Navberojî edî leşkeran naxwazin
Welatiyên gundê Navberojan edî leşkeran naxwazin
SAMÎ YILMAZ / VAHAP BAY
COLEMERG (DÎHA) - Li gundê Yeşîlova yê Şemzînanê ku li ser sînorê herêma Federal a Kurdistanê ye, ji ber su 30 salin leşerî li vir kom dibe bûye wekî qad û qişlaya leşkerî û welatî nikarin tev bigerin. Welatiyên herêmê bertek nîşani vê yekê dan û diyar kirin ku ev pêvajoya çareseriyê asteng dike û êdî leşkeran li ser axa xwe naxwazin.
Welatiyên gundê Navberojan a Şemzîna Colemêrgê ku 30 salin di nava qereqolên leşkeriyê de dijîn, bi destpêka vê pevajoyê re bertekên xwe yên li hemberî leşkeriyê anîn ziman. Welatiyên ku gundê wan li ser sînorê Herêma Federal a Kurdistanê ye û 30 salin leşkeriyê bi qereqol, nokteyên kontrolê û herêmên qedexe ew di nava axa wan e heps kirine bi destpêka pêvajoya nû re gotin "Êdî Bes e" Welatiyên ku li derdora gunê wan 7 nokteyên leşkerî hatine avakirin û çarhawîrê gundê wan kozikên leşkerî û qereqol hatine avakirin xwe wekî di nava qişleya leşkerî de dibînin.
Welatiyên gundê Navberojan ku ji 250 malan pêk tê, 30 salin di dorpêça leşkeran de dijîn û jiyan li wan bûye wekî zindanê. Welatiyên ku gundê wan di navbera nokteyên leşkerî yên Girê Keran, Dêzgey, Gediktepe, Bizgote, Girê 1055'an, Mamreşan û qereqola Yeşilova de dijîn nikarin tev bigerin. Welatiyan diyar kirin ku 30 salin ji ber tundiyaleşkeriyê di nava şert û mercên OHAL'ê de dijîn û li ser axa xwe di gundê xwe de hatine hepskirin fetisandin. Welatiyan, anîn ziman ku ketin û derketina gundê wan tev di bin kontrolê de ye û mêvanekî wan tê jî rastê lêpirsînê tê û Welatiyên ji gund derdikevin jî qeyda wan tê kirin. Welatî gelek caran dema ji gund derdikevin ango tên gund, ji aliyê leşkeran, tên binçavirin û li qereqolê rastî lêpirsinê tên.
Welatiyan diyar kirin ku leşkerên qilûbên çavdêriyê li derdorên gundê wan ava kirine destûr nadin ku biçin welatiyên xwe yên li milê din ên rûbarê bibînin û ziyareta xizman tê qedexekirin.
Li gund xizmeta tenduristiyê tune
Welatiyên ku debara xwe bi bazirganiyê dikin,
Welatiyan anîn ziman ku niha bi hinceta PKKî diçin û tên maqîn hatine çandin û bi teqîna mayinan 9 kesan jiyana xwe ji dest dane. Welatiyan anîn ziman ku ji ber dorpêça leşkeran nikarin biçin nava zevî û zozanên xwe û dikarin debara xwe bikin. Welatiyan da zanîn ku tu şert û mercê wan ê karibin aram tev bigerin tune û xwest êdî leşker ji herêmê biçin û dawî li avakirina qereqolan bînîn.
(mae)