Navenda ‘Eşbal El-Xîlafê’ ket destê şervanan
KENDAL CÛDÎ
MINBIC – Navenda “Eşbal El-Xîlafê” ku çeteyan zarok lê perwerde dikir, ket destê şervanên Mibnicê.
Bi destpêkirina operesyona rizgarkirina bajarê Minbicê de, piştî ku şervanên hêza Minbicê xeta parastinê ya çeteyan şikandin, di nava bajar de derbasî şerê kolanan bûn. Şervanên hêza Minbicê li eniya rojava Şerîa Minbicê ku xwedî cihekî stratîjîke ji çeteyên DAIŞ’ê rizgar kirin.
Şerîa ji du distanan û mizgeftekê pêk tê. Bi dagirkirina bajarê Minbicê ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve, çeteyan Şerîa bajarê Minbicê wekî navendeke perwerdeyê ji bo çeteyên xwe bikar tanîn û çeteyan nav lê kir “Peymangeha Abdullah Bin Ebbas”. Çeteyên DAIŞ’ê zarok bi navê îslamê dixebandin û navê “Eşbal El-Xîlafê” lê wan dikir. Zarok li wir dihatin perwerdekirin û li wir diman.
Li gorî nivîseke “25 Adet” ku bi zimanê Tirkî hatibû amadekirin, tişta balkêş ew e ku çeteyan zarokên ji derve li vê derê perwrede dikir. Ji ber vê yekê navê “Bihuşta Mucahîdîn” lê kiribûn..
Çeteyên DAIŞ’ê di hundir Şerîa de jî tunelek çêkiribûn, lê ji ber şerê li wir qewimî çeteyan ev tunel temam nekirin.
Ev der ji bo çeteyan mîna çeperekê bû, her wiha moşekên katyoşayê li vir dihatin çêkirin. Çete beriya ji vir birevin her derê wê mayîn kirin û teqandin.
ANHA