest bi hevkariyê kir. Galîp Ensarîoglu çend karsaz jî girtin gel xwe û bi gotin wê di referandumê de bêjin, "Erê" hevkariya xwe nîşan da.
Mijara 'Dobrovskî'
Ensarîoglu yê ev 2 sal û nîv in parlamenter e, li desteya giştî ya Meclîsa tenê 5 caran mafê axaftinê xwestiye. Di yek ji van axaftinan de dema behsa komkujiya Roboskî dikir li ser hev ku got, "Em ê hesabê dobrovskî bipirsin" rastî nerazîbûneke mezin hat.
Ji bo neçe leşkeriyê rapora sexte
Ligel vê Ensarîoglu bi sedema ji bo neçe leşkeriyê rapora sexte çêkiriye li Dadgeha Leşkerî ya Enqereyê hat darizandin û 3 meh û 9 roj cezayê hepsê lê hatibû birîn.
(yş/mae)