1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Navenda jinan ji 25 dozan 9 çareser kirin
Navenda jinan ji 25 dozan 9 çareser kirin,navenda,jinan,ji,25,dozan,9,çareser,kirin

Navenda jinan ji 25 dozan 9 çareser kirin

A+ A-

RÛKEN BERÎ-ALVA OSO

HESEKÊ – Navenda Perwerde û Zanista jinan a taxa Salihiyê di kêmî mehekê de ji 25 pirsgirêkên jinan ên hatin ber destê wan 9 çareser kirin, 6 dewrî Dadgeha Gel kirin û 10 têne lêkolînkirin.

Navenda Perwede û Zanista Jinan a Taxa Salihiyê ya Hesekê di sala 2012’an da hate vekirin. Navendê jin perwede dikirin û her wiha pirsgirêkên taybet bi jinan çareser dikir. Navenda salihiyê yekem navenda jinan ku li bajarê Hesekê hate vekirin. Ji ber rewşên ewlekarî û êrîşên zêde yên çeteyên DAIŞ’ê ku li ser bajarê Hesekê pêk hatin, navenda Perwerde û Zanist a Jinan bi navenda perwede û zanista Jinan a taxa Til HEcer a Hesekê re bû yek.

Piştî bajarê Hesekê bi temamî ji çeteyan hate rizgarkirin careke din navend di 1’ê Tebaxê de hate vekirin, rêveberên navendê Perwerde û Zanista Jinan careke din dest bi karê xwe kir.

Di navendê de niha 9 jin kar dikin. Jin di nava 2 beşan de hatine dabeşkirin. Beşa lihevanînê û beşa rêveberiyê. Ji dema navend ji ya Til Hecer cûda bû û vir ve 25 dozên jinan hatin ber dest navendê. ji van dozan 9 hatin çareserkirin, 6 dewrî dadgeha gel hatin kirin û 10 doz hîn têne lêkolînkirin.

Dozên hatin ber destê navendê ji wan 23 doz ên jinên ji pêkhateyên ereb in, piraniya wan mijarên mîras, ên di navbera hevjînan û mijarên tundiya li dijî jinan ne.-

Derbarê dozên hatine ber destê navenda perwede û zanista jinan endama rêveber Neîma Mehmûd da zanîn ku piraniya dozan ên jinên ji pêkkhateyên erebe û ev tişt an ziman: “Navenda me di nava hewldanan de ye ku di zûtirîn dem de doz bêne çareserkirin. Heta niha me isbat kiriye ku em dikarin mafên jinan bi dest bixin.”

Mehmûd, derbarê xebatên navendê de got ku ew bi hemû hêza xwe kar dikin ku herdû alî li hev werin û destnîşan kir ku jinên bajarê Heskekê serî li navenda wan dikin.

Mehmûd, di dawiya axaftina xwe da xuyakirin ku navenda jinan û ji ber hejmara zêde ya jinên serlêdan dikin, di nava hewldanan de ye ku endamên xwe zêde bike.

(dc/

ANHA