Nasnameyên 8 têkoşeran hatin eşkerekirin
NAVENDA NÛÇEYAN – Nasnameyên 8 şervanên YPG û YPJ’ê ku di pevçûnên herêmên Kobanê û Cizîrê de jiyana xwe ji dest dabûn, hatin eşkerekirin.
Navenda Çapemeniya YPG’ê bi daxuyaniyeke ku di malpera fermî ya YPG’ê de hate weşandin, nasnameyên 8 cangoriyên azadiyê eşkere kirin. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:
“Şoreşa Rojavayê Kurdistanê roj bi roj destanên dîrokî dinivîse û navê xwe di rûpelên dîrokê de geş dike. Bêguman ev bi giştî bi saya berxwedaniya şervanên azadiyê û gelê welatperwer yê ku zulumkarî li ser xwe qebul nake û berxwedanek dîrokî dide nîşandan pêk hatiye.
Di tekoşîna ku li kantonên Kobanê û Cizîrê li dijî komên tarî tê meşandin de 8 rêhevalên me bi ruhekî fedayî şer kirin û gihîştin asta şehadetê. Di nava her 8 rêhevalên me de 2 rêhevalên me yên fermandar Rêheval Mêdiya Meysa û Rêheval Serxwbun Amed hene.
Herdu rêhevalên me di tekoşîna azadiya gelê kurd de rolek sereke leyîstin û di hemu çeperên şer de bi wêrekiyek pir mezin şer kirin û temsîla jiyana azad û wekhev kirin. Pêşengên weke fermandar Mêdiya û Serxwebûn ji bo me cihê bawerî û nîşandana rêya rast in. Di tekoşîna ku dane meşandin û rêya ku têde şehîd bune de ji cîhanê tevahî re dan îsbatkirin ku wê tu kes nikare vîna gelê Kurd têk bibe û îradeya wî bişikîne. Car din Şehîd Mêdiya weke Arînan, Silavan, Sitêrkan û Hebunan da îsbatkirin ku jina Kurd îro xwedî îrade û pêşenga civaka azad e. Bêguman şehadeta her 8 rêhevalên me bandoreke mezin li ser me hiştin ku em heta dawiyê xeta azadiyê û rêya şehîdan bişopînin û armancên giranbuha yên parastina nirxên mirovahê ji lingên qirêj yên DAIŞ’ê heta dilopa dawî ya xwîna xwe berdewam bikin.
Di şexsê her 8 hevalên me de em tevahî Şehîdên Şoreşê bi bîr tînin û bejna xwe li hemberî wan ditewênin. Dîsa em sersaxiyê ji tevahî malbatên Şehîdan û Gelê Kurd re dixwazin û soza şopdariya rêya şehîdan didin.”
Nasnemeyên şehîdan wiha ne:
Navê tevgerî : Medya Meysa
Navê rast : Newroz Mustefa Fadil
Navê dayikê : Hedla
Navê bav : Fadil
Cihê ji dayikbûnê : Kobanê
Cih û dîroka şehadetê : 11-5-2015 Kobanê
***
Navê tevgerî : Dîcla Kobanê
Navê rast : Dîcla Oso
Navê dayikê : Meqbûla
Navê bav : Elî
Cihê ji dayikbûnê : Kobanê
Dîroka tevlîbûnê : 2012
Cih û dîroka şehadetê : 9-5-2015 Serêkaniyê –gundê Aliya
***
Navê tevgerî : Rêzan Turkmen
Navê rast : Hesen Mustefa
Navê dayikê : Hemîda
Navê bav : Mihmed
Cihê ji dayikbûnê : Heleb
Dîroka tevlîbûnê : 2011
Cih û dîroka şehadetê : 8-5-2015 Hesekê – gundê Eşra
***
Navê tevgerî : Azad Serhed
Cih û dîroka Şehadetê : Kobanê 24 –Adarê -2015
***
Navê tevgerî : Zinar welat
Navê rast : Fethî Şêxo
Navê Dayik : Şaîba
Navê Bav : Hamdî
Cihê ji dayikbûnê : Kobanê
Dîroka tevlîbûnê : 2012
Ci û dîroka Şehadetê : Kobanê Gundê Metîne 9-5-2015
***
Navê tevgerî : Serxwebun Amed
Navê rast : Gokhan Yalçîn
Navê Dayik : Neziye
Navê Bav : Nevzet
Cihê ji dayikbûnê: Amed
Dîroka tevlîbûnê : 2013
Cih û dîroka Şehadetê : Kobanê gundê Metîne 9-5-2015
***
Navê tevgerî : Qehreman
Navê rast : Şahîn Şahîn
Navê dayik : Fatma
Naê bav : Berkel
Cihê ji daykbûnê : Kobanê Gundê bilik
Dîroka tevlîbûnê : 2013
Cih û dîroka Şehadetê : Kobanê Gundê Erne 8-5-2015
***
Navê tevgerî : Zîndan Til Temir
Navê rast : Hogir Nuhê
Navê dayikê : Cemîla
Navê bav : Selman
Cihê ji dayikbûnê : Til Temir
Dîroka tevlîbûnê : 2012
Cih û dîroka şehadetê : 11-5-2015 Hesekê – Gundê Eşra
(aq)
ANHA