1. Hemû Nûçe

  2. Jin

  3. Navenda jinê, navenda tendurîstiyê ava kir
Navenda jinê, navenda tendurîstiyê ava kir,navenda,jinê,navenda,tendurîstiyê,ava,kir

Navenda jinê, navenda tendurîstiyê ava kir

Navenda Şêwirmendiyê ya Jinê ya Maya ji bo jinên bajarokê navenda tendûrîstiyê ava kir

A+ A-

Navenda Şêwirmendiyê ya Jinê ya Maya ya ku di bin banê Şaredariya Sixkê de xebatên xwe dimeşîne ji bo jinên bajarokê navenda tendûrîstiyê ava kir. Navenda tendûrîstiyê ya li ser 78 metrekareyê hate avakirin dê bibe "Baregeha tendurîstiyê" ya bajarokê.

Navenda Şêwirmendiyê ya Jinê ya Maya ya Şaredariya Sixkê bi piştgiriya Komeleya Gruppo Della Diocesi di Firenze ya Îtalyayê li taxa Gundogdu ya bajarokê baxçeyê Navenda Şêwirmendiyê navenda tendurîstiyê ava kir. Navenda şêwirmendiya jinê li bajarokê pirsgirêkên gelek jinan çareser kirin û herî dawî ji jinên bajarokê re navenda tendûrîstiyê ava kir. Li navenda tendûrîstiyê ya li bajarokê hate avakirin li hemberî jinan dê hemû karên tendûrîstiyê bike, li gel perwerdehiyê dê muayenaya ultrasyona jinan jî pêk bîne. Li navendê li gel Teşhîsa Zû ya Pençeşêrê (KETEM), xebatên tendûrîstiyê yên paqijiyê jî bên kirin. Xebatên ji aliyê kesên pispor ve bên meşandin hemû bê pere dê bên kirin.

'Navenda dê bibe baregeha tendurîstiyê ya bajarokê'

Berpirsiyara Navenda Şêwirmendiyê ya Jinê ya Maya Ferahat Akin têkildarî navenda tendurîstiyê de agahî dan û diyar kir ku wan navenda tendûrîstiyê bi piştgiriya Komeleya Gruppo Della Diocesi di Firenze ya Îtalî avakirin û wiha got: "Komeleyê serlêdana me nirxand û ji navenda me re 55 hezar TL. alîkariya pere kir. Me li baxçeyê navenda şêwirmendiyê li ser 78 metrekareyê avahiya prefabrîk a navenda tendurîstiyê ava kir. Avahiya me niha tamam bûye. Em ji amûrên tibî re siparî da. Piştî amûrên navenda tendûrîstiyê hatin dê dest bi xebatê bikin. Li navenda tendurîstiyê dê muayenaya jina a ducaniyê, KETEM, perwerde û xebatên paqijiyê bên meşandin. Hemû xebatên li navenda tendusîtiyê tên meşandin dê ji aliyên kesên pispor ve bên meşandin."

'Xebatên me yên li hemberî jinan didomin'

Şaredara Sixkê Nezahat Erguneş jî diyar kir ku bi avakirina navenda tendurîstiyê pirsgirêkeke din a jinan çareser kirin. Erguneş, anî ziman ku li bajarokê ji bo jinan gelek proje xistin jiyanê û wiha got: "Ji bo jinan ji aliyê çandî, tendurîstî û derunî gelek xebat me meşandin. Xebatên me yên li hemberî jinan dê berdewam bikin."

(bd)